Polîtîk

Hevpeyvîneke taybet li gel Bernard Kouchner

Bernard Kouchner le çend dêrêk da: (Bernard Kouchner) le 1î novemberî salî 1939 le dayik buwe, (Kouchner) siyasetmedar û dîplomatkare û pizîşke. Endamî damezrênerî (Mêdîsns Sans Frontîêrs)e (MSF). ke nasrawe be rêkxirawî: “Pizîşkanî bê sînûr” û “pizîşkanî cîhan”. Êsta (Kouchner) Wezîrî Derewey Fransa û Karubarekanî Ewrupaye le Hikûmetî “Fîlon”î balî rast, le rabirdûş da bewe nasrabû ke siyasetmedarêkî çepî nawende. Le jiyanî siyasî da wek endamêk destî pêkird le partî komunîstî Fransî, le salî 1968 le rêkxirawî Xaçî Sûr weku pizîşkêk le “Biyafra” karî kirduwe le miyanî cengî nawxoyî Nijerya. Le salî 1971 “Mêdîsns Sans Frontîêr”î damezrand (pizîşke bê sînûrekan). Le serdemî şerî nawxoyî Lubnan (Kouchner) weku xo bexşêkî miroyî le rojhelatî Beyrut le katî gemarodanî ser kempî “Naba” karî kird, (Kouchner) le satêk da jiyanî xoy xiste metirsiyewe ke hîç rêkxirawêkî biyanî amadenebû ew kare bikat, her weha zor le nêzîkewe karî kirduwe le gel Îmamî Şî’e “Musa El Sedir”. Le salî 1988 da, (Kouchner) jiyanî hikumî dest pêkird ke le Hikûmetî sosyalîst destbekarbû, hawkat (Kouchner) her endamîş nebû le Partî Sosyalîstî Fransî. Le kabîney Hikûmet salî 1988 bo kare miroyiyekan postî wergirt. Paşan le serdemî Serok “Mîterant” le salî 1992 kira be Wezîrî Tendirustî û hawkat berdewam bû le jiyanî siyasî le Perlemanî Ewrupa da. Le nêwanî salanî 1993- 1997 Hikûmetêkî balî rast hikumranî Fransa kird. Le salî 1991 yekêk bû lew xobexşaney le korewî Kurdistan rolêkî gewrey hebuwe her weha yekêk buwe lew berpirse Fransiyaney karî bo derkirdinî biryarî 688 î encûmenî asayîşî nêwdewletî û dirustkirdinî neway aram bo Herêmî Kurdistan kirduwe, le nêzîkewe le ser kêşey Kurd şarezaye û dostayetî nêzîkî le gel berêz Mesûd Barzanî Serokî Herêmî Kurdistan heye û le salanî heftakan da cenabî Barzanî Nemirî bînîwe û pêy sersam bû, her weha le nêzîkewe le gel berêz Talebanî aşnayetî heye û le salî 2007 ke Konsolxaney Giştî Fransa le Hewlêr kirayewe, wek Wezîrî Dereweyî Fransa lew rêwresme amadebû û le gel berêz Nêçîrvan Barzanî Serokî kabîneyî pêncemî Hikûmetî Herêmî Kurdistan konsolxaneyî Giştî Fransay le Hewlêr kirdotewe ,ke têyîda Dr. Fredrîc Tissot wek Konsolî Giştî Fransa le Hewlêr dest be kar buwe. ke “Leonêl Cospin” le salî 1997 bû be Serok Wezîranî Fransa, (Kouchner) bo duwem carî kira be Wezîrî Tendirustî.

Rolî Kouchner le kare miroyiyekan da

1- Le (Rewanda): Le miyanî jenosaydekey “Rewanda” le nîsan- ta temmûzî salî 1994 (Kouchner) du car serdanî “Kîgalî”î kird bo mebestî rizgarkirdinî mindale hetîwekan ta be firokeyek bo Fransa biyan bat. (Kouchner) lew erkey da serkewtû bû, belam tenya yek mindal giyanî le dest da katêk ke be hoy duwakewtinî amrazekanî guwastinewey Fransî le firokexaney “Nairobî” mindaleke mird. (Kouchner) le mangî temmûz bo duwemîn car le pênawî kotayî hênan bew qeyrane gerayewe bo “Rewanda” û hewlî da le gel Generalî berpirsî netewe yekgirtuwekan “Romeo Dalêr” bo ewey dûbare supakey bigerênêtewe bo “Rewanda” û aştî biçespênê..

