Dosya

Ji Pêngava 1 ê Hezîranê 2004 ya PKK ê heta roja îro rewşa çeperên gerîlayan

Piştî ku Evdila Ocalan di sala 1999’an de vegerîya Tirkiyeyê, di navbera Ocalan û dewleta Tirk de ji bo gerîllayên PKK’ê ji Tirkiyeyê bên vekêşandin peymanek hate çêkirin. Di 2 ê Tebaxa 1999’an de Ocalan bang li hemû rêxistina PKK’ê kir ku gerîlayan ji nava sînorê Tirkiyeyê de derbixin. Gerîlayên PKK’ê di şert û mercên payîzê û bêy hebûna garantîya ewlehiyê berê xwe dan Başûrê Kurdistanê. Li gorî datayên fermî ên PKK’ê 928 gerîlayan jîyana xwe ji destan, 350 jî teslîm bûn û  nêzî 100 gerîlayan jî bêserûşûn bûn û aqûbeta wan heyanî niha nediyar e.

Ji wê dîrokê û heya roja me ya îro şer kete nava merhelekî tarî û nedîyar. Gelek pirsên girîng di tariyê de dimînin. Yek ji van pirsan jî eve ku çima PKK di 1ê Hezîrana 2004’an de dest bi şer kir. Ji ber ku li gorî peymana ku piştî sala 1999’an bi dewleta Tirk re çêkiribû, Ocalan ramaneke nû li ser PKK’ê, rêveberiya wê, karmend û cemawerê derdora PKK’ê ferz kir. PKKeya ku basî Kurdistaneke yekgirtî û serbixwe ku çar parçe li xwe digirt, dikr, got PKK dewletê nexwaze, naxwaze sînorên dewletên kolonyalîst biguhere, nirxên dagirkeran weke nirxên hevbeş destnîşan kirin û demokratîkkirina welatên kolonyalîst armanc kir. Lê dema ku îdeolojiyeke wisa nerm û bê armanc hebû, Ocalan ji nişka ve biryar da ku şer ji nû ve bide destpêkirin. Gelo sedema vê nakokiya di navbera îdeolojî û rêbaza tekoşînê ku PKK’ê jê re dibêje paradîgmaya nû, çi bû?

Çawa ku Evdila Ocalan di 2 ê Tebaxê de bi talîmata dewletê gerîla vekişandibû, di 1 ê Hezîranê de jî bi heman fermanê gerîla paşve şandibû Bakurê Kurdistanê. Yê bi Ocalan şer dayî sekinandin û dîsa dayî despêkirin Aqilê kûr yê dewleta tirk bû. Tişta ku keftî ser milên Ocalan ev bû ku van fermanên dewletê cîbecî bike.

Di 15 ê Tebaxa 2003’an de Ocalan ji PKK’ê re got ku divê bi lezgînî biryara destpêkirina şer bidin. Rêveberiya PKK’ê bêxwastek bû ku careke din şer bide destpêkirin, nedixwest şerekî nû destpêbibe. Ocalan ji ber ku rêveberiya PKK’ê ya wê deme ev fermana wî bi cih neanî, hemberî rêxistina xwe çalakîya protesto kirinê pêkanî û derneket hevdîtinên parêzerên xwe.

Parêzerên Evdila Ocalan Îrfan Dûndûr û Mahmud Şaqar her hefte diçûn gel Ocalan, ji wir bi balafirê diçûn Amedê û ji wir jî bi wesayîteke taybet di deriyê sînorî ê Xabûrê re derbasî Qendîlê dibûn. Ew rêvebirên ku nedixwastin şer dest pê bikin tehdît kirin û biryara şer li ser wan ferz kir.

Herî dawî di Gulana 2004’an de rêveberiya PKK’ê li ser zext û gefên Ocalan, veqetandina nîvê rêveberiyê girt berçav û biryara şer a 1 ê Hezîranê da.

Pêdiviya dewleta Tirk bi şer hebû. Baskên di nava dewleta tirk de yên bi hev re nakok pêwîstî bi şerê PKK’ê hebû. ji alîyê din ji bo destwerdana di kirîza Rojhilata Navîn de bû ku piştî rûxandina rejîma Seddam tedaxûlî herêmê bê kirin. Dewletê çavê xwe ji belavbûna gerîllayên PKK’ê li Bakurê Kurdistanê û heta nava Tirkiyê girt û pêşîlêgirtin li van hewlên PKK’ê nekir.

Di vê demê de gerîla ji bilî herêmên sînor ên wekî Zagros, Botan, Garzan, Mêrdîn,Dêrsim,Serhed heyanî Koçgirî, Behra Reş û Amanos belav bû. Li Tirkiyeyê yekîneyên gerîla li çiyayên Amanos, Behra Reş û xeta Egeyê bi cih bûn.

Di vê dema navbera deh salan de ku ji sala 2004’an heta 2014’an berdewam kir, bi dehan agirbest, demên bêçalakîtiyê û tektîka misîllemê pêk hatin. Gerîla tenê li Bakurê Kurdistanê bi hezaran windahî da. PKK’ê kadroyên xwe yên ku gelek gerîlayên dêrîn ligel hebûn winda ji dest dan. Dewleta Tirk biryar da ku PKK derkeve derveyî sînorên Tirkîyê û di nav sînorên welatên cîran de bi cih bibe. Bi vî awayekî ji bo operasyonên xwe li ser Başûr rewa bike berê gerilla da xaka Başûrê Kurdistanê. Û pêvajoyeke nû dest pê kir.

