Naveroka Hevpeyvîna Barzanî li gel televizyona FRANCE 24
* Bi xêrhatî birêz Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê: Gelek spas
* Spas ji bo we jî… Gelek car Kurdistan bi Iraqekî din tê wesif kirin, ew taybetmendiya ewlehiya Herêma we çawa pêkhatiye?
Serokê Herêma Kurdistanê: Herêma Kurdistan beşeke ji Iraq, lê belê pêvajoya wê ya aram û aramiya ewlehiya Herêmê xala cûdakeriyêne ji beşên dinê Iraqê. Me jî herdem kar ji bo geşkirina vê ezmûnê ji bo hemû beşên Iraqê kiriye û heta niha jî ji bo wê kar dikîn û hêvîdarîn hemû navçeyên Iraqê wekî Herêma Kurdistanê aram û hêminî bin.
* Pêvajoyeke cûda ya siyasiya îro li Iraqê da tê holê ku aliyên eşîrtiyê kontrolê kiriye. Gelo niha meseleya dabeşkariya eşîrî li paş vekişandinê daye?
Serokê Herêma Kurdistanê: Berî hemû tiştekî spas ji bo xwedê Herêma Kurdistanê xwedî kultura lêborînî û pêkve jiyana neteweyî û olî û mezhebî buye. Ev kultur jî li hundirê Kurd da heye û bi awayekî çalak li reftarên xwe da reng dide. Ji bo wê yekê jî me tu giriftekî mezhebî û tu giriftekî di der barê wê dabeşkariyê ve tûne.
* Gelo hûn çawa temaşa proseya siyasiya îro ya Iraqê temaşe dikin. Îro Mesûd Barzanî bi çi awayekî hikûmetê dixwazê û piştgiriyê lê dike?
Serokê Herêma Kurdistanê: Destûr nasnameya Iraq û awayê hikûmetê diyar kiriye. Hikûmeta Iraqê Hikûmetekî federale û Iraq welatekî federalî fireh netewe û ol û mezhebe. Ez dixwazim Hikûmetekî nîştîmanî hukma Iraqê bike, ku baweriya wê bi hukma federalî hebê û baweriya wî hebê û mumareseya sîstema federalî li Iraqê de bike.
* Gelo hûn ji awayê pêwendî kirina li gel aliyên siyasiyên Iraq û dam û dezgehên dewlet û li gel sîstema federalî de razîne?
Serokê Herêma Kurdistanê: Cûdahiya li bîr û ra û helwestan da heye, lê belê li nûnertiyê da zêdetir rehaya xelk deng bi vê destûrê da, ku pênaseya vê dewletê destnîşan kiriye û têda hatiye gotin, Iraq welatekî Federaliye, bêguman jî em hemû li ber ezmûnekî nû ya demokrasiyê dane, ku zêdetir li gel wê nêrînê ne.
* Gelo bersîva we çiye, ji bo wan kesên ku dibêjin Federalîzm metirsiye ji bo parçe parçebûnê?
Serokê Herêma Kurdistanê: Nexêr ez berevajiya wê bi rasttir dibînim, em ji ezmûna yek hizb û yek tayfe û takekesê jiyane û li encama wê siyasetê da Iraq bû welatekî wêran, ji bo wê yekê nabê siyasetekî wiha dûbare bikîn ku ezmûn şikest anîna wê pejirand, ez bawerim federalîzm baştirîn û serkeftîtirîn çareseriya pirsgirêkên Iraqe.
* Gelo ev mesele wiha nake ku li başûrê Iraqê jî heman awaya hukma li Herêma Kurdistanê bo xwe bixwazê?
Serokê Herêma Kurdistanê: Destûr li Iraqê wê mafê bi hemû hemwelatiyan daye, 2 an 3 an 4 parêzgeh dikarin rêk bikevin û herêmek pêkbînin ev mesele jî ji bo hemwelatiyên wan navçeyan hatiye hiştin, her yekêtiyekî dilxwazî dibê bi hêzbûna Iraq û yekêtiya nîştîmanî bi hêztir dike, ezmûn jî selmand tu yekgirtinekî bi zorê û tu dabeşkariyekî bi zorê ser nakevê.
* Pêwendiya we li gel Hikûmeta Navendî ya Iraqê da çawane?
Serokê Herêma Kurdistanê: Em beşekîn ji wê Hikûmetê, raste gelek car ew pêwendî rastî pirsgirêkan hatiye, lê belê em beşekîn ji wê Hikûmetê û em niha bi warê pêkanîna Hikûmeteke nû ne, ew nakokiyên li gel wê hikûmeta ku niha berdewame hebûn bûne beşek ji paşarojê û pêwîste niha kar ji bo pêkanîna Hikûmeta nû bikîn.
* Helwesta we li wê danustandin û guftugoyên di der barê pêkanîna Hikûmeta paşaroja Iraqê didin çine? Bi watayekî din li kuderê wê danustandin û guftugoyanin?
