Polîtîk
PDKê serokê lîsteya xwe destnîşan kir
![](/wp-content/uploads/2023/10/Rojev.jpg)
Hat zanîn, sekreterê polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî wek serokê lîsteya hilbijartinan a PDKê hatiye destnîşankirin.
Li gorî agahiyên ku gihîştine Rûdawê, PDKê serokê lîsteya xwe di hilbijartinên encumenên parêzgehan û parlamentoya Kurdistanê de destnîşan kir.
Li gorî vê yekê, PDKê sekreterê polîtburoya xwe Fazil Mîranî wek serokê lîsteya hilbijartinan destnîşan kiriye.
Hilbijartinên parlamento û encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê dê 21ê Îlona îsal were lidarxistin. Hilbijartinên serokatiya Herêma Kurdistanê jî di heman rojê de bû lê ji ber dirêjkirina dema serokatiya Barzanî bo heyama 2 salan, hilbijartinên serokatiyê hat paşxistin.