Ece Temelkuran

Haldun Dormen, li salona şanoyê ya şaredariya Amedê ku qet li fuayeyên li Stenbolê naşive, qasî ku bi kesek re nekaribe bipeyive, bi telaş e, diçe û dihê. „Lê” dibêje, „hîna cîhên rûnîştina mêvanan ne diyarkirî ne. 10 lezên bo destpêkirina lîstika man!”

 

Wisa diyar e, ku li gel ew qas prowayên bi vê wextê, wî hîna jî xwe hînê 
organîzebûna Kurdan ya leza dawî de û qaydeya wan ya ku li ser prensîba „çer hebe kar wê di rêya xwe de bimeşe” avabûye nekiriye.

Rêza protokolê vala ye, lê hundir tijî û ser hevdu ne. Piştre flaş titeqin û siyasetvanan bi cidiyeteke ecêb cîhê xwe digrin. DTPiyên kevin Ahmet Turk, Aysel Tugluk, BDPiyan Sabahat Tuncel, Filîz Kocalî, serokê saheradriya Amedê Osman Baydemir û walî Hüseyin Avni Mutlu… Leyla Zana jî li wê derê ye.  Li gor rewşa aloziya siyasî li cîhên rûnîştinê eyareke zirav hatiye dayîn. Lê dîsa jî siyaseta Kurd û dewlet di heman salonê de ne jibo ku şanoya  bi navê „Çîrokeke zivistanê” ya ku ji layê Haldun Dormen û Kemal Uzun ji berhema Cevat Fehmi Başkut ya bi navê „Hîna cemed ji hev bernedan!”  hatiye berhevandin, temaşe bikin. Cara yekemîn Perde vedibe û mûzîk! Gelê qezayê stranekê dibêjin… Bi Kurdî…

Lîstîkeke ecêb
„Lîstîkeke” ecêb ev. Ma “Operasyona KCKê” hîna ne dûhê bû? Dozên di derbarê Ahmet Turk û Aysel Tuglukê hatine vekirin… Leyla Zana ku wê jiber sunda xwe ya li meclîsê panzde salan ceza xweribû? Mirina ew qas gêncan? Zarokên ku jiber çend berî avêtine, biharên xwe di hefsan de dirîzînin…A niha ew qas gêncên ku li çiyê dimeşin? Ez qet tiştekî ji „lîstikê” fêm nakim… Ma hûn min fêm dikin, ka lîstik bi Kurdî yen ya… Li gel ku ez bi salan dihêm û diçim van deran û hîna jî min nekariye fêrê Kurdî bibim, a niha jî cezayê wê yekê dikşînim. Jiber ku lîstikê fêm nakim, ez jî li temaşevanan temaşe dikim. Du kursî li kêleka min pîrejinekê heye. Kurê wê li çiyê ye gelo?

Bo nimûne, gelo ew niha wisa hizir dike?

„Ew qas zarok jibo vê yekê?”

Gava ev rêvekirin dest pêkiribû, daykên leşkerên kuştî bi hêrs ketibûn û digotin „Me zarokên xwe jibo vî tiştî şandin mirinê?” û min jî gotibû ku divê siyasevanên me wisa bêjine wan: „Belê jibo vê yekê bû, jibo aşîtiyê bû!”
A niha jî hinekan jibo dayikên Kurdan divê wisa bêje: „Belê jibo vê yekê bû. Jibo ku em bikaribin lîstîkeke wisa normal bi rewşeke normal temaşe bikin. Jibo vê… Çi qasî ecêb ma ne?”

Werger jibo Walî
Belê jibo vê bû… Osman Baydemir, ji guhê  walî re wergera lîstikê dike. Ahmet Turk jî jibo Filîz Koçalî wergerê dike. Gava ronahiyên sehnê li rûyê wan dişewqe, divê hûn rûyên wan siyasetvanên ku bi parçekirina welatî hatine tawanbarkirin temaşe bikin. Jiyana wan bi parastina zimanê xwe derbas bûye. Êdî çi zanim? Qasî wan dê û bavên ku wan di zarokatiya xwe de qet xwedî lîstokeka xwe jî nebûne û paşê bi lîstokeka ji zarokên xwe re kirîne pê dilîzin, qasî wan dê û bavan dilşad in. Îzmîriyan  niha tebesûma Sabahat Tuncelê dîtîbana, gelo niha diketin nav hêrs û kerban?