2- Nuwênerayetî Netewe Yekgirtuwekan le “Kosovo”: le 15î temmûz/1999 û be pêyî biryarî encûmenî asayîş jimare 1244, Sekretêrî Giştî Netewe Yekgirtuwekan “Kofî Annan” “Kouchner”î kandîd kird weku yekemîn nuwênerî taybetî Sekretêrî Giştî Netewe Yekgirtuwekan û Serokî nêrdey katî îdarey rêkxirawî Netewe Yekgirtuwekan (UNMIK) le “Kosovo”. Le mawey 18 mang da (Kouchner) tiwanî îdareyekî nuwey medenî pêkbihênêt le gel bunyatnanî sîstemêkî siyasî le şuwênî sîsteme “Sirbî”yeke. Her weha serkewtû bû le buniyatinanewey jêrxanî abûrî ke be hoy cengî “Kosovo”we darmabû. Le 21î kanûnî duwem/2001 demokratêkî sosyalîst şuwênî girtewe, “Hanz Hakerp”. Her le heman sal da (Kouchner) î bo sêyemîn car kirde Wezîrî Tendirustî, ta helbijardinekanî salî 2002 le beramber hewl û çalakiyekanî le “Kosovo”, zankoy “Piristîna” birwanamey doktoray fexrî be (Kouchner) bexşî.

3- Le barey dagîrkirdinî Iraq le layen Wilayete Yekgirtuwekanî Emerîkawe: Maweyekî dirêje (Kouchner) dakokîkare le destêwerdanî miroyî. Le seretakanî salî 2003, (Kouchner) dengî da bo labirdinî Seddam Husên le Serokayetî Iraq û amajey bewe kird ke destêwerdan le dijî dîktatorêk pêwîste bibêt be yekêk le ewlewiyatekanî cîhan. Le 4î şubat/2003 be hawkarî “Antowan Veyl” le “Lamond” babetêkiyan nûsî le jêr nawnîşanî “ne ceng û ne Seddam”. tiyayda (Kouchner) bas lewe dekat ke rexney lê gîrabû û dijayetî dekira le ber ewey cengeke le rûdan bû le dijî Iraq. Her weku le nawnîşanî babetekeş rûne, (Kouchner) pêşniyar dekat ke dekirê ladanî rejîmekey “Seddam” le rêgay rêkxirawî Netewe Yekgirtuwekan bêt be dozînewey rêgaçarey dîplomasî û siyasî. Wek yadêk bo hawrê û nuwênerî koç kirduwî Netewe Yekgirtuwekan le Iraq “Sêrcîo Vîêra De Meleo”, (Kouchner) bû be endamêkî diyar le damezrawey “Sêrcîo Vîêra de meleo”. kandîdkirdin bo postekanî rêkxirawî Netewe Yekgirtuwekan: Le salî 2005 (Kouchner) kandîdî rêkxirawî Netewe Yekgirtuwekan bû bo postî komîsyonî balayî penaberan le Netewe Yekgirtuwekan (UNHCR), belam posteke dra be Serok Wezîranî pêşuwî “Portogal”, “Antonîo Geters”, ke “Kofî Anan”î Sekretêrî Giştî ew katey Netewe Yekgirtuwekan kandîdî kirdibû. Le salî 2006 da, (Kouchner) kandîd kira bo postî berêweberî giştî rêkxirawî tendirustî cîhanî, belam ew postey wernegirt û le rêyî helbijardinewe posteke diraye kandîdî “Honk Kong”î Çînî “Margirêt Çan Feng Fu Çen”.

