Cîhan

Li Hewlêrê civîna hevbeşa Kurdistan û Tataristanê

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê û Rustem Mînîxanov serokomarê Tataristanê, a Rusiya federal, îro roja şemiyê 3ê gulana 2014ê li bajarê Hewlêrê civiyan û çend mijarên aktuel di rojevê de gotûbêj kirin.

Di civînê de serokomarê Tataristanê ku, duhî bi serokatiya şandeyeke mezin bi serdaneke fermî gihişte herêma Kurdistanê, behsa armanca serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê kir û got ku, şandeya pê re hatiye ji hijmareke xwedî şirket û kompaniyên mezin û giringên Tataristanê pêk tê û di warên pîşesaziya neft û gazê, petrokîmiyayî, dirustkirina helîkopterên xizmetgozariyên; agirvemrandinê, ambolans, polîs, IT û çend warên din şarezayî û pisporî heye.

Serokê Tataristanê, herwesa di civînê de, bi kurtî behsa kultur, rewşenbîrî, dîrok, cografiya, rewşa aborî û pêşkeftina komara Tataristanê di çarçoveya Rusiyaya federal de kir.

Nûnerên şirket û kompaniyên bi serokomarê Tataristanê re hatine, di civînê de, behsa şirket û kompaniyên xwe û ew warên  kar tê de dikin kir û got ku, ew hatine herêma Kurdistanê da ku ji nêzîk haydarî rewşa Kurdistanê û derfetên karkirinê bibin û ka çewea ew dê bikaribin di pêşerojê de bi herêma Kurdistanê re hevkarîyê di warên cuda de bikin.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, bi germî pêşwazî li şandeya mêvan kir û kêfxweşiya xwe ji bo însiyatîva wan ku, ji bona amadekirina warên hevkarî û hevahengiyê di paşerojê de, hatine herêma Kurdistanê diyar kir û got:

– Herêma Kurdistanê, piştî jinavçûna rijêma Basê, dest bi pirosesa avadankirinê kir û ji bona avadankirin, geşkirina aborî û pêşxistina înfrastrykturayê, herêma Kurdistanê pêwîstî bi hevkariya navdewletî heye.

Serokwezîrê Kurdistanê got ku, herêma Kutdistanê deriyê çûna nav beşên din yên Îraqê ye û gelek warên hevbeş hene, bi taybetî ew warên hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina paşerojeke geş bo welêt dibîne,  her du alî dikarin sud jê wergirin.

Li dor pîşesaziya neft û gazê, serokwezîrê Kurdistanê jê şandeya mêvan re got:

– Piştî jinavçûna rijêma Basê, herêma Kurdistanê di warê pîşesaziya neft û gazê de gavên cidî avêtine, lê hêşta di warê petrokîmiyayî de kar nekiriye, ji ber hindê di vî warî de ji bona avakirina pîşesaziya petrokîmiyayî em dikar in sud ji tecrûbeya Tataristanê wergirin.

Di civînê de biryar hat dan ku, komîteyek hevbeş ji her du aliyan bê pêkanîn û ew komîteye nexşrêya karên hevbeş amade bike.

Back to top button