Rastî serdanekey Barzanî
Peywendiyekanî Turkiya û Herêmî Kurdistan xerîke hengaw berew beresmî bûn denê sereray zor girftî wa eger îradey siyasî behêz nebêt, ewa pêdeçêt le her lehzeyekda bigerêtewe xalî sifir û serlenuwê uşe şerengêziyekanî le wêney “Turkiyayî dujmin” û “Kurdî cudaxwaz û yarmetîderî terorîstan” ferhengî siyasîman biteninewe.
Be tenîşt berew pêşçûnî peywendiyekanewe, serdanî Wezîranî Derewe, Nawxo û Bazirganî û wefde ciyawazekanî tirî Turkiya bo Herêmî Kurdistan û biryarî kirdinewey konsolxaney Turkiya û be pêçewaneşewe dawetkirdinî Mesûd Barzanî Serokî Herêmî Kurdistan û kobûnewey le gel her yek le Ebdulla Gul, Serok Komar Receb Teyîb Erdogan, Serok Wezîran û Ehmed Davudoglu û çendîn kobûnewe û bînînî tirîş, honînewey çîrok û metelî seyr heye. Helbet beşêkî zoriyan le hestinekirdin be berpirsiyarêtî siyasî û beşêkî tirîşiyan derencamî cîhanbîniyekî zor sadeye ke nakirêt ewey serukarî le gel kayey siyasî û roşinbîrî da hebêt û çend dîmenêkî serwextî girjiyekanî Turkiya û Herêmî Kurdistanî bêtewe yad, bew şêweye lem berew pêşçûnane birwanêt.
Salanî newed, be hoy têweglanî hizbe Kurdiyekanî Herêmî Kurdistan le şerî PKK û diwatirîş dirêjekêşanî şerî nawxo, peywendiyekanî Herêm û Turkiya ta lêwarî şerêkî naberanber roşt. Prosey azadî û xwastî Turkiya bo hatine nawewey Herêmî Kurdistan be hêzêkî gewrewe û westanewey Herêmî Kurdistan be ruwî ew dawakariyeda, bargirjî ziyatirî ta ew endazeye dirust kird ke qisey bazarî beranber yektir bikirêt.
Doxî ew çend sale le girjî, uwêney nacorî lay yektir dirust kird, pêwerî nîştîmanperwerî bû bewey “be êstayşewe lay beşêkî zorî xelkî” ta Turkiya dan be dewletî Kurdî da nenêt û tewawî mafekanman neselmênêt, nabêt ne mameley le gel û neserdanî bikeyn.
Le berewey ême Herêmêkî pênc milyonîman heye” taku êsta şuwênewarî dû îdareyî nesrawetewe be tewawî”, debêt Turkiya kirnûşman bo berêt û tewawî heqekaniman bidatewe.
Yekêk le kêşe gewrekanî dinyayî ême eweye be xeyalî şa’îrane bîr dekeynewe, bew manayey ewey le xeyalî xoman da wêney dekeyn pêwîste ewîtir le waqî’da boman resm bikêşêt.
Pêş salî 2002 be Kurdî axaftin qedexe bû, daninan be dozî Kurd û hewldan bo çareserkirdinî le ferhengî siyasî Turkiya da nebû. Le ferhengî dewletdarî da, Herêmî Kurdistan cêgay qelemrewî her dû binemaley Talebanî û Barzanî bû nek Herêmêkî Kurdî tenanet wek îdarey bakûrî Iraqîş nawî nedehênra.
AKP hendêk taboy şikand. le pêş da belênî nêw bangeşey helbijardin, kirdinewey telefizyon be zimanî Kurdî” eger çî le astî pêwîstda niye”, be resmî baskirdinî dozî Kurd le nêw Perleman û pesendkirdinî projey kiranewey demokratî. Serdanî wefde balakanî Turkiya bo Herêmî Kurdistan û kirdinewey konsolxanewe û be resmî bangehêştkirdinî Serokî Herêmî Kurdistan bo Turkiya û kobûnewey le astî bala da, çend hengawêkî îcabî baş bûn û pêwîst dekat pêşwazî lê bikirêt. Aya ew çend hengawe hemû mafekanî gelî Kurdin û dawa û hewlî tirman nabêt lew ruwewe? bêguman nexêr ewane şitî zor seretayîn û rêgayekî dûr û dirêj mawe.
