Cîhan

Araqçî: Ziyanên me zêde ne

 Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku di êrişên Îsraîlê de xisareke zêde gihiştiye saziyên wan ên atomî.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî şer û mijara dan û standinên bi Amerîkayê re ji televîzyona fermî ya Îranê re nirxandin.

Ebas Eraqçî got, “Destpêkirina dan û standinên bi Amerîkayê re ne di plana me de ye” û wan û Amerîkayê heta niha ji bo destpêkirina mizakereyan li hev nekiriye.

Şandên Îran û Amerîkayê li ser mijara bermaneya atomê ya Îranê 5 hevdîtin kirin lê hevdîtin bi destpêkirina şer re rawestiyan.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê diyar kir ku di şerê bi Îsraîlê re de ziyanên wan zêde ne û Îranê dest bi nirxandina wan ziyanan kiriye.

Li gorî agahiyên ku wî dane, pisporên enerjiya atomê niha ji bo ziyanên heyî “nirxandineke berfireh” encam didin.

Eraqçî da zanîn ku piştî pesendkirina Parlamento û Meclisa Çavdêriyê êdî rawestandina karên li gel Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) neçarî ye.

Back to top button