Surî:11 endamên PKK-ê hatine kuştin

Li gora daxûyaniyek ya hêzên ewlekariya Surî, li himber PKK-ê, li bajarên, Helebê, Efrînê, Qamîşlukê û Hesiça operasyon çêkirine û di encama vê operasyonê de 11 endamên PKK-ê hatine kuştin. Herweha dezgehên ewlekariyê li Surî navên van 11 kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî eşkere kiriye.

 

Li gora hatiye eşkerekirin navên wan 11 kesan eve: Şeyhmus Cembeli Hasan, Hoşnaf Hasan Ahmed, Mervan Bereket,  Kasım Hacı Hizni, Mahmut Cemil Kamber,  Abdulhamid Melek, Civan Muhammed, Fecrettin Musulli, İsmail Selim, Halta Şakir Agel û Ziber Abdullah Ose.

 

Lê gora ku nûçeya malpera ANF de hatî belav kirin, PKK vê îdiaya hêzên ewlekariya Surî derev dertêxe û dibêjê ku bûyerek bi vî awayî li Surî çênebûye.

 

Nerîna min :