Serdanekey Mesûd Barzanî bo Turkiya kardanewey corawcorî le layenî Kurdî û Turkî le ser herdû astî siyasî û î’lamî beduway xoyda hêna. Hene be serdanêkî îcabî wesfî deken û birêkî tirîş pêyanwaye kirdin û nekirdinî wek yeke.
Resmî serdane bem şêweye serinc be duway xoy da dênêt:
Yekem: Serdaneke be dawetnameyekî resmî Wezaretî Derewey Turkiya bû le ser raspardey Receb Teyîb Erdogan Serok Wezîranî Turkiya wek Ehmed Davudoglu le kongre rojnamenûsiyeke da amajey bo kird.
Duwem: Dîdarekan le astêkî berz da bûn. Kobûnewey Barzanî le gel Serok Komar, Serok Wezîran, Wezîranî Derewe, Nawxo û Bazirganî û berpirse balakanî asayîş.
Sêyem: Xalî îcabî birîtî bû le danpêdananêkî seretayî be Herêmî Kurdistan le derewey nawênanî û tenha amaje bo kirdinî wek îdarey bakûrî Iraq.
Çarem: Nawnehênanî Herêmî Kurdistan û berznekirdinewey alay Kurdistan le hîç yek le kobûnewe û kongre rojnamenûsiyekeda mayey nîgeranî bû bê ewey le babex û nawerokî serdane kem bikatewe.
Pêncem: Cîge le bu’de siyasiyeke, bu’dî abûrî û bazirganî û emnî be sîmay pêkhatey wefdî Herêmî Kurdistan û Turkiyawe debînra.
şeşem: Pêdagîrî le tundutolkirdinî koy peywendiyekan û çareserkirdinî dozî Kurd le Turkiya û aktîvkirdinî prosey siyasî le Iraq û rewanîn le maddey 140 wek madde û pirsêkî nawxoyî, bo her dû la îcabî bûn.
Hewtem: Mawey serdaneke û kobûnewey Barzanî le gel BDP, destebijêrêk le rojnamenûsan û senterî tuwêjînewe siyasiyekan û bazirganan le Estembul û ew giringîpêdane î’lamiye be her dû layene îcabî û selbiyekeyewe, nakirêt xwêndinewey waqî’î bo nekirêt.
Le perawêzî hemû ewaneda aya Barzanî wek Serokî Herêmî Kurdistan yan bazirgan û Serok binemaleyek pêşwazî lêkira?
Wezaretî Derewey Turkiya be sîfetî Serokî îdarey bakûrî Iraq bangehêştî resmî Mesûd Barzanî bo Turkiya kird. Pêşwaziyekanîş lew aste berzaneda giringî serdanekey derxist bê ewey xoman lew rastiye bibuwêrîn be hoy wez’î nawxoyî Turkiyawe, Turkekan xoyan le hendêk etekêtî dîplomasî parast ke rasttir û îcabîtir bû eger biyankirdaye. Le gel hemû ewaneş da sazîş nekirdin le ser mafekanî gelî Kurd û wergirtinewey qonax be qonax, debêt beşêkî serekî ecênday siyasî û nîştîmanî serkirdayetî Kurd bêt û hewlî ciddî bo bixirêteger.
Le gel Turkiya le ser rastehêlî peywendiyekîn, xalî hawbeş û ciyawazî zorîş heye. Pêwîste sazîş nekirdin le ser mafe neteweyiyekanî binemay serekî bêt û mameleyekî waqî’iyane le ser astî dîplomasî le gel yek da bikeyn.
Xelef Xefur