Polîtîk

Heyfe bo hindekan bi nêyetên cihê tecrûbeya me reş bikin

Di dema vekirina baxarê galeriya Rend li bajarê Silêmaniyê, Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê daxiyaniyek da çapemeniyê.

Salih di daxuyaniya xwe de ji çapemeniyê re got:
– Em bi hemû awayî şehîdkirina xwendekarê gênc Serdeşt Osman çermezar dikin. Em hemû aliyan piştrast dikin ku lêkolîn ji aliyê saziyên emnî ve berdewam in. Aliyên peywendîdar dûvçûpnê dikin û li bikujan digerin.

– Nabe ew bûyera xemgên ji bo mexsedên siyasî bê bikaranîn û tecrûbeya pêşketiya herêma Kurdistanê reş bikin.

– Divê em hemû hewil bin hem ev rewşa aloz aram bibe û hem jî rê bidin saziyên emnî da kul i ser karên xwe berdewam bin. Heta ku encamên lêkolînê ji raya giştîya Kurdistanê re bên zelal kirin û li dadgehê ew meseleya yakalî bibe.

– Hûn dizanin yek-du hefte berê li bajarê Silêmaniyê du bûyer çêbûn. Hindekan ku ji xwe re li derfetekê digeriyan da ku tecrûbeya me reş bikin, wisa ew bûer şirove kirin ku rewşa emnî li Silêmaniyê têkçû. Ez ji wan kesan dipirsim; Ew di fêdeya kê deye? Di berjewendiya kê deye? Bûyerên emnî li hemû welatn diqewimin, lê saziyên emnî lêkolîn û dûvçûnê li ser wan bûyeran dikin.

Serokê hikûmetê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ji çapemeniyê re got:
– Welatê me arame, pêşdikeve û me pirsgirêk jî hene. Lê di heman demê de duhî mezitirîn heyeta bazirganî ya Îmaratê û hikûmeta wê li herêma Kurdistanê bûn. Ew bi wê pêşketina li herêma Kurdistanê heye teecib bûn. Ew bi wan gavên di warê pêşxistina aboriya herêma Kurdistanê de hatîne avêtin matmayî bûn. Ew hatine da ku sermayeyê xwe li herêma Kurdistanê birazînin. Wan bawerî bi emniyet û pêşketina welatê me heye.

– Heyfe bo hindekan ku bi nav û nêyetên cihê kar dikin ku tecrûbeya me reş bikin û hevwelatiyan jî nerehet û bitirsînin.

Back to top button