Hovîtiya dewletê û projeya hukumetê..
Di dîroka siyasî ya Tirkiye de cara yekeme di parlementoya Tirkiyê de pirsa Kurd û bi awayekî çareseriya wê tê gengeşekirin . Herweha cara yekem e ku, hukumetek di derbarê pirsa Kurd de projeyekî pêşkêşî parlementoyê dike û minaqeşe li ser tê kirin. Her demî li Tirkiye pirsa Kurd serê rojeva dewletê de bû. Lê ev pirs tu caran ji teref hukumet û dezgehên sivîl ve nahatiye gengeşekirin û ji bo çareseriya wê tu hukumeta gav neavêtine. Pirsa Kurd pirsek ya ewlehiya Tirkiyê dihat dîtin û çareseriya wê jî tenê bi metode leşkerîbûn. Yanî imha kirin, asîmîle kirin û ji holê rakirin bû. Dema mirov berê xwe didê vê siyaseta cumhuriyetê her tim eskeran pêşniyar anîne û hukumetan ev pişniyar kirine qanûn. Pirsa Kurd tu caran vekirî li ber çavê raya giştî nehatiye minaqeşekirin. Her ev pirsa li gora dewletê xeter, di piş perdê de hatiye xeberdan.
Dema Cumhuriyet hatî avakirin di destpêkê de, Ataturk bi xwe jî gotina Tirk yan jî miletê Tirk karneaniya. Digotin ev welatê me tevaye û divê em welatê xwe ji dijminên kafir xelas bikin. Vê siyasetê dualî di nav Kurdan de jî peyda kir. Lê piştî demeke kin niyeta Ataturk eşkere bû , di destpêkê de cimhuriyeta tevan kir cimhuriyeta Tirkan û binyata dewleta neteweyekî avakir. Ev bû destpêka siyaseta qirêj ya dewleta Tirk. Bi avakirina cumhuriyetê gelek serhildanên Kurdan çêbûn, hemî jî bi hovîtî hatin bê deng kirin. Ev serhildan wek sedem hatin dîtin û sedhezaran Kurd hatin qetil kirin. Sedhezaran Kurd ji cih û warên wan hatin derxistin û sergum kirin. Tirk ji welatên din anîn li Kurdistanê cih kirin. Ji bo qedexekirin û xilaskirina zimanê Kurdî bi dehan qanûn derketin, zarokê Kurdan bi mebesta ji kurdîtiyê bişûn û bikin Tirk, sedan dibistanên taybet li Kurdistanê hatin vekirin. Li bazaran xeberdana zimanê Kurdî bi derxistina hinek qanûnan qedexe kirin. Kurd nexêstin memurên dewletê. Dewleta Tirk li himber Kurdan ji naziyan xirabtir kir.
Di van 20 salên dawî de gelek tehrîbatên mezin di civata Kurdan de çêbûn. Bi hezaran gund valebûn, bi milyonan Kurd cardin ji cihên xwe bar kirin. Deh hezaran kurd bê serûşûn hatin kuştin. Kurd nehelan û xilas nebûn. Lê mixabin Kurd gelekî êşan, belav bûn beşek mezin ji zimanê xwe bîr kirin gelek bacaran hêdî kurdeyatî nema û hinekan jî kêm bû. Lê tu caran dewlet negihat armanca xwe.
Ji berî du rojan cîgirê serokê CHP-ê cardin xwest ku, metoden dema Ataturk ji bo bêdengkirina Kurdan karbînin. Eve Kemalîzm. Kemalîst evin, Onur Oymen li ser rêça Kemalizme ew gotin gotin, gotina xwe di parlementoyê de got. Dema mirov van tiştan hemîyê dibîne giringiya ku siyaseta AK-Partî di pirsa Kurd de rêve dibe derdikeve holê. Girîngiya projeya Hukumetê di derbarê pirsa Kurd de derdikeve holê. Ji bo çi Kurd vê pêvajoyê baştirîn awayî, ji bo berjewendiyên xwe yên neteweyî kar neynin? Dema mirov li dîroka siyaseta dewleta Tirk di derbarê pirsa Kurd de berçavre derbas dike, giringiya prosesa ku îro hukumetê destpêkirî baştir tê fam kirin.
Raste dinya ne dinya berê ye û Kurd jî ne Kurdên berêne, îro beşek Kurdistanê azad e û bûye demana parastina kurd û Kurdatiyê. Divê ev baş bête xwendin. Projeya Hukumetê bi temamî pirsa Kurd çareser nake. Lê ber bi çareseriyê ve dibe. Nefesekî demokrasiyê dide miletê Kurd. Heta Kurd di bin siha tifengê de siyasetê bikin wê di bîr û baweriyên xwe de ne azad bin. Dema mirov di mejiyê xwe de ne azad be nikarê miletê xwe jî azad bike û nikare siyasetek rasteqênî rêve bibe. Îro li gora rewşa li vê herêmê peyda bûyî teqandina tifengê ne di berjewendiyê miletê Kurd de ye. Divê ev yek bête dîtin û ya rast bê kirin. Her şerek hinek berjewendiyên kesayetî ji bo hinek koman peyda dike , ev rantek mezin e. Kes û komên li ser vê rantê dijîn naxwazin şer xilas bibe.
Xilasiya şer destê Kurdan xort dike û leyiztiken kemalîstan xira dike. Eger kurd pencera Kurdiyatiyê re li bûyeran binêrin dê gelek tiş bêne guhertin.
12.11.2009
Dara Bilek