Li Bakurê Kurdistanê hejmara gerîlayan hate kêmkirin û gav bi gav hate tasfiye kirin. Ji bo vê armancê sê rêbazên cuda hatin ceribandin.

Şêwazê 1 ê: Pêşî ku di sala 2014’an de gerîla ber bi Rojava û Başûr ve hatin şandin. Di şerê sala 2014’an de li Kobanê, bi koordînasyona Ocalan-PKK û MIT ê gerîlayên Amed, Mêrdîn û Garzanê bi wesayîtan anîn ser sînorê Rojava-Kobanê. Ji bo vê Ocalan wê deme wiha gotibû “Operasyona MÎT ê Kobanî rizgar kir, min û Hakan Fîdan(serokê Mît ê) Kobanî rizgar kir.”

Şêwazê 2 ê: PKK’ê di sala 2015’an de hêzên gerîla yên li Amed, Garzan, Botan, Mêrdîn, Bîngol, Mûş mayî xistin nava şerê xendeka de. Gerîla ji Licê li ber çavê dewletê li wesayîtan siwar dibûn û di çûn nava bajarê Amedê û li Sûrê şerê xendekan organîze dikir. Dewletê li ser van amadekarîyên PKK’ê xwe kerr kir û dengê xwe jê re nekir. Di dawiyê de şerê xendekan bi şikestineke mezin bi dawî bû. Li bajarên ku PKK  tê de desthilat bû 3 milyon Kurdan koç kir, nêzî 3000 ciwanên Kurd jîyana xwe ji dest da. 9 bajarên qedîm ên Kurdan jî kavil bûn. Gel û gerîla ketin nava valahîyeke mezin de.

Şêwazê 3 ê: Piştî van her du pêvajoyan dewleta Tirk bi operasyonên mezin ên li hundir û ser sînor yek bi yek dest bi tasfiyekirina hemû hêzên gerîla bi taybetî jî fermandarên eyaletan kir. wargehên gerîla yên 30 sala weke Gabar, Andok, Cûdî, Besta, Kato, Bagok, Munzûr ketin bin kontrola dewleta tirk.

Amanos: Herêma Amanosê bi operasyona herî dawî ya dewleta Tirk ya sala 2020’an tasfiye bû û di encamê de Bedrettîn (Îbrahîm Şengal) jiyana xwe ji dest da.

Derya Reş: Zeynel Qaradeniz (Mehmet Yakişir) di sala 2018 û Tarık Devrim (bariş Oner) di sala 2019 de jîyana xwe ji dest da û herêm tasfiye bû.

Amed: Di Gulana 2016’an de fermandarê eyaleta Amedê Azad Sîser (Ekrem Guney), di sala 2018’an de jî Numan Batman (Hejar Çelîk) û Erhan Garzan (Îshak Ozçaktu) û Azad Farqîn (Nevzat Gundûz) jîyana ji dest da û eyaleta Amedê tasfiye bû.

Dersim: Baran Dersim (Îsmaîl Aydemîr) di sala 2015, Atakan Mahîr (Îbrahîm Çoban) di sala 2018 jiyana xwe ji dest da û di Dîrokê de cara yek çîyayên Dersimê bê çekdar man.

Erzirom: Di sala 2018’an de fermandarê eyaletê Panzer Kemal (Medenî Sayilgan) û Ronî Munzûr (Mahmut Laçîn) di sala 2019’an de jiyana xwe ji dest dan, herêm tasfiye bû.

Garzan: Ali Piling (Şerif Yakut) di sala 2018 jîyana xwe ji dest da.

Botan: Di sala 2017’an de Delal Amed (Hûlya Eroglû), Leyla Sorxwîn (Hamîyet Yalçinkaya) di nav de bi dehan serbaz û bi sedan gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.

Gerîlayên ku bi komên 30-40 kesî di gerîyan, neçar man ku êdî bi 2 kesî bigerin û xwe bin erdê veşêrin. Mixabin bi demê re gerîla nikaribû vê yekê jî bike. Niha li Bakurê Kurdistanê şer rawestiyaye. Gerîla hatiye tasfiyekirin û dewleta Tirk hemû xebatên gerîla kontrol kirî ye. Yek du kes jî, dem bi dem bigihêjin herêmê, ev hewlên bêhêz nikarin rewşa tasfiyebûna gerîlayên Bakurê Kurdistanê biguherîne. Heke gerîla li ser herket û erdnîgrîyê ne desthilat be û hêza xwe ya çalakvanî winda kiribe bi dehan sala li bin erd bijît jî bê mifa ye û çi eleqe bi şerê gerîla ve nabe.

Ligel van operasyonên hindir, dewleta Tirk li ser sînorjî operasyon pêk anî û nehişt sînor werin derbaz kirin. Dewleta tirk di navbera salên 2015 û 2018’an de ji xeta Silopî, Qilaban, Beytûşşebab, Colemêrg, Çelê, Gever, Şemzînan, Esendere, Başqale ya li aliyê Bakurê sînor, hemû kamp û cihên PKK’ê yên li ser sînor desteserkirin. 

Dewleta Tirk bernameya xwe cîbecî kir û gerîla ji Bakur derxist û avêt aliyê din ê sînor. Êdî Operasyonên dijminî ji bo aliyê din yê sînor hatin destpêkirin.

Darkamazî

Back to top button