Nabe kesek di rêya yekrêziya rojavayê Kurdistanê de bibibe asteng

Piştî serdana fermandarê HSDê ya Hewlêr û hevdîtina li gel serok Barzanî, rojeva siyasî û pêvajoyek nû li rojavayê Kurdistanê destpêkiriye. ENKS jî li gora vê pêvajoya ku nû dê destpêbike xwe amade dike û siyaseteka ku, pêvajoyê ve bigunce rêve dibe.
Rewş kifşe û tişta ku pêwîste bê kirin jî gelekî zelale, lê mixabin heta wek vê gavê jî siyaseta PKKê ya ne kurdewarî berdewam dike. PKK ji bo xwe li ser ling bigre li derê herêmên Kurdistanê şer dike, eger ev siyaseta PKKê berdewam be, dê ev şer bikeve herêma Kurdistanê jî û ev yek ji bo kurdên rojavayê Kurdistanê dibe destpêka malwêraniyek nû.
Di vê derbarê de rolê HSDê derdikeve pêş. Rejima nû ya Suriye helwesta xwe di derbarê HSDê de kifş kiriye. Ya dê xwe fesih bike û bi temamî radestê rejima nû ya Sûrî bike yan jî dê şerê wan bêkirin. Ji hêzên Amerikayê pêve tu demanek a HSDê tuneye. Ji berî niha li Serêkaniyê û Girê Spî hate dîtin ku, dema Amerika bê deng be yan xwe vekişîne tu şansekî HSDê ku şer bike û xwe niparêze namîne. Ji vê gavê pêde li rojavayê Kurdistanê siyasetek çewt dibe sedemê wêrankirina rojavayê Kurdistanê.
Ji bo vê wek gelek cara hatî gotin ji bilî ku HSD/PYD xwe ji PKKê xalî bike û li gel ENKSê hevkariyekî bike û yekrêziyeka Kurdistanî pêkbîne ti rêyek din nemaye.
Li bakurê Kurdistanê ew siyasetamedarên PKKê yên ku, serok barzanî bi xiyanetê itham dikiran ,îro mecbur bûne rolê serok Barzanî di vê pêvajoyê de bidin pêş. Daxûyaniyên van siyasetmedaran di derbarê hevdîtina serok Barzanî û Mazlum Ebdî de, ne gelekî ji dilin. Erênî dinirxînin lê mixabin bi zimanek taybet behsa erêniya vê hevdîtinê dikin. Tişta ku mirov ji wan re bêje eve: Vêca bese we xeyal û xewnên milletê Kurd heba kirin. Rastiya heyî bibînin û mejiyê xwe ji dilîtiya siyaseta dijê Kurdistanê azad bikin.
Tê zanîn ku eger roja ewil aliyên girêdayî PKKê guh bidan bangên serok Barzanî dê niha rewş bi awayek din bûya. Eger peymanên Hewlêr 1-2 ê peymana Dihokê biketa jiyanê dê li rojavayê Kurdistanê niha behsa pêvajoyek din bihata kirin.
Divê her kurdek siyasetmedarek vê yekê bibîne ku, PKK bi tevahî ber bi pêvajoyeka tunebûnê ve diçe. Hêdî hêdî dewlet û hêzên ku PKKê rêve dibin, pêwendiyên xwe li gel PKKê sist dikin û dema qonaxa ji bo wan pêwist bê,dê bi temamî dev ji PKKê berdin. Hingê PKK bi temamî têkdiçe.
PKK hem tehdîtêke li ser kestkeftiyên Kurdistanê bi hemû awayî û hem jî astenga herî mezine di rêya destxistina mafên netewî yên kurdan de û ya ji hemûyê jî girîngtir PKK li dijê dewletbûna Kurda tevdigere û ev erka PKKê ya serekeye.
Heta kurd bi gelemperî û aliyên siyasî, bi vê rastiya PKKê tênegihin û ji aliyek din heta ku hewldana hinek aliyên Kurd û siyasetmedarên kurd yên feydeyê ji PKKê wergirtinê dê dawî werê û rastiya rûbide dê bibe dawiya xeyalên wan yên destxistina berjewendiyên kesayetî.
Cardin divê bê dubarekirin ku, Ji bilî yekitiyek di nava Kurdên rojava de ,tu rêyek din tuneye ku, kurd bighin mafên xwe. Ev yek jî, ji vekişandina PKKê ji rojavayê Kurdistanê ye.
Di van demê dawî de hinek kaşo akilmend derketine,dibêjin bila kurdên rojava xwe ji Qendil û ji Hewlêr dûrbêxin û yekitiya xwe avabikin. Ev gotar provakasyona herî bi xetere ku tê kirin. Ew kesayet tovên wan ji aliyê îstixbarata rejima Esad hatiye avêtin û rastî jî zîwana a di nava tevgera Kurd de ne. PKK gelek cara ew bi karanîne û niha jî bi tektîkekî erzan van gotina bi wan didin gotin.
Di rewşa îro de, hevce nake kû Mirov xwe hirde wirde bide. Divê her kes bi zelalî dîtina xwe bêje û hevkariye yekrêziya kurdan li rojavayê Kurdistanê bike.
Hewlêr demana yekgirtina tevgera Kurd de li rojavayê Kurdistanê, hewlêr ji bo yekrêziya Kurda tevdigere û hemû hewldanên xwe ji bo destxistina mafên rewa yên gelê kurd dike.
20.01.2025
Nêrîn/Şirove