Teksta hevpeyvîna serok Barzanî bi El Heyat re
* Wiha diyare hilbijartin li Iraqê giriftan çareser nekir, belku giriftekî mezintir anî holê, gelo em dikarin bibêjin em li ber qeyraneke dûr û dirêj û vekirî dane?
Serokê Kurdistanê: Bi giştî hilbijartina vê dawiyê baş bû, lê belê piştî wê em ketin nava qeyranê û zehmete niha jê derkevîn. Em li benda encama wê dawetêne, Serok Talebanî pêşkêşî hêzên siyasiyan kir ji bo kombûnê yaxud ji bo aştivanî yan her navek bê, lê belê ji hemûyan girîngtir eweye girêdayî destûrê bîn û cih bi cîh bikîn. Bi raya min wê demê em dikarin ji wê qeyranê derkevîn. Çareseriya giriftan bi cîh bi cîh kirina destûre.
* Bi raya we qeyrana cih bi cîh kirina destûre an pêkhatên Iraq li vir da ji hevdû azane?
Serokê Kurdistanê: Ji hevdû azayîbûnê pêwendiya di navbera pêkhatan wiha kir, tefsîrên cuda cuda bi destûrê bidin an jî li gor mîzac bê cih bi cih kirin, ji ber ku eger bê û destûr wekî xwe hate bi cîh kirin û girêdayîbûn ji bo wê hate dûpatkirin girift dihatin çareser kirin.
* Hun bawer dikin ku Bexda li rewşeke dirêjtirê bi vî awayî de dijî?
Serokê Kurdistanê: Hêvîdarîn wiha nebê, lê belê birastî tirsa min li dirêjkişana vê qeyranê û aloziya zêdetir de heye.
* Metirsiya we ji vegerana tundutîjiya eşîrî heye?
Serokê Kurdistanê: Bêguman eve metirsiya serekiya mine û ji hemû egeran tirsnaktire, ji xwedayê mezin hêvîdarim tundutîjiya eşîrî û mezhebî venegerê.
* Tu nexşe û planek ji bo çareseriyê heye?
Serokê Kurdistanê: Careke din dibêjim çareseriya giriftan bi cîh kirina destûre, destûr maf û erkê hemû aliyek û pêkhatek diyar kiriye û pêwîste girêdayî wê destûrê bibîn.
* Gelo Dr Eyad Ellawî dikare Hikûmetê pêkbîne?
Serokê Kurdistanê: Niha Lîsta El Iraqiye ku birêz Eyad Ellawî serkirdayetiya wê dike Lîsta serketiye, êdî eger li pêkanîna Hikûmetê de serbikevê an na eve pêwîste pêkanîna wê Hikûmetê ve bê raspardin. Destûr wê mafê pê daye, eve jî îstîhqaqekî hilbijartinê ye, dibe ku nekaribe Hikûmetê pêkbîne, lê belê piştî wê bi dawî tê.
* Eger rêz li destûr hate girtin û Ellawî bi vê erkê bê raspardin, û eger nekarî pêkbîne piştî wê bi dawî dibe?
Serokê Kurdistanê: Bêguman.
* Kurd çi ji Hikûmeta nû dixwaze?
Serokê Kurdistanê: Girêdayîbûna bi destûr û proseya demokrasî û rêzgirtina li beramber û guhgirtina li nêrînên serekîtirîn daxwaza meye, ewê ku em dixwazin rêkkeftine li ser program û mekanîzmekî ronahî di derbarê karê Hikûmet bi bêyî hebuna takrewî li biryardana li Hikûmeta nû da.
* Çendîn pirsên helawestî li navbera we û Hikûmeta Bexda de heye wekî mînak pirsa Kerkûk û navçeyên pirsgirêk li ser, gelo wan meseleyan dixine rû li dema guftugoyên we de û daxwaza demeke diyarîkirî ji bo bi cîh kirina wê dikin?
