DosyaRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî û serkirdeyên Iraqê rewşa welat nirxandin

 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di duyemîn roja serdana xwe ya Bexdayê da, tevî hevdîtin û civînên digel birêzan; Serokkomar, Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê, Serokê Parlementoya Iraqê bi wekalet, Şêwirmendê Asayişa Niştîmanî ya Iraqê, çendîn hevdîtin û civîn digel hejmarek ji serkirdeyên Iraqê encam dan.

Serok Nêçîrvan Barzanî di hevdîtin û civînên xwe da digel her yek ji birêzan; Seyîd Emmar El Hekîm Serokê Tevgera Niştimanî Hîkme, Dr. Adil Ebdulmehdî Serokwezîrê berê û siyasetmedarê navdar yê Iraqê, Sabit el-Abbasî Serokê Hevpeymaniya Hesmî Niştimanî, Nûrî Malikî Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê, Hadî El-Amirî Serokê Rêxistina Bedir, Musana el-Samerayî Serokê Hevpeymaniya El-Ezim; Heyder Ebadî Serokwezîrê berê û Serokê Hevpeymaniya Nesir, Ebdulsade Ferêcî Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya Nehcê Niştimanî ya Iraqê û Şêx Xemîs Xencer Serokê Hevpeymaniya Siyade rewşa Iraqê û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê nirxandin.

Serok Nêçîrvan Barzanî, di van hevdîtin û civînan da, dupat kir ku Herêma Kurdistanê, weke hertim, amadeye bi diyalog û li hevtêgihiştinê û li ser bingehê destûr pirsgirêkên xwe digel hikûmet û saziyên federalî yên Iraqê çareser bike. Herwesa aştî û aramiya Herêma Kurdistanê bi beşeke neveqetiyayî ji aştî û aramiya Iraqê bi nav kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî, herwiha, tekez li ser wê yekê kir ku ji bona rûbirûbûna gef, metirsî û astengiyên rûbirûyê welat dibin û çareserkirina hemû pirsgirêkên Iraqê, pêwîste hemû hêz û aliyên siyasî yên Iraqî bi hev re hevkar û hevaheng bin û çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê bi kilîta aştî û aramiya Iraqê û pêngavên ber bi paşerojeke baştir û pêşkeftî ji bo tevahiya Iraqê zanî û tekez li ser girîngiya berdewamiya peywendiyên di navbera hemû aliyan da kir.

Ji aliyê xwe ve, birêzan serkirdeyên hêz û aliyên Iraqî piştevaniya xwe ji bo pêngavên çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê û diyaloga di navbera Hikûmeta Federal ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan dan û spasiya xebat û rola Serok Nêçîrvan Barzanî ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan û berdewamiya serdan û pêwendiyên bi hêz û aliyên Iraqî ra dupat kirin.

Dabînkirina bûdce û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê, piştgirî ji bo cîbicîkirina rêkeftinên siyasî û bernameya Hikûmeta Iraqa Federal, rewşa Herêma Kurdistanê û hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê, pêşhatên navçeyê bi giştî û encamên wê li ser rewşa Iraqê, metirsiyên terorê, peywendiyên Iraqê bi welatên cîran, navçe û cîhanê ra hin mijarên din yên civîn û hevdîtinên Serok Nêçîrvan Barzanî û serkirdeyên Iraqê bûn.

.

Back to top button