Pêwendiyên Amerîka û Tûrkiye ber bi kû ve diçin?
Li Amerîka Komîteya Karûbarên Derve ya Meclîsa Nûneratîyê, bûyera sala 1915-ê Tirkan li ermeniyan kirî wek jenosîd qebûl kir. Eve demeke ev pirs di rojeva Komîteya Karûbarên Derve ya Meclîsa Nûneratîyê de bû. Lobiya Ermeniya karek gelek dijwar dikiran ku ev biryar bête qebekirin. Li himber vê yekê lobiya Tirkan jî karek berfireh dikiran ku da ev biryar ji teref Komîteya Karûbarên Derve ya Meclîsa Nûneratîyê ve newê qebûl kirin. Gelek parlementerên Tirk ji bo vê yekê li Washington bûn û kar dikiran. Lê şevîdin di civîna Komîteyê de ev biryar li hiberî 22 dengan bi 23 dengan hate qebûl kirin.
Dema ji bo gengeşekirina vê pirsê, Komîteya Karûbarên Derve ya Meclîsa Nûneratîyê dest civîna xwe kir, wezîra derve ya Amerîka Clinton, beyan da û got:“ Ev pirs bibe biryar dê bandorek ne erênî li pêwendiyên Amerîka û Tirkiye bieke“ Herweha dema ku civîn berdewam bû, serokê Amerîka Obama bi rêya telefonê pêwendiyek li gel serokkomarê Tirkiye Gul kir û li ser vê babetê gengeşe hate kirin.
Lê di encam de li himberî 22 dengan bi 23 dangan biryara ku Tirkan li himber Ermeniyan jenosîd kirinê hate qebûlkirin. Piştî ku ev biryar hate girtin, gava yekem Tirkiye helwesta xwe bi awayek hişk da nîşandan û di cêh de banî sefîrê Tirkiye yê li Amerîka kir, sedema ku guftugo li ser vê pirsê bête kirin û nirxandinek berfireh bête kirin Tirkiye sefîrê xwe yê Washinton xwest Enqere.
Bê goman Tirkiye ji vê biryarê gelek acize û dê ev yek bandora xwe li ser pêwendiyên Amerîka û Tirkiye bike. Gava yekê Tirkiye dikare di projeya Rojhilata Navîn ya Mezin de, helwesta xwe biçekî sist bike û kirîna çekan û hinek îhaleyên pêşsaziya çekan de li gel Amerîka wek berê bi germî kar neke. Lê ev biryar gelek caran di civîna Komîteya Karûbarên Derve ya Meclîsa Nûneratîya Amerika de hatiye qebûl kirin. Lê ji Meclîsa Nûnertiyê de nehatiye pejirandin. Tirkiye vê yekê dizanê lê cardin hukumeta Tirkiye xwe mecbûr dibîne ku helwestekî dijê vê biryarê bide nîşandan.
Vê biryarê bandora xwe li siyaseta navxwe ya Tirkiye jî kir. Muxalefet di cîh de hukumet û Ak-Partî bi tundî rexne kir û hewldide ku vê yekê wek têkçûnekî ya hukumetê kar bîne. Gelek caran li Washington lobiya herî xort ya cihuyan pişgiriya Tirkan dikir û dibûya astengek ji biryarên dijê Tirkiye re. Lê sala burî li Dawosê gengeşeyek bi tund di vabera serokkomarê Israil û serokwezîrê Tirkiye re derbas bû helwesta lobiya Cihuyan jî ji bo vê yekê ne wek caran bû.
Dê ev biryar çendekî di rojeva siyasî ya navxwe ya Tirkiye de serdestiyê bike û muxalefet vê wê dijê hukumetê kar bîne.
RojevaKurd/Nûçe-Analîz