Serokê Kurdistanê: Li gor serdema meclîsa hukim ve heta wekî îro jî me nermiyeke zêde di derbarê meseleya Kerkûkê ve nîşan daye û ji wê zêdetir ne mumkîne. Çareseriyeke destûrî ji bo vê meseleyê heye ku asayîkirina pêvajo û serjimêrî û referandûme, ew jî wê wateyê nagihîne Kerkûk li Iraqê cuda dibe, belku wekî Hewlêr, Silêmanî û Enbar û Besra, wekî her bajereke Iraqî tê temaşe kirin. Lê belê ew mesele çareseriya girifteke mezin û berdewamî tîne holê û hemû astengan li ber pêşkeftinên Iraqê de hildigrê. Bêguman ev pirs li dema rûniştin û guftugoyên me de ji bo pêkanîna Hikûmeta nû tê axaftin. Pêwîste hemû ew pirsên bi cîh kirina maddeya 140 ve pêwîstin ronahîtir bibin ji wê jî zêdetir ji bo bi cîh kirina li çarçêweya destûrê da zêdetir ronahî bibe. Li derveyî destûrê em daxwaza tu tiştekî nakîn.
* Eger her pêşniyarêke we ji bo her cure dabeşkariyek li Kerkûk hate pêşkêş kirin gelo hun qebûl dikin?
Serokê Kurdistanê: Di derbarê dabeşkirina postên îdariyan de tu astengiyeke me ji zêdetirîn asta nermî nîşandanê de tûne. Lê belê pêwîste xelkê Kerkûk û cemawerê Kerkûk bi xwe biryarê li nasnameya bajarê xwe de bidin, bi giştî nasnameya Kerkûk Iraqiye, lê belê li gor rastiya dîrok û cografyayê dide nîşandan ku Kerkûk beşeke ji Herêma Kurdistanê, ji bo wê yekê em tu demekî dev ji wê nasnameyê bernadîn.
* Eger ew qeyran berdewam bû, Hikûmeta Nurî Malîkî li îdareya welat de berdewam dibe?
Serokê Kurdistanê: Tenê ew qeyran berdewam dibe? Dibe ku demeke kurt, ji ber ku eger dirêj kêşa dibê kareke ne destûrî.
* Dibê Parleman kombûnê xwe girêbide?
Serokê Kurdistanê: Pêwîste Parlemen kombibê û paşê jî hengavên din tê ji wan jî hilbijartina Serokê Komar û Serokê Parlemen û Serok Wezîr, ev hengav dibê li gel rûniştina Parlemenê da bêne bi cîh kirin.
* Behsa wê yekê tê kirin ku qaşo kutleyên siyasiyan têkiliyeke tevahî li navbera Serokayetiya Komar û Serokayetiya Encûmena Wezîran dixwazê?
Serokê Kurdistanê: Li Hikûmeta derbasbûyî de ev tişt hate bi cîh kirin û li wê qonaxa niha jî de divê tiştekî li vî babetî da hebê.
* Gelo Kurd li ser Serokayetiya Komar de mikure?
Serokê Kurdistanê: Li vê qonaxê da, belê ew post ji bo Kurd daxwazeke manawiye, bi mixabinî helmetek hebû ji bo nîşandina lawaziya rola Kurd û nîşandana wê, qaşo ew ne şayesteya wê postê ne, ji ber ku Iraq welatekî Erebiye û divê kesekî Ereb bibê Serok Komar û kesekî Ereb nûnerayetiyê bike. Iraq welateke fireh netew, mezheb û ayîne û Ereb têda beşeke li neteweya Erebî û em teqdîra wê tiştê dikîn û wiha jî qebul dikîn. Lê belê nabê nasnameya Ereb li ser kesên ji bilî Ereb li Iraqê da bête ferz kirin. Eger behsa nasnameya Iraqî bê kirin eve em hemû Iraqîne, lê belê eger nasnameya Erebî li ser ji bilî Iraqî de hate sepandin ewe ne li berjewendiya Iraqe û ne li bejewendiya xwedî wê ummeya Erebe. Pêwîste rêz li nasnameyên din bigrin.
