Cîhan

Pûtîn pîrozbahiya Trump kir û got, “Ez ji diyalogê re vekirî me”

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn pîrozbahî li 47emîn Serokê Amerîkayê Donald Trump kir. Pûtîn di peyama xwe ya pîrozbahiyê de wiha got: “Em li Ukraynayê aştiyeke demdirêj dixwazin.”
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn beriya merasima sondxwarinê 47emîn Serokê Amerîkayê Donald Trump ku îro bi fermî dest bi wezîfeyê dike, pîroz kir.


Pûtîn di peyama xwe ya pîrozbahiyê de wiha got: “Em pêşwaziya daxwaza Trump a ji nû ve avakirina peywendiyên rasterast di navbera Amerîka û Rûsyayê de dikin û pêşî li Şerê Cîhanê yê Sêyem bigirin.”


Pûtîn ku di axaftina xwe ya li Konseya Ewlekariyê de pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Trump kir, têkildarî şerê Ûkraynayê jî peyam da. Pûtîn got, “Em li Ûkraynayê aştiyeke demdirêj dixwazin” û got, “Em ê ji bo berjewendiyên Rûsyayê şer bikin.”


Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump di merasîma sondxwarinê ya ku îro li Kongresê tê lidarxistin de, bi fermî dest karê xwe dike. Merasîma sondxwarinê ya li paytext Washingtonê tê payîn ku Trump saet di 20:00 GMT de sond bixwe.

Back to top button