Polîtîk

Niqaşa Rojavayê Kurdistanê li Meclîsa Swêdê

Piştî ku rejîma Sûriyê plana duwê ya kembera erebî xiste dewrê, zilm û zora li ser Kurdên Rojava girantir bû. Mal û milkê xelkê eşkere tê talankirin. Kurdistan gav bi gav tê valakirin. Planên bi cîkirina ereban li Kurdistanê bi xurtî didome û terora dewleta Sûriyê tu sînoran nas nake û tevayên mafê mirovan binpê dike. Xelk têne girtin, cihê kesên girtî ne diyar e û di zindanan de îşkence li wan tê kirin. Rûşwet û bertîlkirina rêvebiran bûye beşek ji jiyanê…

Organîzasyona mafê mirovan ya li dijî jenosîdê Kurdocide Watch-CHAK li ser pirsê berî nuha di meclîsa swêdê de hevdîtin bi niwênerên Partiya Çep û Sosyal Demokratan pêk anî bû.

Dûhî hevdîtinek berfirehtir di meclîsa swêdê de çêbû, CHAK bi niwênerên partiya Çep, ya Demokratên Mesîhî û Partiya Gel re civînek pêk anî. Civîn 2 saetan domiya. Di cîvînê de, Kordînatorên CHAK-Bakur Seyidxan Anter, Kemal Gorgu, Kordînatorê CHAK-Rojava A. Heyder û Cigirê Serokê Giştî yê CHAK ê Gabar Çiyan beşdar bû.

Civîn, ji aliyê berendama parlementoya Swêdê, ji partiya Çep, Hediye Guzel ve hate rêvebirin. Hediye Guzel bi kurtasî li ser rewşa Kurdên Rojava zaniyarî da, paşê mafê axaftinê da kordînatorê CHAK-Rojava. A. Heyder li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê raporek berfireh pêşkêşî beşdaran kir.

Beşdarên civînê, xemgîniyên xwe li ser rewşa Kurda anîne zimên. Dîtinên beşdaran dikare wisa were formulekirin:

Pir giring e ku pirs di mehên pêşiya me de were meclîsê û li wir bibe cihê niqaşê û da ku helwestek li ser partiyan pêk were û hemu partî dest bavêjin pirsê.
Her wisa, ji bo ku pirs were parlementoya Ewropayê hinik amadekarî bêne kirin. Ji bo gavên pêwîst, zaniyariyên hene bêne amadekirin.
CHAK di gel partiyên siyasî, bi hev re, di demek nêzîk de li parlamentoya Swêdê, tenê berê xwe bide swêdiyan, konferans anjî civînekî pêk bihênin.
CHAK di gel partiyên swêdî de, li Stockholmê, bi beşdarbûna pispor û niwênerên pirsê konferansek navnetewî di demek kin de pêk bihênin.

Di dawiya konferansê de, ji partiya çep Hediye Guzel dîtina xwe wisa anî zimên:

Xwestin û hêviyên CHAK ê realîst û konkret bûn. Partiyên swêdî jî ji bo xebatê vekirî bûn. Rê li ber xebatên bi sûd vebû, ez pir bi hêvî me.

CHAK- Navenda dokumentasyonê & EuroKurd News

Back to top button