Polîtîk

SHK bombebarana Îran û Tirkiye şermezar kir

Ev demeke hêzên Komara Îslamî Îran û artêşa welatê Tirkiye bi Firoke û topxaneyên xwe bombebarana navçeyên sînoriyên Herêma Kurdistana Iraqê dikin û bi vê sedemê zerer û ziyaneke zêdeyê canî û maddî gihandine gundinişîn, cotyar û xelkê sîvîlê van deveran. Her wiha bi sedema tundiya van bombebaranan hejmareke zêdeyê hemwelatiyan koçber bûn û ji ber metirsiya can û dest neparêziya wan hêzan ya li ser mal û halê wan neçarbûn ku cihê nîştecihê xwe bi cîh bihêlin. Li heman demî da berdewamiya wan kiryaran rewşa wan deveran bi giştî tuşî pişêwî û nearamiyê kiriye.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi tundî van bombebaranan û êrîşên hêzên Komara Îslamî ya Îran û welatê Tirkiye yên li ser hemwelatiyan û navçeyên sînoriyên Herêmê  şermezar dike, li heman demî de van kiryarên serbaziyan bi dest dirêjiya li ser siyadeya dewleta Iraqê dizanê‌ û bi karekî ne bi cîh wesif dike. Daxwaz dike ku wan bombebaranan rawestîne û her wiha li çûna dirustkirina tirs û gumanê hewl bidin bi rêya diyalog pirsgirêk û giriftan bi çareseriyeke guncaw de bidozin û hemû aliyek bigihîn wê baweriyê bi tundutîjî û êrîşan nagihin tu armanceke çareseriyê.

Berdevkek bi navê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
20/05/2010

Back to top button