Ak-Partî ji bo rê li guhertina desturê veke gavek girîng avêt
Enqere – Ji bo guhertina Destûra Bingehîn Ak-Partiyê gavek girîng avêt û imkana ku ev gav bibe destpêka guhertina desturê gelekî heye. Ji bo ku dema guhertinên di destûrê de çêbibin û hêjmara parlementerên ku guhertinê dixwazin têrê neke yanî kêmasê ji 3/2 nebe, dive guhertinên di destûrê de çêdibin bidin dengdana xelkê. Yanî li ser wan guhertina referendum çêbibe û encama referandumê bibe biryara guhertinê.
Niha dema pêwistî hebe ku guhertinên di desturê de çêbibin bidin dengdana xelkê, piştî biryar ji parlementoyê derkeve 120 rojan piştre dikare dengdana gel çêbibe. Niha serokê guruba Ak-Partiyê Bekir Bozdağ, teklîfek da serokê parlementoyê ku; muhleta 120 rojan bibe 40 roj. Eger ev yek ji parlementoyê derbas bibe dê hêdî guhertinên di destura bingehîn de çêbibin ji parlementoyê 3/2 deng negirê wê di 40 rojan de referendum li ser çêbibe. Niha hêjmara parlementerên Ak-Partiyê têra guhertina Destura Bingehîn nake lê têrê dike ku guhertinan bide dengdana gel.