Civak

Azadî ji bo zarokên kurd di zindanan de

Dezgeha mafê mirovan ya li dijî jenosîdê Kurdocide Watch-CHAK, îro ji bo zarokên Kurda ku di zindanê bakurê Kurdistanê û Turkiyê de ne, kampanya îmzeyan da dest pê kirin.

Serokê Komîteya Karger ya Navenda CHAK ê Goran Halabcayî li ser pirsê dîtina xwe wisa anî zimên:

’Di çend salên dawiyê de, li dijî 5000-7000 zarokên Kurda da li bakurê welêt lêpirsîn hatiye destpêkirin. Li gorî zaniyariyên cewaz nêzî 2500 zarok di zindanên Turkiyê û Kurdistanê de ne û bi qanûnên terorê hatine cezekirin. Kirin û helwesta dadgeh û hikumeta Turkiyê li dijî peymanên Yekîtiya Miletan û mafê mirovan yê bingehîn e.

Roja duşembê, em ê dezgehên cewaz di Yekîtiya Ewropayê û Yekîtiya Miletan de vexwînin ku, li peymanên îmze kirine xwedî derkevin. Her wisa hevdîtinên me û agehdarkirina hikumet û partiyên siyasî, dezgehên însanî û hwd li Ewropa û cîhanê ji aliyê komeleyên me dê bê kirin. Kampanya me di rêvebiriya CHAK Bakur ve tê rêvebirin. Kordînatorên me, rojane li ser pirsê bi hevakarên me li bakurê welêt pêşketina raçav dikin. Îro kampanya me ya îmzeyan dest pê kiriye. Hêviya me ew e ku, dezgehên netewî, şexis û tevayên dezgeh û kes ku dostên kurda ne piştgiriya kampanya me bikin. ’

Kesên bixwazin beşdarî kampanya îmzeya bibin, divê navûpaşnav, meslek, bajar û welatê lê ye, bişîne ji e-posta [email protected] . Imze di www.kurdocidewatch.net ê de bê belavkirin.

CHAK- Navenda dokumentasyonê – EuroKurd News

Back to top button