* Ku wate Kurd li ser Serokayetiya Komar de surin?
Serokê Kurdistanê: Belê, ji bo revandina metirsiyan û rê nedana çespandina têgihiştineke şaş di derbarê Iraqê de.
* Eve jî tê wê wateyê ku Serok Wezîr li Şî’e dibê û Serokê Parlemen jî ji Sûnne?
Serokê Kurdistanê: Tu teksteke destûrî tûne ku destnîşana wê dabeşkariyê bike filan post ji bo filan netewe û pêkhate, lê belê li qonaxên pêş da ev mesele wekî dabûnerîtekî lêhat, nizanin li qonaxên paşarojê de çi dibe. Bi lîsta zêdeyê Hikûmet xwe pêktîne û ne zerûre post ji bo netewe û pêkhatan bê dabeş kirin û Serok Wezîr ji Şî’e bû Serokê Parlemen jî ji Sûnne.
* Ku wate posta Wezareta Derve bo Kurd nabê?
Serokê Kurdistanê: Eger Wezîrê Derve Kurd jî bê ew li her Wezîrekî Ereb zêdetir xizmeteke mezinê dîplomasiya Iraqê kir.
* Eve jî wateya wê yekê digihîne Talebanî ji bo Serokayetiya Komar kandîd dikin?
Serokê Kurdistanê: Bêguman ji bo vê postê Talebanî berbijarê meye.
* Li biryara Iraqê da li gor encama hilbijartina dawiya Iraqê hilkişana hêza Kurd lêketiye?
Serokê Kurdistanê: Nexêr, hêza Kurd li Iraqê ne bi hejmara kursî bi desthatiye, ji ber ku Kurd neteweya duyema serekiye li Iraqê da û li ser vê bingehê muamele li gel Kurd tê kirin. Li gel wê yekê jî qanuna hilbijartinê bêmafiyeke mezin li Kurd kir, ji ber ku hejmara dengderan li Kurdistan nêzîkî 2.6 milyon dengder bû em 60 kursî bi destxist, El Iraqiye û Dewleta Yasa jî hejmareke nêzîkî dengên me bi destxistin, lê belê bi 91 û 89 kursî. Bihaya yek kursî li nav û başûr du beramber û sê beramberî bihayê bû li Herêma Kurdistanê da û ez bawerim eger hilbijartin rêjeyî buya wate yek bazneya hilbijartinê wê demê dibe ku em li pleya yekem da dibûn.
* Gelo Hilbijartina dawî parsengiya hêzên li nav Herêma Kurdistanê da guherand? Bi wateya ewê Partiya Demokrata Kurdistanê bûye hêza yekem û Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê li girift daye? Gelo girifta qebareya hêz li Kurdistanê da heye?
Serokê Kurdistanê: Encama hilbijartinê rewşeke nû hate holê, lê belê em li ser wê yekê bi rêkketîne mala Kurd yek bê şanda Kurd yek bê û li meseleyên stratejî û neteweyiyan da eger li nav xwe de cudahiyên me jî hebin helwesta Kurd yek helweste.
* Êdî pêvajoya dawî ku helmetekî rexne û rexneya beramberî lêket tu bandorekî li ser yekbûna mala Kurd lêneket?
Serokê Kurdistanê: Nexêr eve tişteke asayiye her partî û her aliyek mafê rexnegirtinê heye her aliyek mafê helwest wergirtinê heye. Lê girîng eweye helwesta Kurd li asta meseleyên neteweyiyan da yek bê.
* Ev mesele li hemû aliyan digre?
Serokê Kurdistanê: Belê, bêguman em li ser wê tiştê rêkketîn li nav îtîlafa kutleyên Kurdistaniyan da.
* Me gelek tişt di derbarê kuştina xwendekar Serdeşt Osman de bihîst, gelo rastî li ku daye?
