Polîtîk

Newşîrwan dibe kandîdatê parêzgarê Silêmaniyê

Silîmanî – Biryar e di dawiya meha cotmehê ya dahatû de hilbijartina civatên parêzgehên Herêma Kurdistanê bi rê ve biçin û li gor zanyariyên ku gihîştine destê rojnameya Aso’yê jî, serokê Bizava Goranê Newşîrwan Mistefa dê li parêzgeha Silêmaniyê xwe bo posta parêzgarê Silêmaniyê namzet bike.

Her çend e berdevê Lîsteya Goranê Mihemed Tofîq Rehîm diyar dike ku ew nûçe bêbingeh e lê rojnameya Aso cext li ser zanyariyên ku di destê xwe de ne dike.

Pêştir jî rojnameya Asoyê belav kir ku Bizava Goran dil heye bibe partî û daxwaza îcazeyê  ji hikûmetê bike. Di wê demê de jî Mihemed Tofîq Rahîm wê nûçeyê red kiribû piştî çend rojan jî ew nûçe di kenalên ragihandinê de jî hate belavkirin.

Li hemberî vê nûçeyê çavdêrên siyasî acêb man. Çimkî piştî Raperîn(Serhildan) û yekem hilbijartina demokratîk li Herêma Kurdistanê û damezrandina hikûmeta Herêma Kurdistanê, Newşîrwan Mistefa çendîn postên bilind ên îdarî û hikûmî red kiribû lê niha xwe bo posta parêzgariyê namzet dike.

Parlamenterekî Lîsteya Kurdistanî jî diyar kir ku ajandaya Newşîrwan Mistefa tenê di çarçovay Silêmaniyê de ye, lewra wî dûr nizanî ku ew wî gavî bavêje.

Roja 31.1.2009’an de hilbijartina civata parêzgehan a Iraqê ji bilî Kerkûkê û Herêma Kurdistanê, di 14 parêzgehan de bi rê ve çûbû. Di çend rojên bihurî de jî serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Ferec Heyderî jî ragihand ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bo birêvebçûna hilbijartina civatên parêzgehên Herêma Kurdistanê dawiya meha cotmehê destnîşan kiriye. Di van demên nêz de jî hikûmet dê nivîseke fermî ji bo pêkanîna hilbijartina parêzgehan pêşkeşî Serokatiya Herêma Kurdistanê bike, da ku komîsyon xwe bo dema diyarkirî amade bike.

(Dengê Azad)

Back to top button