Postekanî: – Yekemîn wezîre bo kare miroyiyekan le salî 1988- ta 1992 (le kabîney “Maykil Rokard”). – Wezîrî Tendirustî le salî 1992- ta 1993 (le serdemî “Pîêr Bêrêgovoy”). – Endamî Perlemanî Ewrupa le salî 1994- taku 1997. – Wezîrî Tendirustî le salî 1997- taku 1999 (le serdemî “Lîonêl Çospin”). – Yekemîn nuwênerî taybetî Sekretêrî Giştî Netewe Yekgirtuwekan le “Kosovo” le salî 1999- ta 2001. – Wezîrî Tendirustî le salî 2001- ta 2002. – Wezîrî Karubarekanî Dereweye le salî 2007 ewe.

* Fransa nek ‌tenya wilatêkî gewreye û endamêkî hemîşeyî encûmenî asayîşî Netewe Yekgirtuwekane, belku xawen mêjuwiyekî zor kon û şaristaniyetêkî berfirawan û dewlemendîşe. Her weha xawenî şorişêke le hemû cîhan da ke be îlhambexşî azadî bo mirov nasrawe. Depirsîn aya Fransa çon derwanête Iraq û Herêmî Kurdistan? helwêstî Fransa beramber be Iraq û Herêmî Kurdistan çiye?

– Sersamim bew rêbazey wilateketan birîwiyetî. Wêray tenguçelemey yekcar zor û le sayey buwêrî û azayetî nimûneyî xelkekey, Iraq xerîke girewî piştirast kirdinewe û hestanewe‌ debatewe: Iraq serwerî û serbexoyî xoy bedest hênawetewe, barî asayîş baştir buwe, dam û dezgakan be hêztir debin, belam pêwîste le duway helbijardinekanî 7/3î rabirdû, Hikûmet be zûtirîn kat dabimezrêt.

Fransa amadeye piştgîrî le Iraq bikat bo ewey le hewlekanî da serkewtû bêt û xoy be dostî nêzîkî Iraqiyekan dezanêt. Her lem rewangeyeşewe bû ke deselatdaranî Fransî be destpêşxerî Serok Komar biryariyan da le hemû biwarekanda pere be pêwendiyekanî nêwan her dû wilat biden.

Her wek agadarin, xom çend carêk serdanî Iraqim kirduwe, le salî 2007 û carêkî tir le 2008 da.

2009 salêkî taybet bû sebaret be pêwendî nêwan Fransa û Iraq, Serok Komar serdanî Iraqî kird, duway ewîş çendîn car Serokî Hikûmet û Wezîrekanî Fransî û Iraqî çawiyan be yektir kewtuwe, duwayîn carîş berêz Talebanî serdanî Fransay kird. Em germuguriye le pêwendiyekanimanda bêwêneye.

Xom weku çalakwanê parêzgarî le mafî mirov û hem weku pizîşkêk pêştir ziyatir le 10 car serdanî Iraqim kirduwe û bo maweyekî ziyatirîş mawmetewe. Zor birwam bewe heye ke le çwarçêwey pêwendiyekaniman le gel Iraq da, pere be pêwendiyekaniman le gel Kurdistan bideyn. Fransa rabirduwiyekî dûr û dirêjî dostayetî û hawkarî le gel herêmeketan da heye. Zor xoşhalim be serdanî berêz Mesûd Barzanî bo Fransa, ew kesayetiyekî gewrey herêmeketane û ewro yekem Serokî Herême ke bedengî xelk helbjêrdirawe. Ême (wata Kouchner û Serok Barzanî)‌ zor le mêje yektir danasîn û le seretay salekanî heftada Mistefa Barzanî bawkîşîm nasîwe û pêyî sersam bûm.

* Ême weku Kurdî Kurdistanî Iraq be rastî rolî Fransa le biryarî damezrandinî nawçey aram le salî 1991 beguwêrey biryarî 688î encûmenî asayîşî Netewe Yekgirtuwekan berz denirxênîn. Her boyeşe lew birwaye dayîn ke ezmûnî demokrasî le Herêmî Kurdistan berhemî hewl û teqellay Fransaye bo gelî Kurd. Depirsîn aya Fransa ta çi raddeyek giringî bew beşe aramey Iraq dedat ke çend hengawêkî berew demokrasî helhênawe?