Serokê Kurdistanê: Bi mixabinî ew kiryar rû da. Ez berpirsê jiyana hemû hemwelatiyên Herêmim û şanaziyê jî bi wê yekê ve dikim ku min kariye azadiyê ji bo vî gelî bînim holê. Ewê ku îro jî li Herêma Kurdistanê de dibînî berî wê renc û xebatê ye. Bi mixabinî ew rûdaw bi awayeke gelek dûr vê rewşê îstîxlal kir meseleyekî kuştin li holê daye û pêwîste derfet ji bo lêkolînê bidîn, eger encamê de her kesekî ku hate tawanbar kirin divê bête sizadan û li ber dadgehê biwestê, ji ber ku tu kesek ne li ser rûyê yasaye, lê belê bi mixabinî rûdaw gelek xerap hate îstîxlal kirin û hukmê pêşwext li dijî vî û wî derket. Ewê ku tê dîtin bi tu gumanek diselmênê mebest jê wendakirin û veşartina rastiye ciwanemerg xwendekarê zanîngehê bû û rojnamevan bû, termê wî li Mûsil hate dîtin, ji bo wê yekê eve cihê pirsiyare ku çawa gihişt Mûsil? Xala pişkinîna hevbeşa Iraqî – Emerîkî gelek li dewruberê Mûsilê heye ku wate çawa gihişt? Hinek alî bi navê rojnamevaniya azad û opozîsyonê bêyî tu derfetdanek bi lêkolînê ve vê pirsê têkel kir. Ez bi erkê xwe dizanim ku çavdêriyê birêveçûna vê lêkolînê bikim heta digihîne rastiyê. Rê bi tu kesek nadîn rûdawên bi vî awayî ji bo mebesta tenga hizbî û pêşkêş kirina tometa bê belge biqozê. Ji bo wê yekê min daxwaz kir her kesek belgeyeke li cem hebê li vî derbarî de bila pêşkêşî lîjneya lêkolînê bike. Divê em hevkarbîn ji bo gihiştina bi rastî neku veşartinê.
* Hun ji asayîşa Herêma Kurdistanê dilniyane?
Serokê Kurdistanê: Bêguman asayîşa Herêma Kurdistanê berqerare, raste asayîşekî tevahî li tu dewletekî dinyayê da tûne û dibe ku ji aliyê terorîstan ve tê binpêkirin an aliyeke çekdarî û tîrorîstî an jî xwekujêk hebê, lê belê dibe ku terorîst bikarin bingehek li Kurdistanê deynin an têda aram bin û bi beramberî li gel gelek cihên cîhanê asayîşa Herêma Kurdistanê cihê şanaziya me hemûyane.
* Diyare çalakiyên Qaîde li Herêma Kurdistanê da li vekişanê daye?
Serokê Kurdistanê: Çend carek hewl dan, lê belê ji ber li encamdana kirdaran sernekeftin û şikest anîn.
* Gelo qet we zaniye ew dixwazin terorê bikin?
Serokê Kurdistanê: Bi şexsî nexêr, lê belê eve mezintirîn hêviya wane û dilniya me ku ji hizrên bi vî awayî nedûrin.
* Hun pêwendiya xwe ya li gel Tirkiye çawa wesif dikin? Min pirsiyar ji Ahmed Dawudoglu kir gelo we çi hest kir li dema ku we destdirêjî hevdû kir ewî got: Hestê min gelek asayî bû, gelo hestê we çawa bû?
Serokê Kurdistanê: Belê hesta min jî asayî bû hengav jî erênî bû niha jî cihê rêzgirtina meye, ji ber ku karîn yarmetiya pêşketina pêwendiya navbera me bide. Niha jî ew pêwendî berev rêya rastiya xwe da diçe û li paşarojeke nêzîk da serdana Tirkiye dikim.
* Vexwendina we ya Tirkiye bi sifeta Serokê Herêma Kurdistane?
