Îro şemî 03.05.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Rustem Mînîxanov Serok Komarê Herêma Tatarîstana Rûsyaya Federal û şandekî li gel kir ku ji hejmarek berpirsên siyasî û aborî û nûnerên kompanyayên pîşesaziyên Komara Tatarîstanê pêkhatibûn.
Li hevdîtinê de Serok Komarê Herêma Tatarîstanê spas û xweşhaliya xwe ji bo rexsana hevdîtina li gel Serok Barzanî û serdana xwe ya Kurdistanê ragihand û geşbîniya xwe jî ji bo dirustbûna peywendiya di navbera her du welatan li warên cûr bi corên aborî û siyasî û çandî de nîşanda û balkişand li ser wê yekê ku li navbera Komara Tatarîstan û Herêma Kurdistanê da bingehên hevbeş gelek hene û dikare bi navê berjewendiya her du aliyan de karê pêkveyî li warên hevbeş da bê kirin. Li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Komarê Tatarîstanê taybetmendiyên cografî û demografiyên welatê xwe ji bo Serok Barzanî şîrove kir û ji bilî wê balkişand li ser şiyan û potansiyelên Herêma Kurdistanê ya pêşketina li paşarojê de û wê yekê jî xiste rû ku li demeke gelek kêm da Kurdistan kariye karên gelek baş bike û hengavên mezin bavêje.
Li beranber da Serok Barzanî gelek bi germî bi xêrhatina Serok Komarê Tatarîstanê û şanda li gel kir û amadehiya Herêma Kurdistanê jî ji bo pêşxistina peywendiyên li warên cûr bi cûrên aborî û bazirganî û pîşesaziyê de nîşanda. Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî bi kurtî dîroka xebat û têkoşîn û êş û janên gelê Kurdistanê û jenosayd û wê zulm û sîtema ji aliyê Hikûmetên Iraqê ve li ser gelê Kurdistanê da hatiye ji bo şanda mîhvan behs kir. Serok Barzanî ji bilî balkişandina destkeftên xelkê Kurdistanê, balkişand li ser wê yekê ku eve yekemcare derfetek ji bo gelê Kurdistanê direxsê kar ji bo xwe û welatê xwe bike û li gor wan qurbaniya gelê me daye ew destkeft gelek kêmin. Serok Barzanî li beşekî dinê axaftina xwe de behsa pêvajoya siyasiya Iraqê û rûxana rejîm û pejirandina destûra Iraqê kir û balkişand li ser wê yekê ku li destûrê da Kurdistan li gel Iraqê da şerîke lê belê Bexda pabendî wê destûrê nebû û binpêkir. Di derbarê hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê û encamên wê de Serok Barzanî wê yekê xiste rû ku eger bê û encamên hilbijartinê nebê sedema dirustbûna guhertinek li siyaset û helwestên Bexda de, qeyrana siyasî û emnî kûrtir bibê wê demê Kurdistan neçar dibê xwe biparêzê û nebê beşek ji alozî û giriftên Iraqê.
Taybetmendiya dîrokî û çandî yên Herêma Kurdistanê û warên geştuguzariyê mijareke dinê hevdîtina di navbera Serokê Herêma Kurdistanê û Serok Komarê Tatarîstanê bû.