Serokê Herêma Kurdistanê: Berjewendiya Iraq ji bo me gelek girînge û niha jî şanda me wate şanda Kurdistanî bi mebesta danustandina di der barê pirsên cûda cûdayan ve li Bexdaye û nêrîna wê ewe ku Hikûmetekî hevbeşa nîştîmanî hevseng û rasteqîne pêkbê û her bi vê arasteyê jî kar dikin.
* Gelo girifta neft û dabeşkirina dahata neft hate çareser kirin?
Serokê Herêma Kurdistanê: Em bi naveroka destûrê ve girêdayîne, destûr dibêje: Neft û xaz dahat û mulkê hemû gelê Iraqe, me li ser wê xalê tu pirsgirêk tûne û em girêdayî wêne. Li wan demên derbasbûyî de li gel Wezareta Nefta Iraqê gihîştîn peymanek di derbarê danîna wê peymana li Herêma Kurdistanê da hatibû wajo kirin, ez bawerim ew girift niha hatiye çareser kirin.
* Êdî ji bo çi gelek car têgotin ku Herêma Kurdistanê tu girîngiyek bi rênimayiyên Hikûmeta Navendî nade di der barê pirsa neft ve?
Serokê Herêma Kurdistanê: Ez dûpat dikim me destûrê binpê nekiriye û reftara me li dijî destûrê da nebuye, cûdahî li tefsîr kirina hinek bendên destûrê hebû, hinek car jî diviya giriftekî şexsî li navbera Wezareta Samanên Sirûştiyên Herêm û Wezareta Nefta Iraqê derkevin, lê belê ew qonax li ser çû.
* Gelo kompanyayên Fransa heta çi radeyê çansê beşdarbûnê li projeyên warî uzeyê li Kurdistanê de heye?
Serokê Herêma Kurdistanê: Bêguman Herêma Kurdistan ji bo hemû kompanyayên Fransa vekiriye û ez bawerim kompanyayên Fransiyan li warê neft de çend îmtiyazatêk li başûrê Iraqê jî hebuye.
* Projeyekî Fransî wiha mijule li Hewlêrê bête bi cîh kirin bi navê mala kiştukal, ku wate warê din hevkarî li gel Fransa heye gelo hûn dikarin bi kurtî di derbarê wan projeyan behs bikin?
Serokê Herêma Kurdistanê: Niha Hikûmeta Fransa û kompanyayên Fransa giringiyeke zêdetir bi Iraqê didin bi taybetî li gel Herêma Kurdistan, piştî hevdîtina min jî li gel Serok Sarkozy me hevdîtineke dûr û dirêj li gel cenabê Wezîrê Derve hebû yadaştekî piştgîrî û hevdû têgihiştinê li navbera Herêma Kurdistan û Fransa wajo kir û li gel hejmarek ji nûnerên kompanyayên Fransa civiyan, ez pêşketinekî gelek mezin û gûhertineke ber bi çav li pêwendiya aborî û bazirganiya li gel Fransa de dibînim.
* Piştî pirsgirêka we ya li gel Tirkiye yê hevsûyê we, pêwendiya di navbera we û Tirkiye gihişt çi astê?
Serokê Herêma Kurdistanê: Berî serdana Fransa min serdana Tirkiye kir û serdan jî bi hemû pêweran serkeftî bû, pêşketinekî gelek diyar û ber bi çav li pêwendiya aborî û bazirganiya li navbera me û Tirkiyê da heye. Di der barê pirsa Kurdî jî li Tirkiye gûhertineke mezin li siyaseta Hikûmeta Tirkiye li vî der barî de hatiye holê, îro hebûna gelê Kurd li Tirkiye tê qebul kirin.
* Êdî pirsgirêka PKK?
Serokê Herêma Kurdistanê: Eve jî yek ji wan babetan bû ku hate axaftin li serdana min ya Tirkiye baweriyeke hevbeşî jî di der barê mumkîn nebûna çareseriya serbaziya van pirsan heye, belku pêwîste bi piştî çareseriya demokrasî û aştiyane ji bo çareser kirina vê pirsê bibînin, eve ji bilî li destnîşankirina sedemên vê pirsê û dîtina çareseriyêye. Em piştgiriyê li helwesta Hikûmeta Tirkiye dikin ji bo çareseriya aştiyane pirsgirêkeke û eve jî hêviya meye.
* Gelo raste serkeftina Herêma Kurdistana Iraq dewletên hevsû ditirsênê, ji ber ku li nav welatê wan de jî Kurd heye?
Serokê Herêma Kurdistanê: Dibe ku ew nêrîn li demên derbasbûyî de hebê, lê belê ez bawerim niha ew dewlet baweriya wan bi wê yekê hat ku pêşketina Herêma Kurdistanê sûd ji bo pêwendiyê li gel wan dewletan dibê û mumkîne Herêma Kurdistanê bibê pirek li navbera wan dewletan û Iraqê de, ez bawerim niha ew nêrîn û baweriya wan nemaye.