– Êwe amaje deken be rabirduwî pir le azarî Kurdekanî Iraq û ew dewrey Netewe Yekgirtuwekan û her weha Fransa gêrayan bemebestî parastinî Kurdistan û mîsogerkirdinî manewey Kurd. Êsta zor be başî be bîrim dêt, katêk le gel konsolî giştîman (le Hewlêr), Frêdrîc Tissot, le salî 1991 le ser sînûrekan buwîn. Çawman be korewî tirsnakî sedan hezar Kurd kewt ke le tirsî bombaran heldehatin. Têkiray endamanî xêzan, ke carî wa hebû‌ mindalî urd yan kesanî besalaçuwiyan le ser piştiyan danabû, be her şêweyek ba deyanewîst bigene Turkiya yan Îran. Be mebestî geyandinî yarmetî û pêwîstî mirovî carêkî tir çûbûme‌ Hacî Omeran. Le gel Daniyel Mîteran û Fransuwa Mîteran hatîne ser ew bawere ke debêt Kurdekan le rêgey biryarêkî encumenî asayîşewe biparêzrên. Hewlêkî yekcar zorman da ta biryarî 688 pesend kira. Xoman be bextewer dezanîn ke ewro debînîn Kurdistanî Iraq herêmêkî arame, pêşdekewêt û têyîda demokrasî peredestênêt. Ême be taybetî bewe xoşhalîn ke debînîn Kurdekan rolî xoyan betewawî le damezrandinewey dewletî Iraqî degêrin. Lêre da demewêt be taybetî rolî Serok Talebanî berz binirxênim lew helwêste aqilane û hîsab bokirawaney girtuwiyete ber bo çareserkirdinî ew astenganey berew ruwî Iraq debinewe. Min le mêjewe, le çiyakan da,‌ Serok Talebanî, Mam Celal û hawrêyî gewrey le destçûm Abdulrehman Qasimlû, Sekretêrî Giştî Hizbî Demokratî Kurdistanî Îranim nasîwe.

* Kurdekanî Kurdistanî Iraq qurbanî hêrişî çekî kîmyayî û enfal bûn. Dezanîn ke Fransa yekem wilat bû ke kuştarî Ermeniyekanî be şêweyekî fermî be jenosayd nasîwe. Ta çi raddeyek detwanîn geşbîn û umêdewar bîn ke Fransa tirajîdiyayî enfal û ew pelamaraney be çekî kîmyayî kirawnete ser Kurd be jenosayd binasêt?

– Diyare ew babetey basî lêwe deken babetêkî zor derdinake û leweş agadarim ke Kurdistan belayewe zor giringe beserhat û rabirduwekey piştguwê nexirêt û ew nehametiyaney‌ beserî hatûn be fermî binasrên û daniyan pêda binrên.

Iraq weku wilat şehîdî destî rejîmî Sedam Husên bû, be taybetî Kurdistan azarêkî yekcar zorî çêştuwe. Hîç ke‌s niye kempeynî enfal û bernamekey le bîr bikat ke birîtî bû le xapûrkirdinî 90 le sedî gundekanî Kurdistan. Dîmene tirsnakekanî bombabaranî kîmyayî Helebce le bîrî kes pak nabinewe û betaybetîş le bîr û hoşî minda mawnetewe, xom dû car serdanî Helebçem kirduwe. Be şêweyekî şexsî piştgîrî le destpêşxerî hemû ew rêkxiraw û damezrawane dekem ke deyanewêt em kuşt û kuştarane le beramber komelgey nêwdewletî û le beramber mêjû da be şêweyekî adîlane be fermî binasrên.

Ewro Iraqêkî taze binyat denrêtewe, Iraqêkî demokratîk ke rêz le mafekanî mirov degirêt. Mafekanî mirov berew pêş deçin. Fransa şan be şanî hemû Iraqiyekan radewestêt bo palpiştî lêkirdiniyan le pênawî awedankirdinewe û ‌hestanewey wilatekeyanda.

