Polîtîk

Ji bo kekê minê şehîd Burhan Amêdî

Ji bo kekê minê şehîd Burhan Amêdî

22 sal çûn keko Burhan, berî 22 sala te ew çavên delal niqandin, ew Kenya wesa ya xoş ji gohên me derkeft, ew bejna wesa ya ciwan ji ber çavên me çû û ew dilê wesa yê paqij û mezin windabû. Mixabin keko tu evro Kurdistana delal û azad bi wan çavan nabînî .
Rijêma dujminên dagîrker nehêla bîrhatinên min bibine gelek di gel te, wextê me di gel te gelek yê kêm  bû.

Çi roj naçin ez hizra te nekem, çi roj nînin ez axînkên te nerahêlim. Xerîbî sal bo sal mezintire, tenê ew gorê te yê li nav Berwarî Bala li goristana gundê Xirabey ji me re maye.
Raste to bi fîzîkî ji nav me çûy lê to di dilê me da dijî keko, gelek cara dê bêjim xwezî  nuke min çavên xo niqandban û wextê min vedikirne ve min çavên te yên delal dîtbana, min ew bejna berkeftî û kenya te ya şirîn û xoş guhlê biba. Belê pa ez di zanim ew tenê xweziye û bo min nabe rastî.
Tu ne tenê bira bûyî, lê to bab û heval jî bûy ji bo me. Tê bîra min dema Baasên dagîrker bab û brayên me zîndan kirîn. Wê demê ez zarokeka 3 salî bûm û ew evînya  wê demê te daye me hemya çi cara ji vî dilî naderkeve.
Evînya te bo gel û welatê te tu ji nav me birî. Axiftina te ye domahyê çi cara ji gohêt min naderkeve keko Burhan. Berî tu berê xo bideye Dêreloka malwêran  deyka me ya dilsoj gotiye te:
-Burhan, dayik gorî te emanet xo, ma ne moxabin ev bejne hinda bibe? Ma ne mixabin kurê min?

Bersiva te, birayê delal ew bû ku “te ew rêke ya helbijartî  û tu gelek bi wê rêkê serfirazî. Te di viya xo qorbanî Kurdistanê bikî, te azadiya miletê xo dana pêşiya giyanê xwe keko Burhan.
Deyka dilşewat hersal serdana te dike li quntara çiyayê Metîna, lê ew êdî çavên te nabîne. Dilê deykê yê şkestîye û dilê me her dem yê xemgîne û bîrhatinên  te ji dilê me de qet dernakevin
22 sal derbaz bûn û rondikên me ranewestan. Te parçeka dilê me di gel xo bir, lê  te çi parçe bo me nehêlan.

Her dastaneka qaremanî te ligel hevalên xwe yên Pêşmerge pişikdarî têda dikir te parçek ji wî cihî di gel xo diîna . Ew leşê wesa yê nazik û delal tev tejî birîn û gullên dujminî bibû. Me baş dizanî ku wekî her heft carên din vê care jî to bê birîn û xwîn navegerî berçavên deyka Eyşa, lê me nezanî bû vê care gulleya dujmin û xiyanetkaran li roja  11 .01.1988ê li dastana Dêrelokê  dê te li ber çavên me winda bike.
Bira! Hêviya  te ew bû ku rojekê li ser kela Amêdîka Behdînan bi azadî alaya Kurdistanê bihejînî di nav kes û karên xwe de serbilind bibî, lê xwedê mala xiyanet û dagîrkeriyê xirab bike.
Mizgîn li te keko îro ala te ya pîroz li ser Kelê diheje û çend çavên min bi wê roja di nîva alayê Kurdistanê de heye  dikevin dêm û çavên te yên delal têda dibînim.  Çend ez dîlaneka azadiyê li Berê Sîlê, seyrangeha mîrên Behdînan dibînim ez bejna te ya nazdar li serçemkê dîlanê dibînim û li rêza dîlanê jî şehîdan Xisro, Seidî, Kerîm, Ehmed, Izzedîn, Menaf, Seîd û Mihemed Salih jî xwe di hejînin.
Bila xiyanet û dagîrkerî rûreş û şermezar be.
Bila kekê min Burhan û tev şehîdên Kurdistanê jî di dilê dayka Kurdistan de aram û şad bin.

 Burhan_Amedi_674964125.jpg

Şehîd Burhan Amêdî

Dêrelok bajarokek (nahiye) nêzîkî Amêdiyê ye li başûrê Kurdistanê. Di dema şoreşê de li roja 11 .01.1988ê pêşmergeyên Kurdisyanê êrîşek mêrxasane birin ser sengerên caş û leşkerê rijêma Sedamê diktator û bi sedan caş û leşker di wê dastanê de hatin kuştin û êxsîr kirin û Dêrelok û derdûra wê ketine destê pêşmergeyê Kurdistanê. 12 pêşmergeyên qehreman jî şehîd bûn.

 

Koçer Amêdî
Xuşka şehîd Burhan Amêdî

21.05.2010

Back to top button