Bi Tirkî ‘AMADE BE’
Li sehnê akterekî heye, xelk wî wek qeymaqam nas dike lê ew bi xwe ji timarxanê reviyeya, bi rêbazeke ku xelk qet wê nizane, rastê wê rêvebirnê nebûye, xelkî birêve dibe. Evîn heye, şer heye… Li gor  ken û şahiya temaşevanan, nexwe tiştên komîk diqewimin. Mîna van hemî kesên li vê salonê,  ku wan di destpêka seretayî de texmîn dikin ka mamosteyên wan çi dibêje, ez jî wisa texmîn dikim.

Hêy diçe ez jî seh dikim. Balkêş e, di lîstikê de, bes ew peyvên di derbarê dewlet û artêşê de bi Tirkî dihête gotin: “hazirol (amade be), rihet (rawest!).
Tirkek, bes bi guhdarkirina peyvên Tirkî yên di lîstikê de jî dikare fêm bike ka dewlet di vî warê hanê de  de dihête çi wateyê?

PERDYA DUYEMÎ DEST PÊ DIKE

Êdî antrakt! Helbet ev lîstik tiştekî ku ji xwe mezintir e. Serokê şaredaryia Amedê Osman Baydemîr dibêje wateya vê yekê:

“Cara yekemîn e ku birêz Walî dihê lîstîkeke şanoyê ya ku ji layê şaredariyê hatiye bisehnekirin.”

 

Waliyê Amedê ev lîstik (bi wergera Baydemîrî) gelek ecibandiye. Wisa dibêje.
Ev yek prodûksiyana yekemîn ya Kurdî ye ku li Amedê hatiye kirin. Ezameta temaşevanan jî jixwe jiber vê hindê ye. Li derve erbeyên meqaman hatine rêz rêz kirin. Di baxçeyê şarederiyê de zilamekî navîn salî, behsa dîrokeke dûr û dirêj ya bi xwîn dike û dipirse:

„Yanê jibo vê bû?”

Çi qas ecêb… Belê jibo vê yekê bû…

Antrakt xilas dibe. Bi çepikan ve di siyaseta Kurd de perdeya duyemîn dest pê dike.

Ji Mexmûrê bo sehnê…

Piştî ku lîstik xilas dibe, li sehnê, qasî vê „yekemîn mûzîkala Kurdî” watedar, „lîstikeke din” dest pê dike. 
Dormen gelek bi heyecan wisa diaxife:

„Ev yek bûyera herî bi heyecan, herî xweşik ya jiyana min e.”

 

Serokê şaredariya Amedê Osman baydemîr dest bi axiftinê dike û dibêje „Berfên 70-80 salan êdî hêdî hêdî dihelin!” û paşê jî waliyê Amedî Huseyîn Avnî Mutluyî dawetê sehnê dike. Piştî lîstikê bûyera herî ecêb û watedar diqewime û Gulbihar Çîçekçî û Ayşe Kara ku ew ji Kandîl û Mexmûr hatibûn, li sehnê qefteke gul didin walî û qeftek ji bo Dormenî.

Em dikarin navê wê rewşa hanê wisa bi nav bikin „Em li ku derê bûn û hatuin ku derê?” û piştî vê bûyerê jî ev car li kulîsan sohbet dest kirin. Gelek sohbetên balkêş û ecêb… Walî kesên li dewr û berên wî kombûne re wisa digot:  „Ez fikirîm û paşê min biryar da ku bihêm û lîstikê temaşe bikim. Wele gelek baş jî bû.”

Piştî vê „şeva aşîtiyê” sibetirê min ji Ahmet Turk pirsiyar kir, „kesên ku bedel dane, ew dê belkî pirsiyar bikin û bêjin, ma jibo vê yekê bû?” hûn dê çi bêjin?”

„Ev normalbûn girîng e. Kurd jî divê derfeta normalbûnê baş bikar bihînin. Tirk û kKurd divê bibînin ku dewra wesayetê ji ortê radibe.”

Gulbihar Çiçekçî, ku ew yek ji kesên ji Xabûr hatibûn bû, digot ku piştî „jiyana kampê” jiyaneke normal û sehne jibo wê biyanî dihê û ew hîna nikare xwe hînê vê jiyanê bike…

Jixwe ji aliyekî ve operasyon dihatin berdewamkirin û ji alîyekî ve jî sehneyên aşîtiyên bi çîçekan, pêvajoyeke wisa bû ku hîna çi kesek nekarîbû xwe hînê vê jiyanê bike.

http://www.ecetemelkuran.com

 

Werger:

(KNN/Zagros Baran)

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: