Polîtîk

Larcher pêşwaziya Serok Barzanî kir

Îro 16.06.2010 li çarçêweya serdana xwe ya derveyî welat de, rêzdar Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Parîsa paytexta Fransayê ji aliyê Gêrard Larcher Serokê Civata Pîrên Fransayê ve hate pêşwazî kirin.

Di hevdîtinê de têkiliyên di navbera her du aliyan û xurtkirin û pêşvebirina wan pêwendiyan û hevkarî û alîkariyên Fransayê ji bo gelê Kurdistanê di rojên tengaviyê de hate guftugo kirin. Her wiha rewşa tenahiya siyasî, asayîş, aborî û pêşketinên Herêma Kurdistanê hatin guftugokirin.

Di mijareke dinê vê hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Civata Pîrên Fransayê rewşa Iraq û Kurdistanê û pêşveçûnên piştî hilbijartina giştî ya Iraqê û pirsa damezrandina Hikûmeta Iraqê guftugo kirin.

Back to top button