Polîtîk

Demirtaş daxwaza hevdîtinekî ji Erdogan kir

Serokê BDP-ê Selahatin Demirtaş daxwaza dîtinekî ji serokwezîrê Tirkiye Erdogan kir. Demîrtaş da xûyakirin ku, wî ji bo skinandina şer û ji bo pirsa devjêberdana çekan daxwaziya hevdîtinekî ji Erdogan kiriye. Demirtaş di vê derbarê de got ku, me ji bo çek bêne sekinandin û çareseriyek ji vê pirsê re bête dîtin xwest ku em dîtinên xwe ji serokwezîr re bêjin. Di vê derbarê de ji bo çareseriyekî pêşniyarên me hene.

Demîrtaş berdawambûna daxûyaniya xwe de got ku, em dixwazin rêya diyalogê bête karanîn da ku çareseriyek bête dîtin. Niha dê hêviya bersiva Erdogan bin. Ka gelo ji bo vê pirsa ku BDP dixwaze, wê Erdogan wan bibîne yan ne?

Back to top button