Berê DTP-ê li kûye?
Ocalan di hevdîtinekî de ji parêzgerên xwe re got: Li Îmralî mercên min yên jiyanê ne başe.Piştî vê li gelek bacarên Kurdistanê û hinek bacarên Tirkiye, ji bo ku rewşa Ocalan ne başe! xwepêşandan hatin amadekirin. Ev xwepêşandan ne aşitiyanebûn. Dema mirov bûyerên ku li bacarên Kurdistanê çêbûyîn dinêre, bivê nevê pirsekî ji xwe dike. Gelo ev cureyên xwepêşandanan xizmetê ji berjewendiyên kî re dike? Ev destê kî aloz dike û destê kî li Tirkiye xort dike. Vê dema ku vekirina demokratîk di serê rojeva siyasî de ye û di vê derbarê de gav têne avêtin, ev helwesta PKK/DTP-ê gelekî balkêşe.
Di dîdarek televizyonî de parlementerê DTP-ê Selahattin Demîrtaş, li ser pirsa Ocalan û Îmralî got: “ Ocalan di hepsa nû de li ciyekî 12 metre çarkujiye ku 6 metre yê wê serşok û tûwalet e û beşê din jî odaya razanê ye. Ne li gor hiqûqa me û ne jî li gor a navneteweyî hepsên wisa hene.“ Herweha Demîrtaş ragihand ku ew wek partî hêdî pişgiriya prosesa vekirina demokratîk nakin. Emîne ayna jî da xuyakirin ku prosesa vekirina demokratîk ji bo wan xilas bûye.
Wek tê zanin eve demeke hukumeta Tirkiye ji bo hinek guhertinan bike, bi navê vekirina demokratîk dixwaze hinek gavan bavêje. Piraniya siyasetmedar, rewşenbîr û kesayetên Kurdan di vê derbarê de dîtinên xwe gotine û hêjî bi awayek germ ev rojev tê gengeşe kirin. Piraniya Kurdan li gel hinek rexneyên xwe vê gava hukumetê erênî dinirxînin. PKK û derdora xwe di vê pirsê de ne zelalin.Rojane dîtinên wan tên guhertin.Pirsa Kurd hemû kirine pirsa Ocalan û cihê ku lê dimîne. DTP rolê xwe ya pêwist naleyze. Berpirsên DTP-ê daxuyaniyên cuda didin. Mirov nizanê kî çi difikire. Bi kurtahî PKK/DTP di vê konaxê de ji bo vekirina demokratik ne xwedî projeyekiye û pirsa Kurd hemî Ocalan û tenduristiya wî ve girêdane. Gelo cihê Ocalan çend metre çarkujîbin pirsa kurd tê çareserkirin? Kêmasî bila vê ji miletê kurd re eşkere bikin.
Pêwiste ku kurd di vê pêvajoyê de biçekî berê xwe bidin tevgêra Kurd û di prosesa vekirina demokratîk de helwesta kurdan gelek baş bête nirxandin. Helwesta DTP-ê eşkere kir ku DTP di vê pêvajoyê de nikare rolê xwe yê pêwîst yê ku xelkê jê hêvî dikir bileyze. Li bacarên Kurdistanê tevlîhevi di vê pêvajoyê de ne di xizmeta berjewendiyên tevgera kurd de ye. Ev tevlîhevî astengan di rêya vekirina demokratîk de çêdike. Şûna DTP-ê serkêşiya vê tevlîhevbûnê bikin, bila di parlementoyê de yan jî di nav gel de, behsa mafên Kurdan bikin, bila di pêvajoya vekirina demokratîk de proje û pêşniyaran bînin holê. Dema rewşa awarte li Kurdistanê çîbibe dezgehên tarî faydê dibînin.
Qenç xirab mirov daxwaziyên xwe ji raya giştîre dide xuyakirin, mirov tiştên nebaş protesto dike lê tundî û tujî di vê prosesê de ne di xizmeta tevgera kurd de ye.PKK/DTP bi vê helwesta xwe ji bo çareseriya pirsa kurd di çerçova vekirina demokratîk de destê hukumetê girê dide û dibe sedem ku CHP û MHP bi hêztir ji bo vekirina demokratîk rexneyên dijwartir li hukumetê bikin. Heta dezgehên din yên dewletê çêtir hukumet û Ak-Partiyê têxin quncikek teng de û li wan dişidînin.
Kurtahî divê Kurd di vê pêvajoyê de li gel pêşniyar û daxwaziyên xwe, li gel rexne û gazindên xwe pişgiriya pêvajoya vekirina demokratîk bikin. Doza çareserya pirsa Kurd, di warek aram de, bi rêya demokrasiyê û bi awayek aşitîyane bête kirin cih ji tundî û tujîye re tuneye.
7.12.2009
Dara Bilek