Kurd şarezayê serîhildananin, ne yê komkujîyan
Wek tê zanîn, babetên serîhildan, şer û komkojîyan karê dîroknasan e. Alim û dîroknas, piştî lêkolînen xwe yên zanistî, tez û îdîayên xwe amade dikin û radigihînin me. Em jî bi xêra van xebatan, zanabûne xwe xurttit dikin û perspektîfên xwe jî zelaltir dikin.
Di derbarê bûyera qirkirina ermenîyan de, di bawerîya min de heta îro jî, tukes bi temamî nizane bê çi bûye û çend kes mirine. Ji ber ku Tirkîyê her vê pirsê vedişêre û weke tabûyeke xwe qebûl kirîye û her tim ser wê dinixumîne. Heta ku ji dest tê jî nahêle tukes li ser biaxife an jî binivisîne. Her ku dewletek qala vê pirsê dike jî, dewleta Tirkîyê bi bersiveke êrîşker û bi hêrs pêşberî wê dewletê derdikeve. Baş tê zanîn ku, di wextekî gelekî durûdirêj de behsa vê komkujîyê qet nehatîye kirin.
Ji ber vê yekê bû ku, wexta Hîtlerî emrê kuştina cihûyan dabû milîsên xwe, wiha gotibû: “Çi zarok, çi jin û çi jî zilam, hemû kesên ku bi eslê xwe cihû bin, bê xemxûrî û bê dilşewatî, wan bikujin. Tenê bi vî awayî em dikarin ew cîyê ku pêwistîya me pê heye, bi dest xînin. Gava em hisabên bûyeran bi hûrgulî bikin, ma ka kî ermenîyan bi bîr tîne?”
Dixwaze bila ji ber sedemên ideolojîk be, dixwaze ji ber lênerînên xwe yî siyasî be an ji bi navê zanistî be, di vê pirsê de tavanbarkirina kurdan, qet ne raste û ne jî objektîfe. Berîya her tiştî yê ku deshilatdar û fetwaya ’CÎHAD’ê dide, Sultan bi xwe ye. Li gorî wê fetwayê jî, kuştina ’kafîr’an, li ser milê her misilmanî wecîbeyeke olî bû.
Di meha tebaxê ya 1914an de şerê cîhanê yê yekemîn destpêkir. Dewleta tirk, bi dewletên muttefîk re, di 29ê cotmehê de li hev kir û bi wan re li hember Rusyayê dest bi şer kir. Di meha pêşîn ya sala 1915an de, li nêzî Sarıkamişê, şerek mezin di navbêna hêzên tirk û rûsan de çêbû. Arteşa tirk ji 85 000 leşkerên xwe 70 000an winda kir. Tirkên Ciwan (Genç Türkler), sedema vê şikestinê bi ermenîyan ve girêdan. Xwedê giravê, ermenîyan piştgirîya rusan kirîye.
Li ser vê yekê, di 24ê nîsana 1915an de, 235 ronakbîr û neteweperwerên ermenîyan li Stenbolê hatin girtin. Piranîya van girtîyan jî hatln bi darvekirin. Ji ber vê ye ku ermenîyan, li hemu deverên cîhanê, vê rojê, bi awayekê fermî, bi bîr tînin. Ango qedera reş a ermenîyan a ku li Tirkîyê hatibû nivîsîn, di vê rojê de bû. Tu eleqeyeke kurdan bi van biryar û kirinan, ne ji dûr û ne jî ji nêzîk ve, tune ye.
Tirkên Ciwan him di hevpeymanîya bi dewletên müttefîk re rolekê mezin lîstin, û him jî fetwaya Sultanî ji bo armancên xwe weke fersendeke zerîn dîtin û ji bo kuştina ermenîyan bi kar anîn. Ji xwe komkujîyê jî ew bi xwe organîze kirin.
Lêkolînerê komkujîyan yê amerîkayî R J Rummel û dîroknas Vahakn N Dadrian, ku hemû lêkolînên xwe li ser mijara komkujîya ermenîyan çêkiriye, di pirtûkên xwe de, li ser vê bûyerê, zanîyarîyên gelek hêja û berfireh didin.
Him li gorî xebatên zanistî yên dîroknasan û lêkolînerên jenosîdê yên navneteweyî û him jî ji agahîyên şahidan, hatiye fahim kirin ku, ji sala 1915an heta sala 1922wan, li hember Ermenîyan, ji alî dewleta tirkan ve û dibin rêberîya Tirkên Ciwan de, bi awayakî sîstematîk komkujî û tehcîr hatiye kirin.
Di arşîva welatê Swêd de rapora sefîrê wan yê ku di dema komkujîyê de li wir bû û ji wir, ji wezîrê xwe yê karûbarên derve re şandibû, heye. Di raporê de sefîr wisa dibêje: ”Mirov, bûyerên ku bişibî vê bobelatê nikare xeyal bike… Seranserê welêt mîna qesabxaneyekê ye.”
Di arşîvên almanî ve awusturyayî de tibabeke rapor henin, ku ew jî ji terefê dîplomatên van herdû welatan yên ku di salên komkujîyê de li wir bûn, hatine nivîsandin.
Hukumeta Damad Ferîd Paşayî, ya ku di 30ê cotmeha 1918an de hatibû damazrandin, qebûl kiribû ku ji alî wan ve komkujî hatiye kirin. Lê Tirkên Ciwan bi xurtî ber vê itîrafê girtin.
Bêgûman, dewleta Tirkîye dê bi hemû awayan hewl bide ku xwe ji vê hovitîyê paqij bike û sûçê bavê situyên hinekî din.
Ji xwe di sala 1999an de, di minaqeşeyeke xwe ya bi Nalin Pakgül re, sefîrê Tirkî Oktay Aksoy, di rojnameya Dagens Nyheter de, wiha gotibû: “mirov wexta bi tawanbarkirinên bêbingeh yên di derbarê komkujîyên li hember ermenî, aşûrî û suryanîyan ku li rojhilata Tirkîyê bû ne, were, divê hay ji xwe hebe. Û bi kêmanî jî dema mirov dizane ku piranîya van kuştinan ji alîyê grûpên kurdan ve hatine kirin…”
Ev, di heman wextî de dîtinên fermî yên Tirkîyê jî tîne ziman. Gelekî normale. Eqlîyeta serdest her tim bêbextîyên wiha kiriye. Û raste ku hin kurd jî tevlî vê qirkirinê bûne. Niha jî eşîrên me yên cahş li başûr û korucu yên me li bakur hebûn. Ki dikare hemû gelê kurd bi agirên van cahş û korucuyan bişewitîne?
Ki dikare nivîsek di rojname, kowar an jî programên rêxistinên kurd yên wê demê de, pesindayîn an jî parastina komkujîyê nîşan bide?
Di bawerîya min de, her tawanbarkirineke mêjûya xwe, çi ji bo xatirê ideolojî, çi jî ji bo berjewendîyên xwe yên siyasî be, dûrketinek ji hêjayîyên xwe yên neteweyî ye.
Cemil Demircan