Civak

Serokê nû yê MIT-ê

Serokê nû yê MIT-ê (Millî Istihbarat Teşkilati) hate destnîşankirin. Li Tirkiye her tim serokê MIT-ê generalek teqeût bû. Dema Turgut Ozal cara yekê kesek sivîl bû serokê vê rêxistinê.Li gora nûçeya rojnama Zaman, niha jî  cîgirê misteşarê serokwezîr  Dr. Hakan Fidan wek serokê nû yêMIT-ê (Dezgehê Istixbarata Millî)hate destnîşankirin.

Dr. Hakan Fidan 42 saliye. Li Enqere ji dayîk bûye. Navbera salên 1986 – 2001-ê, 15 salan ji bo hêzên çekdar yê Tirkiye kar kiriye. Binavê hêzên çekdar nav Natoyê de dervê Tirkiye kar kiriye. Hakan Fidan li gelek karên cuda derveyê Tirkiye wek diplomat kar kiriye. Ji berî bibe serokê MIT-ê, cîgirê misteşarê serokwezîr bû.

Back to top button