Polîtîk

Rê nadîn kesekî, aramiya Herêma Kurdistanê aloz bike

Îro 07.01.2010 Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê li daxûyaniyeke taybet de ragihand ku ev demeke li ser grupên siyasiya Herêma Kurdistanê hinek haletên nexwestî pêkhatiye û ev yek tê hest kirin ku bi awayekê bêzariyê li ser hemwelatiyên Herêmê de dirust kiriye. Li vî der barî de gûmanên birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê radigihînîn ku cenabê wî tekîd li ser nehiştina wan pirsgirêkên ne siruştî dike û bi awayekê rê bi tu kes û aliyê grupek nayê dayîn ku vê rewşa aramiya Herêma Kurdistanê aloz bike.

Her wiha Fuad Husên vê yekê jî ragihand: Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê tekîd li ser wê xalê kiriye ku pêwîste Wezareta Pêşmerge û Wezareta Navxoya Herêma Kurdistanê bi erkê xwe yê fermî ya li parastina ser û malê hemwelatiyan rabin û nabê rê bidin bi tu kes û aliyek ku aramî û rewşa asayîşa li Herêmê têk bidin.

Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê berdewamiya daxûyaniya xwe de got: Birêz Serokê Herêma Kurdistanê gengeşeya siyasî û meseleya bîr û baweriyê cudahiyek û bi diyardeyekê tendirust dizanê û her wiha cenabê wî dakokî li ser wê xalê jî kiriye ku ezmûna derbasbûyî wê yekê jî eşkere kiriye ku bi tundutîjî, şer, du berekî û nexweşiyê tu pirsgirêk çareser nabê û tu aliyek jî sûdmend nabê. Ji ber ku li pêvajoyek wiha de pêwîste rêya diyalog û hevdu têgihiştin û hevdu qebul kirin bê holê, bi vî awayî jî dikarin pirsgirêkan çareser bikin û parêzgeriyê jî li destkeftên xwe bikîn.

Back to top button