Dosyeya petrolê ber bi çareseriyê ve diçe
Asim Cîhad berdefkê wezareta petrolê a hikûmeta Îraqa federe di daxuyaniyekê de got ku arîşeya petrolê digel hikûmeta herêma Kurdistanê ber bi çareseriyê ve diçe.
Berdefkê wezareta petrolê yê hikûmeta Îraqê dibêje:
– Piştî gelek hewil û xebatan, dosiyeya petrolê di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê ber bi çareseriyên dawiyê diçe. Bi taybetî awayê hinartian niftê ji bîrên herêma Kurdistanê bo derve û beşê herêma Kurdistanê ji dahatiyê niftê nêzîkî şareseriyê bûye.
– Komîteya wezareta petrolê nuha mijûlî amadakirina qanûnekê ye ka çewa hikûmeta herêma Kurdistanê dê niftê bo Tirkiyeyê hinêre û çareserkirina wan pirsên di warê petrolê de hilawîstî mane.
– Hinartina niftê ji bîrên niftê yên herêma Kurdistanê bo Tirkiyeyê di berjewendiya aboriya Îraqê de ye.
Herwesa berdefkê wezareta petrola Îraqê got ku wezareta petrola Îraqê hewil dide ku hemû pirsgirêkên girêdayê petrolê, bi tyabetî mafê kompaniyên petrolê û dabeşkirina dahatê niftê û hinartina niftê bo derve digel hikûmeta herêma Kurdistanê çareser bike.