Di dehê Nîsanê de ez û hevalekî xwe, me serdana Başûrê Kurdîstanê kir. Em bi hevre li Otobusê suwarbûn me berê xwe da axa azad! Otobus tije mirov bûn giranî rêwîyan karker û tacirên ji Bakûrê Kurdîstanê bûn. Kêm hejmarek jî karkerên Tirk bûn. Zimanên di axifîn Tirkî bû û weke diçûn welatek xerîb. Sedî nodûneh (% 99) weke netew Kurdbûn. Lê mixabin, ne haya wan axa azad ne jî hestên Kurdewarî hebû. Hebû tunebû wê kîsên xwe çewa tije bikin?
Gava ku mirov li rewşa wan tacir û karkeran dinhêre fîlmekî Emerîkî yê bi navê “êrîşa zêr” (Altına hücum) tê bîra mirov. Weke di fîlm de jî, yên tevir û bêra xwe digire, telîsê xwe davêjin ser pişta xwe û berê xwe didin başûrê kurdîstanê. Hemû hêvî û xeyalên wan wê çewa telîsê xwe tijî pere û zêr bikin. Li kolanan, li bazaran li cîhê kar zimanê tirkî bi kar tînin. Di rê de, di otobosê de, di derî de, li cîhê rawestinê an li seytaran tiştê bala mirov dikişîne ev karkerên ji Bakûrê Kurdîstanê tên başûr, xwe weke Tirk hîsdikin û wusa jî tevdigerin. Ji xeynî koma cahil û nezana çend kesên xizmê rêvîyên çîya hebûn ew jî dem dem di bin navê rexnan de dijîtî û neyartîya desthilatdarîya başûrê kurdîstanê dikirin. Rêwîtîya beşê azad tu kelacanî bi wan re çênedikir û piranî dibin bandora rûsarî û xemgînîyê de bûn!
Mêjîyek perçekirî û dibin bandora serdestên xwe de neyartîya birayê xwe dikin. Bêxîretî û nankorîya li hemberê birayê xwe nîşan didin mixabin li hemberê dagirkeran û berdevkên wan nîşan nadin. Ez bi xwe çendî car bûm şahid. Gava cendermên Tirkan, kontrola nasnameyan dikir piranîya rêwîyan bi rûken ji dil diaxifin û nasnameya xwe dirêjî wan dikirin. Lê gava em li seytareyên kurdîstanê disekinîyan (cihê kontrola pêşmergan) ew camêrên rûken dibûn rûsar û bêdeng. Ev psokolîjîya bindestîyê bi her awayî di rêwîtîyê de xwe nîşandida. Tiştê xerîp hinek kesên dilsoz û girêdayê tevgera serdest bûn, bi awirekî nexweş deskeftîyên başûr biçûk bê qîmet nîşan didan. Li hemberê bayê azadî û deskeftîyan êdî nizanbûn bêjin çi! Ji hev re digotin: Heval tu zanî em nebin ewanê hanê nikarin seeteq bijîn. ( “Heval biliyormusun biz olmasak bunlar bir saat ayakta kalamazlar” )
Di sohbet û helvestên karkeran de tiştê ez fêrbûm bandora hinek xêrnexwaz û fesadan zêdetir li ser karkeran heye. Ew taşeronên ku karkeran dibin başûr, tirs û alozîyan dixin dilê karkeran û naxwazin ew doza mafên xwe bikin. Li şantîyê an li şirîkê pasaport û nasnameyên wan kom dikin. Kesên ku li gor wan tevnegerin ji wan re pirsgirêkan derdixin. Ev şikayet û gazin min ji devê karkeran bihîst û gilîyan wan bi piranî di wan babetan de bû.
Li vir pêşnîyar û daxwazek min ji huqumeta Kurdîstanê, ji berpirsîyar û dezgeha alaqata karkerên biyanî û yên beşên Kurdîstanê heye, ji bo fesad û xêrnexwaz bi ser nekevin divê huqumeta Kurdîstanê sazîyek an ofîsek amade bike ku ew kesên ji devre tên Kurdîstanê bi wan re mijûl bibe, pirsgirekên wan çareser bike û hêvîyek bide wan li axa azad tu hêz, tu kes nikare li ser wan tadeyê bike an jî wan bixe bandora xwe. Divê hemû karkerên ji devre tên bizanibin mafê wan heye û karibin her tim gilî û neheqîyên tên serê wan li wê dezgehê bînin ziman. Ev dezgeh dikare mehê carek serdana şantîya bike û problemên karkeran gohdar bike û gilî û gazinên wan heye an na? Ez bawerim ji gelek alîyan ve, wê feyde çêbibe. Li ser axa azad,ji xeynî huqumeta Kurdîstanê divê tu deshilatdar tunebin û rê nedin ku hevalbendên xirabîyê bi ser kevin. Karkerên ji bakûr tên zimanê Tirkî bi xwe re tînin ûli cihê kar û pazarê serdest dixin. Divê hestê netewî bi wan bidin zanin ku wera Kurdîstana azade û divê zimanê fermî kurdî ye fêr bibin. Yên wan fêr bikin û pirsgirêkên wan çareser bikin sazî û dezgehên huqumeta Kurdîstanê ye.
