Dosya

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser rûbirûbûna metirsiyên guhertina av û hewayê dike

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, danê sibê yekşemê 12.05.2024ê li bajarê Hewlêrê, beşdariya konferansa (Guhertina avûhewayê û bandorên wê li ser Iraqê) kir. Di konferensê da birêzan; Dr. Letîf Cemal Reşîd Serokomarê Iraqa Federal, Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û hejmarek berpirs, akademîsyen, lêkolîner û mêvanên navxwe û derveyî welat amade bûn.

Di merasima vekirinê da, Serokê Herêma Kurdistanê gotarek li ser bandor û encamên guherîna keşûhewayê li ser Iraq û Herêma Kurdistanê û girîngiya hebûna plan û stratejiyek ji bo rûbirûbûna metirsiyan pêşkêş kir.

Naveroka gotara Serok Nêçîrvan Barzanî

Birêz Dr. Letîf Reşîd, Serokomarê Iraqa Federal
Birêz Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kak Qubad Talabanî
Beşdarên hêja!

Roj baş.

Hûn hemû bi xêr hatin ji bo konferansa (Guhertina avûhewayê û bandorên wê li ser Iraqê). Ez destxweşiyê li amadekaran dikim û hêvîdarim ku ew xebatên xwe bi serkeftî biqedînin û encam, şîret, pêşniyaran baş û praktîkî ji bona çawaniya rûbirûbûna metirsiyan pêşkêş bikin.

Mixabin, bandoreke mezin ya guherîna avûhewayê li ser Iraqê heye. Li gorî rapora herî dawî ya Neteweyên Yekbûyî, di asta cîhanê da di rêza pêncemîn da ye. Helbet vê yekê jî encamên neyînî li ser hemû warên jiyanê li Iraqê û Herêma Kurdistanê jî heye. Gelek metirsiyan afirandine û hîna jî berdewam dike, wek zêdebûna biyabanbûnê û zêdekirina wêrankirina zeviyên çandiniyê. Li gorî amaran her sal 100 kîlometre çargoşe ji zeviyên çandiniyê yên Iraqê dibe hişkatî, çol û biyaban.

Her wiha bi berdewamî û zêdetir kêmbûna avên ser erd û jêr erdî, lawazbûna ewlehiya xwarinê û zêdebûna koçberiyê ji navçeyên ziyanberkeftî ber bi navçeyên din yên Iraq û Herêma Kurdistanê ve heye.

Li gorî amarên IOM: Di van salên dawî da heta meha 10 ji sala bihûrî, 130,000 kes ji başûrê Iraqê neçar mane ku cîhê jiyana xwe biterikînin û çol bikin. Tevê vê jî têkçûna ewlehiya civakî, zêdebûna rêjeya bêkarî û hejarî, zêdebûna pirsgirêkên tenduristiyê, karesatên xwezayî û gelek encamên din.

Rewşa derbasbûyî wisa kir ku, Iraq bi têra xwe bi ciddî û girîngî giraniya xwe nede ser vê mijarê. Ji ber vê yekê me li Iraq û Herêma Kurdistanê, zêdetir ji welatên din, pêwîstiya me bi wê yekê heye ku, em bi lez tevbigerin û plan û stratejiyên niha, demkurt û demdirêj heye ji bona rûbirûbûna metirsiyên guherîna keşûhewayê bibin û pêşiyê li karesatên din bigirin.

Ji bo vê mebestê jî divê ev mijar bibe karekî sereke, mewda û rûberekî berfireh û ciddîtir ji siyaset û bernameya karê Hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi hev ra hevkariyê bikin.

Divê budçeyek taybet ji bo vê mijarê hebe û dezgeh û saziyên taybet hebin ku, xwedî desthilat û şiyanên zêdetir bin ji yên nuha hene û di asta xeterî, dijwarî û berfirehiya encamên wan da bin.

Girîng û pêwîste ku, pergal û bernameyên perwerdehiyê zêdetir bala xwe bidin hişyarî û çanda parastina jîngehê, parastina avê, nepîskirina hewayê, kêmkirina xerckirina enerjiyê û kêmkirina bermayiyê gilêş û zibilê bidin. Her weha berdewam bi rêya medya û navendên çandî, heta olî jî, asta hişmendiya kesan, malbat û civakê di vê mijara girîng û jiyanî da bêne perwerdekirin.

Birêzan!

Bi guherîna avûhewayê û encamên wê ra, girîngiya avê zêdetir bibe û divê baştir were birêvebirin. Iraq ku çavkaniya piraniya ava wê ji çeman ji welatên cîran e, ew neçar dibe ku, ji bo ewlehiya avê divê zêdetir girîngiyê bide vê mijarê bide da ku, bikaribe ewlehiya avê ji bo xwe mîsoger bike.

Herwiha divê em li Iraqê destpêşxeriyê bikin û digel welatên navçe û cîhanê hemahengî û hevkariyên xwe yên hevbeş berfirehtir bikin da ku, em bikaribin rûbirûbûna metirsî û kêşeyên guherîna avûhewayê bibin. Girînge em li navxwe jî plan û stratejiya niştimanî saxlem amade bikin û bi lezgînî bixin di warê praktîkê da.

Herêma Kurdistanê ji aliyê çavkaniyên samanê avê ve dewlemend e. Li Herêma Kurdistanê û li seranserê Iraqê divê girîngiyeke taybet bi bendav û hewzên avê bê dayîn. Girîng e Hikûmeta Federal a Iraqê di vî warî da û ji bo çandina daristanan jî bi temamî alîkariya Herêma Kurdistanê bike.

Cih û topografyaya Herêma Kurdistanê gelek guncaw e ji bo avakirina çendîn bendav û bi sedan hewzên avê ku bikarin gelek avê werbigrin û bibin alîkarek baş ji bo kêmkirina metirsiyên guherîna avûhewayê li ser Iraqê. Ez ji cenabê Serokomar ku, îro li vir e, daxwaz dikim di vî warî da hevkarî û alîkariyê bike.

Li vir ez dixwazim destxweşiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikim ku, bi awayekî serkeftî hejmareke hewzên avê li gelek deverên Herêma Kurdistanê dirust kirine û her sal rêjeyeke baş ya avê kom dikin. Ev pêngave hêjayî spasî û destxweşiyê ye.

Birêzan!

Berjewendiyên me yên demdirêj her dem ji pirsgirêk û nakokiyan mezintir in û divê em li ser vê baweriyê tevbigerin. Di nava çend hefteyên borî da li Iraqê, ji bona avakirina baweriyê û em hemû li dora nexşerêyeke niştimanî bicivin, me gavên baş avêtin.

Ev yek dê bandoreke erênî li ser peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê û herwiha li ser asta herêmî jî bike ku dê ji bo hemû Iraqê baş be. Em li Iraq û Herêma Kurdistanê bi hev ra dikarin xizmeteke gelek baştir bikin û wisa bikin ku, paşeroj ji bo me hemûyan baştir bibe.

Di dawiyê da ez ji vê konferansê ra serkeftinê dixwazim. Spasiya Navenda Fransî ya Lêkolînên li ser Iraqê, Zanîngeha Kurdistan-Hewlêrê û Weqfa Behir El-Ulum dikim ku ev çalakiya girîng organîze kirin. Ez hêvî dikim ku ew dê bibe sedema encamên baş.

Gelek spas ji bo we hemûyan.

Rojeke xweş ji we ra dixwazim.

Back to top button