Serokê Kurdistanê: Belê bi wê sifetê ye nexwe min qebûl nedikir.
* Eve gûhertineke mezine?
Serokê Kurdistanê: Bêguman gûhertineke erênî û rastiye.
* Dawudoglu payeberztirîn berpirsê Tirkiye ye ku serdana Herêma Kurdistanê kiribe?
Serokê Kurdistanê: Belê ew û Wezîrê Bazirganiyê serdana Herêma me kirin.
* Ev gûhertin li siyaseta Tirkiye û aramiya Herêma Kurdistanê de zêdetir kir?
Serokê Kurdistanê: Hengaveke erêniye û eve jî piştgiryeke tevahiya me ji bo siyasiyeta vekirina Tirkiye derbiriye, eve bêguman asayîşa navçeyê zêdetir dike, lê belê bila em piçek rastgo bîn mesele asan niye û teheddayeke zêde li ber me daye.
* Îradeyeke hevbeş ji bo çareseriyê heye?
Serokê Kurdistanê: Belê, heta çareseriyeke aştiyane bê em yarmetiya hemû awayeke destpêşxeriyê dikîn ji bo serkeftina vê siyasetê.
* Lê belê pirseke din wekî meseleya PKK û tişta din jî li holê daye?
Serokê Kurdistanê: Çareseriya aştiyane take çareseriya pirsa PKK ye, ji ber ku çareseriya serbazî tu encamek lê nakevê, ji bo wê yekê pêwîste cext li ser çareseriya aştiyane bêkirin.
* Pêwendiya we ya li gel Îranê çawa dibînin?
Serokê Kurdistanê: Îran welatekî hevsûye, pêwîste vê yekê qebul bikîn ku me çend hevsûyek li dewruber da pêwîste bi awayekî asayî pêwendî li gel wan da bikîn. Raste gelek car girifta bombebarana navçeyên sînoriyên me tê pêş ji aliyê Îran û Tirkiye ve, eve jî me gelek dilteng dike û qebûl nakîn. Ew dibêjin binpêkirina sînorên me heye, lê belê eve ew tişt bi rastî nabînîn û nabê sedemek ji bo bombebarana navçeyên sînoriyan. Lê belê li gel wê yekê jî pêwendiya wan asayîne û danûstandina bazirganiyê li navbera me da heye.
* Li gel Sûriye?
Serokê Kurdistanê: Me pêwendiyeke baş li gel Sûriye hebû û tu demek rola Serokê koçkirî û Hafiz Esed ji bîr nakîn ku demek piştgiriya me kir. Lê belê diyare piştî rûxana rejîm ewlewiyat gûherîn û ketin nav du rêyên cûda.
* Ji kengê ve we serdana Sûriye nekiriye?
Serokê Kurdistanê: Ji sala 2003 ê ve.
* Gelo ji ber wê yekê ye ku hun beşek ji programa rûxandina Seddam Husên têne qebul kirin?
Serokê Kurdistanê: Nexêr… Ew çend carek wekî Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê min dawet kirin neku wekî Serokê Herêma Kurdistanê, min jî ji bo vê yekê qebûl nekir.
* Ji axaftina we wiha têdigihîn başbûna pêwendiya we ya li gel Tirkiye li beramber tênegihiştina Erebe bo Herêm?
Serokê Kurdistanê: Nexêr… Celaletê Melîk Ebdullahê Padişahê Sû’ûdiye wekî Serokê Herêm pêşwaziya min kir, Her bi wê sîfetê jî min serdana Kuwêt, Qeter, Lîbya û Lubnanê kir.
* Gelo biryarekî Emerîka bi vekişana artêşê ji Iraqê ve heye?
Serokê Kurdistanê: Min ji Serok Obama pirsî û min got her Iraqiyek îro dipirsê gelo bi vekişana serbazên we hun girîngiya xwe ya Iraqê kêm dikin an jî nahêlin ( Ewî got girîngiya me ya Iraqê her wekî xwe dimînê pêwendiya navbera me û Herêma Kurdistanê jî zêdetir berev pêş dibîn. Em artêşa xwe ji Iraqê vedikişên, lê belê pêwendiyên me zêdetir berev pêş diçin.