Problema duyem, îşkence û zilma li ber derîyê Xelîle Brahîm e. Gava mirov ji başûr ber bi Bakûr vedigere li gumruka Tirkîyê îşkence û zehmetîyên mezin dest pê dikin. Rayedarin tirk tunebûna tora înternetê dikin mane û bi seetan rêwîyan li ser pirê asteng dikin.Her tim dibêjin sîstem tune ye. Ew kesên nezan û cahil û hinek jê jî xêrnexwaz sedemên seknandin û alozîyan pêşmergan nîşandidin. Divê rayedarên huqumeta Kurdîstanê û berpirsîyarê gumruka Xelîl Brahîm her tim hîşyarbe û dem dem agahdarî bide rêwîyan ku sedema seqnandin û astengîya derî ji alîyê Tirkîyê ve derdikeve. Bila rêwî nerazîbûn û gilîyê xwe ji berpirsîyarên tirk re bikin… Ger di tirsin gilî û gazinên xwe nakin wê gavê bil ali huqumeta Kurdîstanê neheqî û xayintîyê nekin.
Ji bo ewleqarîya Kurdîstanê çi pêwîst be divê bi cîh bê û li ser bêseqnandin. Kurdîstan ji hemû alîyen ve hatîye dorpeç kirin. Divê tu carî dilê dijmînê Kurd şad nebe. Em dizanin hinek hevalbend û xwefiroşên bêesil dixwazin deskeftîyên başûr têqbiçe. Ji ber vê yekê her Kurdekî dilsoz û neteweperver divê birih û can li berjewendîyên Kürdîstanê û li deskeftîyên bidest ketine xwedî derkeve. Rayedarêr û xebatkarên huqumeta Kurdîstanê bi her awayî bibin nimûne û stêrqên hêvîya demokrasîyê. Divê gel bi wan bawerbe û hêvî û ewleqarîya xwe pispêre wan. Divê ew ji rayedarû xebatkarên dagirkeran cûda bibin û di pratîkê de ferqa xwe nîşan bidin…
Kurdîstan her diçe di warê demokrasîyê de, dibe dergûşa pir rengî û pir rengîyê.
Ez bawerim wê di salên nêzîk de di warê hilbirîn û avedanîyê de bibe nimûne. Min salek berê dîsa meha Nîsanê dê serdana Kurdîstanê kiribû. Guhertinên di nav salekî de gelek bûn. Bi rastî ev hêz û geşbûn mirov kêfxweş dike. Heta ku fersendê min hebe weke prensîb salê carek ez diçim Başûrê Kurdîstan û axa azad tewaf dikim. Ji xeynî vê armancê heta niha tu karekî min yê şexsî û tacirî çê nebûye. Ji ber vê yekê ez her diçim bi çawekî welatparêzî li guhertinan dinhêrim û rexne/pêşnîyarê xwe jî vekirî dibêjim. Kürdîstan mala me ye û divê em bi her awayî lê xwedî derkevin û nehêlin dijmînê gelê Kurd bi serkeve. Ji ber vê yekê her Kurdekî neteweperver divê li hemberê deskeftîyên Başûr bi pîvan û xwedî ûjdan be, rexne û dîtinên xwe bi zimanekî çêkir bi kar bîne. Li ser tora înternetê, li ewropa an li welatekî din şert û mercên Kurdîstanê û wan welat nede ber hev. Lewra her tişt divê li gor şertên têdeya bê nîrxandin. Bi hevî û rojên azad ez carek din roja xebatkar û karkeran pîroz dikim. Bi taybetî jî yên Kurdîstanê. Encamên hilbijartina hê diyar nebûye lê ji hemû partîyên Kurdîstanê re serfirazî dixwazim. Ez hêvîdarim ku di encama hilbijartinan de dengê Kurdîstanî û xebatên serxwebûnê wê li Baxdayê zêdetir deng bide û dibin serokatîya Birêz Mesûd Barzanî de bi tîpên zêrîn wê navê Kurdîstanê di rûpelên dîroka dewletên dinê de binivîsînin. Serkeftin her tim ji bo Kurd Kûrdîstanê…
Cano Amedî 01:05:2014
Ew çi gotinên dilsoz in, ew çi gotinên merîhez in, ew çi gotinên kurdewar in.. Ez nikarim ti$tekî li wan gotinên te yên rast zêde bikim.. Dest xaş Kekê Cano..