Serpêhatiya keçeke kurd
Rojêk ji rojan, li herêmeke Kurdîstanê, zilamekî malaxwe anîbû cîrantiyame. Lê maleke cuda bû û maleke xerîb bû.
Bi rastî min xema wan dikir, meraqa wan dikir û rojekê min bi destê zaroka xwe girt û ez çûme ber deryê wê malê, min silav da û piştre min got:
-Ez jî cinarê we me, min xwest ez we nas bikim.
Ji min re gotin:
-Bi xêr hatî.
Lê ew bixêrhatin ne ji dil bû.
Ez derbasî malê aliyê hela hewşa wan bûm. Keçikek û diya xwe li hewşê runîştî bûn. Lê keçık û dayika xwe weke ku ne dê û qîz bin, weke du xerîb bin û li çavên hev nedinerîn, çavên xwe ji hev direvandin û bi serê ziman diaxivîn.
Ji min re gotin:
-Tu kî yî, li kû rudinêyî? Çend zarokên te hene?
Wan dipirsî û min jî bersiv dida.
Temenê keçik hebû bîst sal. Lê keçikeke bedew bû, gelekî xweşik bû, bejneke zirav lê hebû û birûsk ji çavên wê difirîya. Keçik hewqas jî bi kul û derd bû.
Min got:
-Çi hale we ye? Hûn çima naçin ba kesî û naxazin kesek were mala we?
Dayika wê gote min:
-Çi karê xelkê li mala me heye?
Wextê ku dayık axivî, keçikê jî li çavên mi dinerî.
Min gotê:
-Ez nêzîk im û tu zirar ji min bo we çênabe. Hûn dixazin ez werim mala we, hûn jî werin mala min.
Min li wirê bingeha dostaniyeke baş avêt. Wan jî ji min fam kir ku ez ne yeke vala diaxifim û xeberan bigerînim.
Lê kêfa keçikê gelek hat ku min wuha got. Qehwak dane min û ez rabûm, min xatir ji wan xwest û min jî wan wexvand mala xwe.
Ez gava hatim malê, ez fikirîm ka çi derdê vê keçika delal heye? Gelo wê çi kiriye ku hewqas dayik bi çavên dijmînatiyê lê dinere? Min digot, eger keçik bihata mala me, minê jê bipirsîya ka derdê wê çi ye û çi bûye? Ez xema wê dikim. Heyfa min gelekî pê hatiye.
Demek nêz derbasbû, li deryê me ket, gava ez çûm, min dît ku va ye ew geçik e. Min derî vekir û kêfa min hat, mi gotê:
-Were, were, derbasbe. Te qenc kir ku tu hatî. Min jî çay çêkiriye, keremke were em bi hevre vexwin.
Em derbasî odê bûn. Ez hema rast ketim serpêhatiya wê û min got:
-Derdê te çiye, çi bûye?
Keçikê da girî û got:
-Em li mehela ramanê bûn, xanîyê me gelekî xweş bû. Em mecbûr man û hatin virê.
Min gotê:
– Çima?
Keçikê got:
-Rojekê birayê min hinek pirtûk anîbûn malê. Min jî ji aciziya xwe rahişt pirtûkekê ku bixwînim. Hew min dît, li derî ket û derî ji cî avêtin; neh deh tîman êrîşê nava mala me kirin, hundirê malê anîn xawarê, mal hemû li hev xistin, tiştê me şikandin û çavên min girêdan, min birin, tu tiştek nema ku neanin serê min, dest avêtin min, îşkence li min kirin. Piştî ku ez hatim berdan, malbata min û ciranan bi çavekî din li min nerîn. Weke ku min wan bênamus kiriye, weke kû min xwestiye ew tişt bê serê min. Bi çavê bênamusîyê li min dinerin. Ji ber wê, me mala xwe anî virê ku kesek me nas neke.
Min çavên keçikê maç kirin, min gotê:
-Na, na, na! Ev ne bênamusîya te ye, ev bênamûsiya bênamûsan e. Bi sedan keçê weke te hene… Tu fedî neke, bila ew fedî bikin, bila ew serê xwe bitewînin, tu qet serê xwe netewîne…
Zînê Amedî