* Bi vekişana Emerîka ve metirsiya we ya şer heye?
Serokê Kurdistanê: Pêwîste berî vekişana Emerîka girifta peymana li navbera pêkhatên Iraqê da bêne çareser kirin. Bêguman vekişana Emerîka bi bê çareseriyê ve giriftên şer lê dikevê.
* Li navbera Kurd û Ereb?
Serokê Kurdistanê: Li navbera Kurd û Ereb, li navbera Ereb û Ereb, ez behsa rewşeke fewza dikim ku valahiyek lêbikevê bi wê fewzayê jî dewletên herêmî ji bo pir kirina vê valahiyê têne nav Iraqê û dest li karubar werdidin û girift zêdetir dibê.
* Ku wate eger li demeke yek salî û nîv da girift nehatin çareser kirin Iraqekî gelek li qeyran ji bo demeke dûr û dirêj dibînîn?
Serokê Kurdistanê: Ew eger li holê daye, lê belê hêvîdarîn rû nede.
* Gelo Iraq bûye grupê hêzên herêmî û nav dewletiyan?
Serokê Kurdistanê: Bi mixabinî, belê.
* Bi biryareke Iraqî pêvajoya wiha lê hatiye biryara derekî jî rola xwe hebû?
Serokê Kurdistanê: Min hêvî dixwest bibêjim tu bandoreke derekî û herêmî li Iraqê da tûne, lê belê bi mixabinî mijulim bibêjim biryara Iraqî li nav wan hemû biryaran da mijule wenda bibe û mijule biryara herêmî cihê wî bigre.
* Bila em vê risteyê şîrove bikîn biryara Iraqî li nav wan hemû biryaran da mijule wenda dibe û biryara herêmî mijule cihê wî bigrê, ev axaftin raste?
Serokê Kurdistanê: Mijulin ku bibêjim belê pêvajo gihiştiye wê astê.
* Kijan yarîzanê derve bi bandortire li nav grupên Iraqî da?
Serokê Kurdistanê: Îran û çend dewleteke Erebî û Tirkiye, Emerîka û dewletên Ewrûpî niha rola xwe hene.
* Emerîka jî her wiha?
Serokê Kurdistanê: Heta radeyek.
* Gelo Emerîka li Iraqê da şikest anî?
Serokê Kurdistanê: Sîteme eger bibêjîn şikest aniye, lê belê wan şaşî kirin, raste wan derfeta azadî û demokrasiyetê ji bo Iraqiyan da, lê belê gileyî li vir li Iraqiyane ku nekarîn ji vê derfetê sûd wergirin, li beramber da Emerîkiyan şaşiyên mezin kirin mezintirîn şaşî jî derxistina biryara 1483 bû ku hêza dagîrker nasand.
* Hilweşandina artêşê jî?
Serokê Kurdistanê: Şaşî li piştî şaşiyê hat, nedikarî artêşê hilweşênê, ji ber ku diviya careke din dirûst bike.
* Hun bawer dikin Emerîka ku ji bo mayîna dehan sal hatine Iraqê?
Serokê Kurdistanê: Bêguman ew dixwazin wan pêwendiyeke demdirêj li gel Iraqê da hebê ku li berjewendiya Iraqê daye, lê belê nabê hêza dagîrkeriyan hebê.
* Tu daxwazeke wanê hebûna serbazî li Herêma Kurdistanê da hebuye piştî 2011 an?
Serokê Kurdistanê: Nexêr, mesele bi peymana di navbera Emerîka û Hikûmeta Federal ve pêwîste, eger biryareke bi vî awayî hate dayîn Herêma Kurdistanê tu astengiyek li vî derbarî de tûne û tu biryareke du qolî li navbera Herêma Kurdistanê û Emerîka bibêyî Bexdayê nayê dayîn.
