Salek nû Hêviyên nû
Her salek nû hêviyên nû li gel xwe peyda dike. Dema mirov bi temamî rewşa Kurdistanê dinêre, di van salên dawî de gelek guhertinên berbiçav di siyaseta dinyayê de çêdibin û ev bandore xwe li herêmê û Kurdistanê û siyaseta Kurdan jî dike. Ji bo hinek rewşên taybetî guhertinên cîhanî bi awayek pêwîst bandore xwe li Kurdistana Îran û Surî nekiriye, yan jî mirov vekirî guhertinekî li himber tevgera Kurd li van welatan nabîne. Heta radeyekî li himber siyaseta cîhanî ya nerm, helwesta rejima Îran û Surî dijê tevgera Kurd li van welatan de dijwartir bûye. Lê cardin dema mirov guhertinên li herêmê dinerê tu şansê van rejima tuneye ku vê siyaseta xwe ya tund dijê tevgera Kurd demek dirêj de berdewam bikin.
Li Kurdistana Bakûr sala 2009-ê hinek bûyerên balkêş çêbûn. Rejima Tirkiye, di nav xwe de muhasebeyekî dike, dengên sivîlan dijê mîlîtarîzmê û dengên hinek partiyan û dezgehên sivîl dijê Kemalîstan bilind bû. Di dîroka siyasî ya Tirkiye de ev cara yekem e ku, tabuyên wek leşkeran û cureyê rejima heyî û kemalîzim tê gengeşekirin. Bê goman welatek wek Tirkiye piştî 85 salan, ji teref hukumetekî ve hinek tiştên ku tabû bûn bêne rojeva siyasetê û bêne gengeşekirin gelekî girîng e. Heta radeyekî mirov dikare bêje ku; cara yekeme dîvarên Kemalîzme û vê yekê ve girêdayî îdeolojîya fermî diderêzê. Qet şik tuneye ku di van derzan de ronahiyek aloz bê jî şewqa xwe dide tevgera Kurd jî. Vêca qa gelo Kurd bi xwe vê şewqê çewe dinirxînin û faydê jê dibînin yan nabînin, ev pirsek dine. Lê tişta heta niha dixweyê PKK û derdora xwe siyaseta ku heta niha rêve dibin nahêlin ku bi awayek pêwîst Kurd faydeyê ji tîroja van derzan de dide bibînin û bûyerên çêdibin bêxin di xizmeta berjewendiyên neteweyî de.
Bê goman vekirina TRT 6 ji teref hukumetê ve gelek girîng bû. Ev bi awayekî bû wek inkara siyaseta fermî ya dewletê ya 85 salan. Ji ber ku heyîna Kurdan û zimanê wan her tim ji teref rejîmê ve hatiye inkar kirin û hemi siyaseta dewletê li ser vê inkarê hatibû avakirin. Qebûlkirina zimanê Kurdî û heyîna Kurdan bi sere xwe bûyerek girîng e. Hukumetê bi projeya vekirina demokratîk gavek girîng avêt. Lê astengên di vê rêyê de çêdibin, gelek vekirî karê hukumetê zehmet dike û carcaran bê istakrirîyê siyaseta hukumetê de çêdike. Lê PKK û derdora xwe ev pêvajo û destxistina hinek mafên Kurdan kesayeta Ocalan ve girê dan.Nehi¨tin dengö Kurdön din jä awayek pöwäst derkeve. DTP ji teref Dadgeha Destûrî hate girtin. Ev helwest bi xwe jî bû astengek gelek mezin di rêya vekirina demokratîk de. Belê lêşker, beşek dadwerîyê, muxalefet û hemi teref û kesen statukuyê diparêzin astengan rêya prosesa vekirina demokratîk de çêdikin. Di destpêkê de DTP bi siyaseta xwe pişgiriya prosesa vekirina demokratîk kir. Lê dawiyê de helwesta wan hate guhertin û wan jî awayekî asteng peyda kirin. Vê yekê jî dîtinên cuda di nav wan de eşkere kirin. Heger hukumet bi istiqrartir sala 2010-ê prosesa vekirina demokratîk berdewam bike û vê yeke ve girêdayî guhertina destûra bingehîn bêxe rojeva Tirkiye de dê gavên girîng bêne avêtin. Divê Kurd pişgiriya guhertinên ku Tevgera Kurd bikaribe faydê jê bibîne bikin.
Li Başûrê Kurdistanê çêbûna hilbijartinên giştî di warek aram de, bala cîhanê hemiyê kişand. Başûr bi siyaseta xwe hem ji bo cigbicihkirina mafên Kurdan, gavên girîng avêtin, hem jî siyaseta xwe ya serkeftî bandorek taybetî li herêmê peyda kirin. Taybetî siyaseta serokê Kurdistanê bû hêviyek ji bo aşitiya Herêmê û ji bo Kurdan jî mecalên nû vekirin. Heyîn û xortbûna Başûrê Kurdistanê bandore xwe bi awayek erênî li tevgera Kurd li beşên din yên Kurdistanê jî dike.
Dixweyê, dê sala nû ji bo tevgera Kurd li hemi beşên Kurdistanê tiştên nûjen li gel xwe bîne. Hêvî ewe ku, em salek din vî demî behsa hinek destkeftiyên nû yên tevgera Kurd bikin û ji bo pêşdebirina wan destkeftiyan dîtinên xwe bêjin.
Sala nû li hemi Kurdistaniyan û insaniyetê pîroz be.
31.12.2009
Dara Bilek