Kultur

Erdogan li gel Nivîskara kom bû

Enqere – Serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan, îro li Stanbulê, li gel nivîskara civînek pêkanî. Di civînê de Erdogan behsa rewşa Tirkiye ya vê qonaxê kir. Herweha ji bo guhertinê pişgiriya nivîskaran xwest. Erdogan di gotara xwe de kurtahî behsa van tiştan kir:

–    Eve 7 salin me gelek guhertin pêkanine. Di îdara dewletê de guhertinên bingehîn çêdibin. Me ji bo demokrasiyê gavên girîng avêtine.
–    Gelek karên xirab çêdibin, em nikarin wan qebûl bikin. Gelek pirsgirêkên me yên girîng hene û hejî di gelek waran de asteng hene. Lê em hewldidin bi zanebûn hinek tiştan bikin.
–    Îro tişta heyî doh tunebû. Îro îradeyek ya çareseriyê heye.Cesaret heye. Di roman û çêrokên we de , behsa gelek tiştên girîng têne kirin.
–    Wek hukumet me gavek gelek girîng avêtiye.
–    Mimkine em perspektifên cuda li pirsan binêrin, lê em hemi çareseriyê dixwazin. Em hêdî ji zincîran xwe azad dikin.

Wek tê zanîn ji berî niha jî Erdogan li gel hûnêrmandan, artistên sinemayê jî civînên bi vî awayî pêkanîbûn.

Rojeva Kurd

Back to top button