Polîtîk

Barzani:Serdana Kurdistanê bikin

Di vê konferansa rojnamevanî de, serokê Kurdistanê behsa rewşa siyasî, cıvaki û aborîya herêma Kurdistanê û li pêşkevtinên di warên demokratîk û azadîya mirovan de kir.
 
Serokê herêma Kurdistanê tekezî li ser ewê yekê jî kir, ku divê hukûmeteka niştimanî li Iraqê pêk bê û nabe ti alî di vê hukûmetê de bihê piştguhxistin. Herweha serokê  Kurdistanê tekezî li ser daxwazîyên surîştî û destûrîyên gelê Kurdistanê yên di Iraqa federal de kir.
 
Serok Barzanî behsa ewledarîyê û qanûnên herêma Kurdistanê jî kir û ragihand, ku dergehên herêma Kurdistanê li ber hemû kompanyayên Fransayî û chanî vekirîne, ji bo ku beşdarîyê di kar û projeyên veberhemanînê û li pêşxistina herêmê de bikin.
 
Serokê herêma Kurdistanê behsa giringîyên rêkevtina hevkarîya navbera herêma Kurdistanê û Fransa jî kir.
 Barzanî behsa pêwendîyên navbera herêma Kurdistanê û Turkiye jî kir û bi qonaxeka nû ya dostanîyê û cîrantîyê wesif kir û got, ku dê ev pêwendîyên han bibin hokarek ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî.
 
Di derbarê topbarankirina herêma Kurdistanê de ji alîyê Îranê ve, serokê herêma Kurdistanê topbarankirina deverên sînorîyên herêma Kurdistanê ji alîyê supayê Îranê ve şermezar kir û da xuyakirin, ku dê ev topbarankirinên han zîyanê bigihêjînin pêwendî û berjewendîyên hemû alîyan.
 
Serokê herêma Kurdistanê daxwaz ji beşdarên vê konferansê jî kir, ku serdana herêma Kurdistanê bikin, ji bo ku  ji rewşa siyasî û ewledarîya herêmê û cihgîrbûna binemayên azadîyê û demokratîyê û jîyana bi hev re ya neteweyî û olî agahdar bin.

Back to top button