* Li sala 2000 hatim vir û hûn ji pêvajoya piştî rûxana rejîm bi gûman bûn, gelo niha jî li pêvajoya piştî vekişana Emerîkayê de bi gûmanin?
Serokê Kurdistanê: Derketina Emerîka ji vir tiştekî asayiye û divê vekişin û Iraqê bi cîh bihêlin, nabê ew hejmara mezina hêza wan li Iraqê da bimîne, lê belê pêwîste hêza meşqkariya artêş û polîs bimînin. Eger Iraqiyan jî hest bi metirsiyê nekirin gûmana min li wir da dibe.
* Gelo hun dikarin bibêjin hevdû azana zêdetirê Iraqê bibînîn?
Serokê Kurdistanê: Wateya hevdû azanê eweye her pêkhatek taybetmendiyeke cûda ya xwe hebê rastiya niha jî wiha dibêje piştî hilbijartinê jî wê yekê selmand ku Iraqî li rûyê şekli ve dikarin yekgirtî bibi. Lê belê Kurd ji bo Kurd û Şî’e ji bo Şî’e û Sûnne ji bo Sunne deng da, eve rastiyeke dibe ku hinek kesên din bi bihîstina gileyiyê bikin, lê belê eve rastiya Iraqe, yek Şî’e bo min bîne li navçeyên Sûnne nişînan da serkeftî bê û bi beranberî wê.
* Eve rû neda?
Serokê Kurdistanê: Li gor zaniyariya min, nexêr, lê belê pêvajoya Bexda cudaye, yek Şî’e ji bo min bîne li Enbar serkeftî bê an Sûnneyek li Ammarê an Kurdek li navçeya Ereb nişîn û Erebek li navçeya Kurd nişîn. Eve ye rastiya Iraq.
* Dibêjin xelk hez bi xewê dikin ku li navçeyê xwe wiha dikin ku li xxwe ve biçin, Şî’e û Sûnne û Kurd her yek li navçeyê xwe?
Serokê Kurdistanê: Raste… Eve ye pêvajoya Iraq.
* Eve rastiye?
Serokê Kurdistanê: Belê eve rastiye.
* Li gor krokiya hilbijartinê dikarîn bibêjîn her 3 grûpên Kurd û Sûnne û Şî’e li Iraqê da hene û pêkanîna Iraqa nû jî bi pêkve jiyana wan pêkhatan ve girêdayiye?
Serokê Kurdistanê: Dibe ku, derfeteke zêde ji bo pêkve jiyan û bi hêz kirina birayetiya di navbera pêkhatên Iraqê de heye, lê belê bi mercek bi dilê me bê ji bo wê yekê bi raya min federalîzm baştirîn û mînaktirîn çaresere û ne girfte 3 an 4 an 5 Herêm bê, dibe ku Sûnne û Şî’e li Herêmek zêdetir hebin, lê belê pêwîste Sûnne jî îhmalkirineke mezinê azadiyê bidin wekî Herêma Kurdistanê, divê li ser wê yekê rêkbikevîn ku Bexda paytexta me hemûyane bi vî awayî yekbûna Iraqê diparêzîn, lê belê ferz kirina rejîmeke totalitera merkezî ya bi hêz an jî eşîrtiyek Iraqê hildeweşînê.
* Daxwaza heman wan tiştan dikin ku bi Kurd hatiye dayîn ji bo pêkhatên din?
Serokê Kurdistanê: Belê raste, divê li ser eve rêk bikevîn nasnameya nîştîmaniya me Iraqiye û pirsên siyadiyan bi Hikûmeta Federal ve, pêwiste û meseleyên din jî ji bo rola navçeyan bi cîh bihêlin ji bo hilbijartinê awayê jiyanê bi mercek yekbûn û serweriya Iraqê biparêze.
