Barzani bû mêvanê balyozxana Iraqê
Di berdewamiya serdana Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ya ji bo Feranseyê û civînên vî yên bi Rayedarên vê welatî re, balyozxaneya Îraqê li Feranseyê jî Serokê Kurdistanê vexwand şîvê.
Di şîva han de ku, li ser şerefa Serok Barzanî hatibû amade kirin hijmareke Dîplomat, Siyasetmedarên Kurd, Îraqî û Cîhanî û hijmareke Kurdên nîştecîh li Feranseyê jî amade bûn, Konsulusê Îraqê yê li Feranseyê peyvek pêşkeş kir.
Çavkanî di nava peyvên xwe de balkêşande ser bandore Serok Barzanî û Malbeta vî ya li Kurdistan û Îraqê de û eşkere kir ku, her çend niha Serok Barzanî Serokê Kurdistanêye jî lê li ser asta Îraq û Herêmê de jî kesayeteke bihêz û têgehêştiye.
Pişt re Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî jî peyvek pêşkeş kir û balkêşande ser serdana xwe ya ji bo Feranseyê.
Serokê Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de balkêşande ser kar û çalakiyên Konsulusxaneya Îraqê ya li Feranseyê û eşkere kir ku, ez niha wisa his dikim ku di nava Konsulusxaneya welatê xwe deme.
Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, pêwîste Konsulusxaneya Îraqê ji bo tevahiya Îraqiyan bêyî cudatî bixebite.
Ktv