Polîtîk

Kurdistan dê bibe lîstikvaneke esasî li ser nexşeyê enerjiya cîhanê

Îron di roja duyem ya konferensa geşepêdana aborya herêma Kurdistanê ku doh li Londonê dest pê kiriye, sê semînar ji bo her yek ji Samî El-Erecî serokê konseta berhemanînîa Îraqa federe, Kerîm Şingarî wezîrê navxweyê herêma Kurdistanê û Aştî Hewramî wezîrê derametên xwezayî hatin saz kirin.

1- Samî El-Erecî serokê konseta berhemanînîa Îraqa federe di semînarê de behsa rewşa berhemînanê li Îraqê kir û daxaz ji sermayedar û berhemînerên biyanî kir kur û li Îraqê bikin û beûdariyê di avadankirina Îraqê de bikin. Navbor got ku herêma Kurdistanê hermêke aram û bi îstîqrar e û şiket û kompaniyên biyanî dikarin wê weke deriyê îûna nav deverên din yên Îraqê bikar bînin.

2- Kerîm Şingarî wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê di semînarê de behsa rewûa emnî ya herêma Kyrdistanê kir û got ku rewşa emnî û aramiya herêma Kurdistanê rê li pêşiya şiket û kompaniyên biyanî xweş dike ku ber bi herêma Kurdistanê bên û beşdariyê di avadankirina herêma Kurdistan û Îraqê de bikin.
Di semînarê de, di dema minaqeşeyê de, Hary Şot ku ew bixwe weke serokê kompaniyeke biyanî çend sale li herêma Kurdistanê kar dike behsa rewşa emnî ya herêma Kurdistanê kir û got: Ev çend sale em li herêma Kurdistanê kar dikin û tu xeterî li ser me nîne. Xelkê Kurdistanê sînê xwe ji berhemînerên biyanî ra vekiriye. Min baweriyeke timam bi îmkanên asayîş, polîs û pêşmerge heye ku aramiya herêma Kurdistanê biparêzin.

3- Aştî Hewramî di semînra xwe de ji amadebûyan ra behsa siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê ya di warê patrol û gazê de kir û got: Me digel 37 kompaniyên neftê, yên mezin û biçûk, ji 17 welatan ra kontrakt îmza kirine.
Hewramî got: Nuha di îmkanên herêma Kurdistanê de ye ku rojê sed hezar bermîlên neftê bifiroşe. Herêma Kurdistanê dikare heta 5 salên din rojê yek milyon bermîl neftê berhem bîne. Bi vê yekê jî herêma Kurdistanê her sal 25 milyar dolaran ji dahatiyê Îraqê misoger û zêde bike. Ev dahat jî dê bibe xêr û xweşî ji bo xelkê Îraqê.

Hewramî di semênarê de behsa pirojeyê diruskirina tora boriyên nefta herêma Kurdistanê û girêdanan wan digel boriyên Îraqê ji bi hinartina neftê bo derve kir. herwesa wî bal kişande ser tora boriyên gaza xwezayî ya herêma Kurdistanê û girêdana wan bi tora Naboka digel Tirkiyyeê kir û got bi vî awayî herêma Kurdistanê dê bibe lîstikvaneka esasî li ser nexşê enerjiya cîhanê.

Back to top button