* Serok Sarkozy be fermî Serokî Barzanî bangehêştî Fransa kirduwe. Programî êwe bo serdanî Barzanî le Fransa çiye?

– Her weku pêştirîş utim Fransa pêwendiyekanî le hemû biwarekanda le gel Iraq dademezrênêtewe û gişt nawçekanî Iraqî belawe giringe. Her lem rewangeyewe bû ke‌ Serok Sarkozy le miyaney serdanekey bo‌ Iraq hîway xwast Serok Barzanî bangehêştî Fransa bikat bo ewey be şêweyekî têr û tesel bas le pêwendiyekanî nêwan Fransa û Kurdistanî Iraq bikirêt.

Le mawey serdanekeyda, Serok Barzanî çawî be Serok Komar, Serokî sênato (Encumenî Pîran) û her weha xom dekewêt. Em dû çawpêkewtine derfetêk derexsênin bo tawtuwêkirdinî barudoxî siyasî Iraq û herêmî otonomî Kurdistan û babete nawçeyiyekan û pêwendiye dûlayeniyekan û hawkarî nêwan Fransa û herêmî Kurd. Serok Barzanî û min “niyazname” (Letter d’intenton) yek îmza dekeyn ke çwarçêwey hawkarî hemeçeşney her dû la le katî êsta û le dahatûda diyarî dekat, le biwarekanî abûrî û bazirganî û zanistî û kultûrîda. Her weku dezanin, Fransa ta êsta 73 zemaley xuwêndin le zankokanî Fransî be qutabiyanî Kurdî bexşîwe, girûpêkî asewarnasî Fransî yekem pişkinînî asewarnasî le Iraq le nêzîk Hewlêr dest pêkirduwe, dû qutabxaney Fransî le Hewlêr û Silêmanî kirawnetewe, rêge xoş kirawe bo hawkarî le biwarî tendirustî giştî û pere bem hawkariye dedrêt. Be palpiştî Nêçîrvan Barzanî Serokî Hikûmetî pêşû, senterêkî kultûrî Fransî le Hewlêr kirawetewe.

Le layekî tirewe, endamanî ew şande giringe rêkxirawe ke lem serdaneda hawrêyetî Serok Barzanî dekat bo dîdar û çawpêkewtin le gel Wezîranî Şarewanî, Geştuguzar, Serçawe sirûştiyekan û her weha Wezîrî Kar û Karubarî Komelayetî. Çend kobûneweyekîş rêkxirawin bo dîtinî jimareyek lew xawen karaney ke le Kurdistan kar deken. Têkiray şandeke serdanî mozexaney Lover deken û tuwêjerêkiyan le gel debêt ke pîspore le bakûrî Iraq.

* Konsolxaney Fransî xizmetêkî zor başî pêwendiyekanî nêwan xelkî Kurd û Fransay kirduwe. Be umêdîn em pêwendiye perebistênêt û layenekanî siyasî û abûrîş bigirête ber. Lêreda depirsîn aya Hikûmetî Fransa ta çi radeyek piştgîrî le xawenkaran û weberhêneranî Fransî dekat bo ewey le qonaxî perepêdan û biniyatnanewey wilatekamanda yarmetîman biden?

– Fransa le salî 2007 da Konsolxaney Giştî xoy le Hewlêr kirduwetewe. Fredrîk Tissot ‌- Konsolî Giştî Fransa – Kurdistan zor baş denasêt û dostî le mêjîney Kurde, ew nek teniya deyewêt le rêgey pêwendiyekanî le gel karbedestanî herêm da pêwendî siyasî nêwan Fransa û Kurdistan pitewtir bikat, belku hewl dedat pere be pêwendiye abûriyekan bidat le rêgey yarmetîdanî ew kompanya Fransiyaney deyanewêt le Kurdistan kar biken, rêgeyan pîşan dedat û xelkî guncawiyan bo destnîşan dekat bo ewey le dahatû da yarmetiyan biden. Konsolxaney Giştî Fransa bo em mebeste piştî be mîsyonî abûrî Fransî le Iraq bestuwe ke le Hewlêr damezrawe. Cext le ser ewe dekemewe ke ew pêşkewtinaney le Fransa le bi warî tendirustî be dest hatûn, astî pizîşkî le Fransa û tendirustî giştî debêt cêyî bayexî êwe bin, çunke eme yekêke le binaxekanî binyatnanewey komelgeyekî yeksan û dadperwertir.