* Gelo ji başbûna rewşa aboriya li Herêma Kurdistanê hun bi asûdene?
Serokê Kurdistanê: Heta radeyeke mezin, lê belê gelek jî maye.
* Me bihîst ku nefta Kerkûk li aliyê Kurd ve ne meseleyeke, ji ber ku li gelek cihên dinên Kurdistanê neft hatiye dîtin?
Serokê Kurdistanê: Belê, bi birekî zêdetir jî, meseleya Kerkûkê ne pêwendî bi neft ve ye, belku bûye remza wê çewsandina beramberî Kurd hatiye kirin û bûye girêyekî derûnî û wîcdanî jî.
* Gelo heta niha pirsa peymana neft li gel Hikûmetê berdewame?
Serokê Kurdistanê: Ez bawerim heta îro pirsgirêk li vî derbarî de heye.
* Gelo hun bawer dikin hemwelatiyên Kurd li Herêma Kurdistanê da, eve çendîn sale niha asûdeye?
Serokê Kurdistanê: Eve yekemcare hemwelatiyên Kurd piçek azadiyê bi destxwe ve tîne bo ku karubarê xwe li Herêmek da birêve bibe, eve yekem care li dîrokê da.
* Gelo hun xeyal dikin ku dibe ku carekedin hun vegerin çiyayan serkirdayetiya çekdaran bikin?
Serokê Kurdistanê: Dijî kî?
* Eger Seddameke din li Bexda derkevê?
Serokê Kurdistanê: Seddameke din li Bexda bi diyar nakevê, me jî beşek li Bexda heye, em bawer dikin ku dijî hukimraniya li Bexda naçîn çiyayan, lê belê eger her êrîşek li ser Iraqê de hebê, em amadene parastina li her xaleke Iraqê da bikîn.
* Kijan girantire, ku serkirdeya tevgera Kurd bê an Serokê Herêma Kurdistanê?
Serokê Kurdistanê: Niha kar girantire, birêvebirina welat girantire ji wê yekê ku dijî rejîmê rabî bi navê rizgariyê da, em niha li qonaxa qurs dene.
* Gelo tu hest dikî ku ewê Mela Mistefa Barzanî yê bavê we bi dest nexist we bi dest xistiye.
Serokê Kurdistanê: Ew berd û kevirê bingehê danî, her çi tiştekî ku em niha dikîn, zêdekirineke li ser wê bingehê ku me daniye.
* Eger daxwaz ji we hate kirin, niha raportek li ser wêneya remzî pêşkêşî Mela Mistefa Barzanî bikîn, li bersîva vê pirsiyarê, rewşa niha ya Kurdê Iraq çawane? tu çi dibêjî?
Serokê Kurdistanê: Ezê bibêjim, spas ji bo xwedê îro serbixweyeke mezin me heye û em welatê xwe bi azadî birêve dibîn, rewşa aboriyê baştire, lê belê êrîşeke mezin jî maye.
* Gelo wekî hakimek tu daxwaza dîktatoriyê hest pê dikî?
Serokê Kurdistanê: Baweriya min bi demokrasiyê heye, li hilbijartinan da min ji xelkê re got, hun deng bi kî didin bidin, biryar ya weye û divê biryara wan bê.
* Gelo pêwendiya we li gel hinek siyasetmedarên Iraqî sexte?
Serokê Kurdistanê: Pirsgirêka mina şexsî li gel kesek ji wan tûne, ez rêz li wan digrim û hemuyan jî bi birayê xwe dizanim.
* Gelo we tu pirsgirêk heye ku eger Malikî Serokatiya Hikûmetê wergirê?
Serokê Kurdistanê: Eger kutleyên din deng danê, min tu pirsgirêk tûne.
* Pêwendiya we li gel Rewta Sedir çawane?
Serokê Kurdistanê: Pêwendiya me gelek başe, hevdîtinên me yên bi berdewamî heye, me edaweteke şexsî li gel kesek da tûne û veto jî li ser kesek danaynîn.