Polîtîk

Aydar û Kartal di nav girtiyan de ne

 Doh li Belçîka polîs dije KNK-ê û Roj Tv-ê operasyonek berfireh pêkanî. Di encama operasyonê de gelek deveran lêgerîn hatin kirin û weşana Roj Tv-ê sekinî. Polîsan 22 kes binçav kirin û di nav wan de, Zubeyir Aydar û Remzî Kartal jî hebûn. Tê gotink u di dema lêgerînê de, 240.000 Ewro jî hatiye dîtin û polîsan dest daniye ser vî pereyî.

Li gora agahdariyan îro, 14 kes ji teref piştî ku lipirsîn li gel wan hatî kirin, serbest berdan û biryara girtina 8 kesan jî hatiye dayîn. Zubeyir Aydar û Remzî Kartal jî di nav van 8 kesan de ne. Hinek çavkanî jî dibêjin ku, Aydar û Kartal nehatine girtin ,lê demê wan yê di binçav de hatiye dirêj kirin. Heta niha dezgehên fermî  yên Belçîkî tu agahdariyek berfireh nedane.

Back to top button