Dostê kurd Osvald Söderqvist çû ser dilovaniya xwe
Endamê Partiya çep û parlementerê kevin yê Swedî Osvald Söderqvist li bajarê Sävsjö jiyana xwe ji dest da. Osvald Söderqvist dostek kevin yê gelê kurd bû. Cara yekem wî di salên 70-an de, pirsa kurd kir rojeva siyaseta Swed de û pirsa kurd kir babetek yê rojeva parlementoya swedê jî.
Osvald Söderqvist gelek pênaberên kurd li swed eleqeder dibûya û gelek civîn li gel wan dikiran û piraniya çelekiyên kurdan li Swed amade dibûya û pişgiriya xwe ji bo tevgera kurd di temamê Kurdistanê de radigihand.
Osvald Söderqvist 8-ê meha hezîranê çû ber dilovaniya xwe. Wefata Osvald Söderqvist di nav kurdan de bû cihê xemginiyê. Wezîrê gencan û Werziş yê qabîneya pêncê û nûnerê hukumeta herêma Kurdistanê yê berê Taha Berwary nameyek ya taziyê pêşkêşî partiya çep a swedî û malbata Osvald Söderqvist kir.