Kê debêt sûdmendbêt le kiranewey Herêm be ser Turkiya da?
Ewey le gel geyîştin û danîştinekanî Serokî Herêm bo Turkiya buwe cêgey nîgeranî zor kes meseley helnekirdinî alay Kurdistan bû, eme le katêk da waqî’êk heye delêt ême beşêkîn le Iraq û meseley pêdagirtin le ser helkirdinî alay Kurdistan cextkirdineweyekî bêhudeye le ser ewey Herêmî Kurdistan nîştîmanêkî azade û hikumetêkî azadî tiyaye û hîç peywendiyekî be Iraqewe niye û Turk rêzî lê negirtuwîn, le katêk da Kurd şerîke beşî gewrey Erebe le Iraq da û Serokî Herêm weku Iraqiyek bangehêştkirawe nek weku Serokî wilatêkî azad. Zor kesîş uway bo deçin ke eme îtîraf nekirdine be bûnî Kurd, le katêk da ruwiyekî bangehêşteke bo xoy eger Turk xoşî neyewêt îtîrafêkî nawerokî (zemnî) û narastewxoye be bûnî mîlletî Kurd. Egerçî bangehêşteke bo xoy le layen Turkewe bo deskewtinî ziyatirîn bir le berjewendî Turke le Herêmî Kurdistan da, belam pirsiyareke eweye aya îdarey Kurdî em hele çon eqozêtewe û çon karî çarenûssazî le ser dekat û çon sûdî lê werdegirêt? Eger Turk mebestîşî nebêt dan be hebûnî mîlletî Kurda binêt, waqiêk heye natwanêt nikulî lê bikat û bigire lemro da hîsabî gewrey bo dekat, ewîş eweye Herêmêkî Kurdî azad be qursayiyekî siyasî stratejî gewrewe le nawçeke da weku drawsêyîekî buwete waqî’êk û debêt mameley le gel bikat. Merc niye ême hemîşe çawman lewebêt aya Turkiya çon le ême derwanêt, her wek merc niye ême Turkiya weku dagîrker seyr bikeyn, belku bedest îdarey siyasî Kurdiye ke waqîêk le corêkî tir beser Turk da ferz bikat, ewîş eweye emro mîlletêk heye le herêmêkî ta radeyek azad da dirawsêyî Turke, çend Kurd pêwîstî be xakî Turkiya heye weku derwazeyek be cîhanî derewey debestêtewe be heman şêwe Turk pêwîstî be xakî ew herême heye bo saxkirdinewey kalakanî û bazar peydakirdin û bazirganîkirdin, ke wate ruwiyekî meseleke berjewendî hawbeşe û ruwiyekî tir bo Kurd çarenûssaze û kêşey Kurd le ser xakî Turkiya dexate mîzanewe.
Êsta Kurd etwanêt mercî xoy zor be hêmnî û serdemiyane bixate berdem Turk, eger wereqey Kerkuk be hêztirîn wereqey destî Turk bêt ke Kurd lêyî detirsêt û hîsabî bo dekat, eşê kêşey Kurd û be taybet PKK eş wereqeyekî be hêz bêt ke îdarey siyasî Kurdistan mîsawemey le ser bikat û be asanî piştguwey nexat.
Eger çî mebest le serdaneke siyasî û neteweyî niye, ziyatir bo dariştinî binemakane bo peywendiye abûrî û bazirganiyekan, belam peywendiye abûriyekanîşin ke debine binemayekî pitew bo dariştinî peywendiyekî siyasî stratejî bo dahatû, ke eşê her em peywendiyeş le ciyatî ewey be tenha Turk lêyî sûdmendbêt, Kurdîş zîrekane le palîda kar bo çareserî dozî Kurd le xakî Turkî da bikat, bewey le ciyatî kirdinewe û walakirdinî dergakan be ruwî hunermendan û kopîkirdinî program û muzîk û wergêranî şakar û berheme edebiye Turkiyekan bo Kurdî, cîge le restorant û kompanyakanî xanûbere, eşê pêçewaney bikeynewe û ême huner û muzîk û restorant û kultûr û zimanî biguwêzînewe bo naw Turkiya û aşnakirdiniyan bewey ke mîlletêk heye le ser xakekeyan debêt lem core peyendiyane sûdmendibêt, eşê hengawêkî lem core berjewendiyekî neteweyî be şêweyekî narastewxo tehqîq bikat eger jîrane bîqozînewe.
Venus Fayiq
[email protected]