Konferensa geşepêdana aboriya Kurdistanê bi WÊNE
Roja 15.06.2010ê li Londonê, bi amadebûna Berhem Salih serokê hikşmeta herêma Kurdistanê, konferensa geşepêdana aboriya herêma Kurdistanê dest bi kar û çalakiyîn xwe kir.
Di destpêka konferensê de ku, Baroness Emma Nicholson wezîrê bazirganî û afrandinê yê hikûmera Berîtaniyayê, wezîrê pîşesaziyê yê Îraqê, wezîrên navxwe, derametên xwezayî, pêşesazî û bazirganî, xandina bala û zîraetê yên hikûmeta herêma Kurdistanê, serokê konseya berhemanînî yê Îraqê, serokê konseya berhemanîna Kurdistanê, Ann Kloîd endama parlamentoya Berîtaniyayê, berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, nûnerên welatê Emarîka û berîtaniyayê yên li herêma Kurdistanê û hijmareke bazirgan, sermayedar û serokê ûrket û komoaniyên biyanî û navxweyê amade bûn, Beyan Samî Abdulrehman nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê ya Berîtaniyyayê behsa giringiya konferensê kir û got ku sazkirina vê konferensê li welatekî weke Berîtaniya cîyê dilxweşiyê ye, bi taybetê ku hijmareke mezin ji berhemînerên biyanî li vir amadebûne.