Divê televiziyona parlementoya Herêma Kurdistanê bê damezirandin

Hewlêr – Divê televiziyona parlementoya Herêma Kurdistanê bê damezirandin, da ku rûniştinên parlementoyê yekser bihên veguheztin.

Şîretkarê ragihandina Parlementoya Herêma Kurdistanê di vê derbarê de ji PNA û radiyoya Zagros re da xuyakirin, ku rûniştinên parlementoyê ji ber çend sedemên teknîkî, ev çend roj in ku nahên veguheztin.

Vî şîretkarî weha jî da xuyakirin, ku piştî hîngê ew rûniştinên han hatin weşandin û dê di vê dema nêzîk de jî, ew arêşeya (problema) teknîkî bê çareserkirin û dê rûniştinên parlementoyê ji niha û pê ve, yekser bihên veguheztin.

Şîretkarê ragihandina Parlementoya Kurdistanê got: Dê kanala televiziyona taybetîya Parlementoya Kurdistanê, di vê dema nêzîka pêş de bihê damezrandin. Niha em bi berfirehî gengeşeyan li ser evî projeyî dikin.

Nerîna min :