Polîtîk

Serokê nû yê partiya kevin

Partiya Denîz Baykal CHP-ê kongreya xwe ya 33. yemîn pêkanî. CHP di bernameya xwe de, xwe wek partiyek çep û sosyal demokrat dide nasandin. Lê dema mirov li siyaseta CHP-ê dinêre partiyeke ku li himber pêşveçûnê û guhertina civatê disekine, taybetî ji bo ku statukoya heyî newê guhertin berxwe dide. Vê yekê ev patî li Kurdistana Bakûr heland û tênê denga ji nav Tirkiye distine. Herweha ew siyaseta ku van 18 salên dawî di bin serokatiya Denîz Baykal de rêve dibir, siyasetek kevneperest û nijadperst bû. Xwediyên CHP-ê yan jî bi awayek din mirov dikare bêjê destên ku vê partiyê îdare dikin, ji bo pêşdebirina partiyê li hinek rêyên din geriyan û biryar dan ku dive Baykal here û îmaja partiyê bê guhertin. Ji bo vê jî bi leyiztikekî  û planek ne ehlaqî Baykal ji serokatiya CHP-ê dûr êxistin. Zilamê wan amade bû Kemal Kiliçdaroglu.

Di kongreya CHJP-ê de Kemal Kiliçdaroglu bi sere xwe bû qandîdat û dengen tevahiya endamên kongreyê standin. Bû serokê nû yê CHP-ê. Başe dê Kemal Kiliçdaroglu çi biguherê? Yan jî dê CHP çewe bête guhertin? Bi tenê çûyîna Baykal û hatina Kiliçdaroglu ev partî nayê guhertin. Bernameyek nû tuneye, tu projeyên nûjen tunene tenê Baykal çû, Kemal hat.

Kesên dibin serokê partiyan, projeyên xwe , helwesta  xwe heta profila xwe ya serokatiyê di axaftina xwe ya di kongreyê de eşkere dikin. Kiliçdaroglu axaftinek kir . Axaftina wî 70 dekîkeyan berdewam kir. Gelek balkêş bû ku, yek carî jî behsa pirsa kurd, behsa çareseriya pirsgirêka herî bingehîn li Tirkiye û Kurdistanê nekir. Dema behsa siyaseta derve kir cardin helwesta statukuparêzan û siyaseta klasîk ya Tirkiye anî hole, pesnê siyaseta Ecevît ya Kibrisê da. Ji xwe mirov ji vê axaftinê dibînê ku, tu tiştek nû tuneye.

Ji bo kurdan ya herî girîng ewe ku, dîtina partiyek siyasî li Tirkiye di derbarê pirsa kurd de çîye? Dîtina partiyekî li ser çareseriya pirsa kurd li Tirkiye ji bo helwesta kurdan li himber wê partiyê bingehe.

Wek din Kiliçdaroglu ji Dersimêye û kurde. Ew jî dibe sedemek ku akilmendên CHP-ê ew dane pêş. Gelo wê bi vê projeya kaşo nûkirina CHP-ê çikas ser bikevin, dê referandumê û hilbijartinan de derkeve holê.

Divê mirov tucara ji bîr nekê ku, CHP partiya Ataturk e. CHP bi awayek din cumhuriyet bi xwe ye. Li ser bingehê felsefa cumhuriyetê, ev partî hatiye avakirin. Nûnêrê îdeolojiya fermiye. Yanî bi awayek din li ser felsefa inkar û imha kurdan hatiye avakirin. Heta CHP behsa felsefa avakirina cumhuriyetê bike, ne dikare bibe partiyek sosyal demokrat ne dikare ji hestên xwe yên nijadperestî bête şûştin.

CHP her CHP a berêye, serok hat guhertin lê tu emaretên pêşveçûnê lê naxweyin. Hatina hinek kesayetan yan jî guhertina vitrînê guhertinek demî û sere sere ye.

23.05.2010

Xeber/analîz

Dara Bilek

Back to top button