Nivîsar

Pêvajo gelekî zîz e…

Pêvajoya ku li Tirkiye ji bo çareseriya pirsa Kurd hukumetê destpêkirî berdewam e. Lê mirov baş dibîne ku dema berbipêş ve diçe asteng di rêya çareseriyê de gelektir dibin. Bê goman ev asteng piranî ji aliyê Tirkan ve bi hinek bûyerên çêdibin çêtir dixweyê. Di destpêkê de helwesta partiyên muxalefetê bû asteng û ev helwesta wan berdewam e. Hemî aliyên dijê vê pêvajoyê komele û dezgehên malbatên leşker û polîsên ku di vî şerî de, jiyana xwe ji dest dayîn têxin praktikê de û wan bi henek çelakiyan didin pêş.Bivê nevê xwe pêşandanên van dezgehan bandore xwe li hukumetê dike. Herweha gelek aliyên din yên dijê vê pêvajoyê di nav çelakiyan de ne ku ev proses bi awayekî bisekine. Gelek caran mirov  nerihetiyekî di nav refên Ak-Partiyê bi xwede jî dibîne. Ev hemi bandore xwe bi awayekî li ser helwesta Erdogan û hukumetê çêdike. Rastî jî ev yek îşê Erdogan zehmet dike.

Dema piraniya siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd vê pêvajoyê dinirxînin , tenê li ser helwesta hukumetê disekekinin rexne li Erdogan û derdora Hukumetê dikin. Ev yek bivê nevê dibe nirxandinek yek alî. Ji xwe helwesta hukumetê û gavên dixwaze bavêje kifşe. Lê ji bo pêvajo baş werê têgihandin dive mirov piralî li vê pirsê binêre û rewşa tevgera Kurd û taybetî helwesta PKK-ê û DTP-ê şirove bike, da ku mirov bikaribe baştir dîmenê vê pêvajoyê bibîne.

PKK û derdora PKK-ê di vê pêvajoyê de ne xwedî projeyekine. Herweha rewşa DTP-ê jî gelek vekirî dide xuyakirin ku, tu awayî berpirsiyariyê li ser mile xwe nabînin û aliyê herî rihet ditîne û hertim edresa wan Îmraliye. Di van pêvajoyê bi gelek taybetî de role partiyên wek DTP-ê gelektir û girîngtir e. Îro 20 parlementerên DTP-ê li parlementoya Tirkiye de hene û ew bi xwe parlementoyê zemînê çareseriya pirsgirêkan didin nîşandan. DTP-ê, sedem kî be û çibe, zêdeyî 2 milyon deng ji xelkê Kurdistanê girtine û çûne parlementoyê. Dema ew di çareseriya pirsgirîkan de ne xwe wek muxatab bibînin û edresên din nîşan bidin ew dibê rêznegirtina 2 milyon deng, û li himber kesayeta xwe jî di rêz girtinê de kêmasiyek mezin dikin. Îro li gora mercên Tirkiye, hukumetê gelek eşkere û sedên caran gotiye ku ew PKK-ê wek muxatab nabînin. Piştî hevdîtina Erdogan û berpirsên DTP-ê , vekirî hukumetê helwesta xwe ji aliyê DTP-ê ve eşkere kir.Lê piştî hatina koma PKK-ê ji Qendîl û Maxmûr xuya kir
DTP-ê nakarî rola xwe bileyze û tenê bûn figoranek di vê pirsê de.

Bê goman avêtina gelek pêngavan di pişperdê de tê amadekirin. Pêwendiyen
fermî û nehînî di nav hinek dezgehên hukumetê û Ocalan û qendîlê de hene. Herkes vê yekê bi awayakî dizanê yan jî texmîn dike. Lê cardin rewşa DTP-ê tê minaqeşekirin. Ya rastî jî helwesta DTP-ê gelek girînge.Eger parlementerên DTP-ê rola xwe ya pêwist neleyzin û nikaribin îrada xwe bi serbixwe kar bînin ev dibe sedemê astengên girîng di vê pêvajoyê de.

Mixabin di vê qonaxê de tu tevgerek Kurdan tuneye ku, bi helwest û çelakiyên xwe bikaribe bandorê li DTP-ê bike ku rolê xwe yê pêwist bileyze.Ji xwe dixweyê trajediyê tevgera Kurd ay herî mezin tunehiye tu dezgeh yan jî rêxistinek din ji derê PKK-ê ye ku, bikaribe tesîrekî li vê pêvajoyê bike. Ev proses ji bo Kurdan, ji bo normalîzekirina rewşa awarte û ji bo civakê şanseke. Divê şans li gora berjewendiyên tevgera Kurd bête karanîn. Eger ev şans ji bo xilaskirina hinek kesan û rêxistinan bête karanîn tu kes nikarê sibe li himber dîrokê vî hesabî bide dîrokê. Mimkine ku mirov xwedî maqamek bilind be, xwedî derfet be,lê dema kesayet aloz be tu qîmetê tiştekî tuneye. Divê parlementerên DTP-ê vê yekê baş bibînin û rola xwe ya pêwîst bilîzin.

Helwesta DTP-ê ji Xabûr heta Diyarbekir, ne helwestek rast bû, daxwaziya aşitiyê dikin qurbana siyasetek rojane û çewt. Heta ew vê yekê nebînin û kemasiyên xwe qebûl nekin rastî jî ew şov dikin û ev yek ne di xizmeta berjewendiyên neteweyî de ne.Gelo şûna tişte DTP-ê kirî, şandek ji hemî partî û rexistinên sivîl tevî DTP-ê, ew koma hatî pêşêwazî bikiran wê ne çêtirbuya û bi mane tir bûya?
Bila ev  pêvajo vale newê heba kirin.

30.10.2009
Dara Bilek

Back to top button