Cîhan

Amerîka hêzên xwe li Iraqê kêm dike

Pentagon – Doh bêjederê Pentagon Jeff  Morel ragihand, ku ew dê dest bi vekişînê bikin û dê çavdêrîya guherînan jî bikin. Herweha, Jeff  Morel da nîşandan, ku ew xwe girêdayî rêkevtina ewledarîyê ya navbera Iraqê û Amerîka dibînin.

Di debarê kêmkirina leşkerên Aamerîkî ji Iraqê de, Jeff Morel got: “ Em dê hin bi hin hêzên xwe kêm bikin û wan ji Iraqê derbêxin. Dê di meha tebaxa bihê de, tenê 50.000 leşkerên Amerîkayî li Iraqê bimînin. Belê em dê bi berdewamî alîkarîya Iraqê bikin û em dê herdem di demên pêdivê de amade bin.

Back to top button