Hikûmetî Fransa yarmetî darayî pêşkeş be dû kompanyayî gewrey Fransî kirduwe bo encamdanî projey awî xwardinewey pak le Kurdistanda. Le 2009 û 2010 da çend şandêkî berhemhênerî danewêle û amêrî kiştukalî û her weha supêrmarkêtî gewrey weku “Karfûr” û kompaniyayî guwastinewe û karubarî aw û berhemhênanî kareba serdanî Herêmî Kurdistaniyan kirduwe.

Le dahatuwiyekî nêzîk da “malî Fransî bo kiştukal û jînge” le Hewlêr dekirêtewe. Emeş le ser daway Hikûmetî Herêmî Kurdistan dêtedî ke deyewêt le bûjandinewey kertî kiştukalda kelk le ezmûnî Fransî werbigirêt. Karekanî em sentere sertaserî Kurdistan degirêtewe, belam le seretada le ser astêkî xocêyîda kar dekat.

* Hikûmetî Fransa ta çi radeyek le biwarekanî asewarnasî û geştuguzar da yarmetî Hikûmetî Herêmî Kurdistan dedat?

– Fransa le biwarî asewarnasîda hawkariyekî zor ‌başî deselatdaranî Iraqî û Hikûmetî Herêmî Kurdistanî kirduwe û pere bem hawkariye dedat. Le mangî aprîl da yekem pişkinînî asewarnasî le layen profesor Rûo le şuwênêkî nêzîk be Hewlêr be nawî kilk mişk destî pêkirduwe, be hawkarî Wezaretî Şarewanî û Geştuguzar û kolêjî asewarnasî zankoy Selaheddîn. Mêjuwî em şuwêneware degerêtewe bo serdemî aşûriyekan û taku êsta çendîn kelupelî konî zor benirx dozrawnetewe (binaxey mal, guldan, seramîk). Fransa her weha le mangî oktoberî emsal da senterî Fransî bo asewarnasî û zaniste komelayetiyekan- ke beşêke le enstîtuyî Fransî rojhelatî nawerast- le naw qelatî Hewlêr dekatewe, em sentere le Kurdistan û le sertaserî Iraq çalakî denuwênêt. Yekem berhemî em hawkariye semînarêk debêt ke le rojanî 13 û 14 î oktoberî emsal lelayen enstîtuyî Fransî rojhelatî nawerast û zankoy Selaheddîn le Hewlêr saz dekirêt. Êsta ke hawkariyekî pitew le gel kolêjekanî zaniste siyasiyekan û asewarnasî zankoy Selaheddîn damezrawe û proje hawbeşekanîş destinîşan kirawin. Em hawkariye detwanêt zankokanî tirî Iraqî, weku zankoy Bexda yan Musilîş degirêtewe.

Le biwarî geştuguzar da, ke xawenî tiwanayiyekî zor giringî peresendine, Fransa amadeye welamî hemû dawakariyekanî Hikûmetî Herêmî Kurdistan bidatewe bo urdibûnewe le hemû şêwekanî hawkarî. Fransa yekem wilatî geştuguzariye le cîhanda û ezmûn û şarezayiyekî yekcar zorî lem biwareda heye ke dekirêt sûdî lêwerbigîrêt bo perepêdanêkî hêwr û aramî kertî geştuguzar be rêzgirtin le jîngey Kurdistanî Iraq. Detwanîn pêkewe bîr le urdekariyekanî “masterplan”êk bo kertî geştuguzar le Kurdistan bikeynewe.

 

Back to top button