Donald Trump di mîtînga xwe ya serokatiyê de yekem peyamên xwe dan

Donald Trumpê ku di hilbijartinên serokomariyê yên Amerîkayê da bi ser ket û bû serokomarê 47emîn ê vî welatî di mitînga beriya merasîma sondxwarinê de got, “Sibe ku roj biçe ava wê dagirkeriya welatê me biqede.”
Donald Trumpê ku di hilbijartinên 5ê Mijdara 2024an de li Amerîkayê hatin kirin bi ser ket, îro (20.01.2025) bi sondxwarinê dê bi fermî dest bi kar bike. Trump beriya sondxwarinê di çalakiya ku li Capital One Arena ya Washingtonê hat lidarxistin de bi alîgirên xwe re hat bal hev.
Trump di mîtînga “Make America Great Again Victory Rally” ya li Capital One Arena ya li Washingtonê de, ji bi hezaran alîgiran re got ku ew ê bi lez ewlekariya sînor bicîh bîne, ku sozek navendî ya kampanyaya wî ya serokatiyê ye.
Trump got, “Sibe ku roj biçe ava wê dagirkeriya welatê me biqede” û bal kişand ser biryardariya xwe ya li ser koçberiya qaçax û ewlehiya sînor. Trump di destpêka axaftina xwe de got, “Em bi ser ketin û ev serkeftin dê ji nû ve bibe destpêka bilindbûna Amerîkayê.” Trump got ku ew plan dike ku operasyona herî mezin a dersînorkirinê di dîroka Dewletên Yekbûyî de ji bo têkoşîna li dijî koçberiya neqanûnî bide destpêkirin.
Elon Musk ku di mîtîngê de axavtinek kir, piştgiriya xwe ya ji bo Trump dubare kir. Di çalakiyê de ji bilî Musk, kesayetên navdar ên Partiya Komarî û endamên şêwirmendên Trump jî axivîn.