Vekirina Demokratîk û Kurdistana Başûr
Serdana serokwezîrê Tirkiye ya Iraqê di çerçova pirsa Kurd de jî hate nirxandin. Piştî hevdîtina Erdogan û Malikî gotara Erdogan ne gelek zelal bû, bawer dikim ku kesên Erdogan nasdikin ew gotina wî jî samimî nedîtin. Wek din ihtimalek mezin hebû ku Erdogan dixwest ji destê yekem, dîtina desthilatdariya Kurdistanê bizanibe û bi awayekî daxwaziyên xwe bigihîne desthilatdariya Kurdistana Başûr. Ji berî serdana Erdogan rojekî du rojnemevanên naskirî û di pirsa Kurd ve eleqeder hevpeyvînek li gel serokê Kurdistanê Mesud Barzanî çêkirin. Rojnemevan Hesen Cemal û Cengiz Çandar li Kurdistana Başûr bûn û li Koçka Serokatiyê li gel Serokê Kurdistanê hevpeyvînek pêkanîn. Ev hevdîtin ji berî serdana Erdogan ya Iraqê bi rojekî gelekî girîng bû. Di vê hevpeyvînê de Barzanî gelek zelal û vekirî bersiva pirsên van herdu rojnemevanan da û ji berî Erdogan bigihe Iraqê dîtina desthilatdariya Kurdistanê dîtina serokê Kurdistanê gihat Erdogan.
Serokê Kurdistanê di vê hevdîtinê de da xuyakirin ku, wekî Serokayetiya Herêma Kurdistanê piştgîrî li siyaseta”Vekirina Kurd” li Tirkiye dikin. Barzanî balkişand li ser wê yekê kû pêwîste Partiya Karkerên Kurdistanê çek deyne, bi eşkere jî got lê belê divê Hikûmeta Tirkiye ji bo pêkanina demokrasiyê gavên vekirî bavêje û efuyek giştî ji bo hemi çekdarên PKK-ê derêxin.
Serokê Kurdistanê di beşek axaftina xwe de got; Çareserkirina pirsa Kurd û pirsa PKK-ê pêwîstî bi diyalog û hevdû têgihiştina dû alî heye. Barzanî dirêjahiya hevdîtinê de got: “Em wê yekê bi rast nabînin ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiye bi daxistina PKK-ê ji çiya ve bête girêdan. Daxistina PKK-ê ji çiya tiştekî erêniye, lê belê pêwîste vê bizanin ku, em di birêvebirina siyaseta PKK-ê de ne berpirsiyarin.” Li ser pirsek din jî di derbarê ketina Tirkiye ya Yekitiya Ewropa de Barzanî got, ” Ji bo me cihê dilxweşiyê ye ku cîranek me bibe endamê Yekitiya Ewropa “
Serokê Kurdistanê gelek Zelal helwesta Kurdistanê di derbarê pirsa kurd li Tirkiye de da xuyakirin. Vêca ji bo vê yekê dê helwesta Tirkiye çibê û wê çi guhertina di bernameya wan ya Iraqê de çêbibe, yan jî dê Erdogan daxuyaniyên xwe de çi peyama bide dibe pirsek din. Lê Peyama Barzanî bi awayê pêwist giha cihê xwe, gerek ev yek ji aliyê Kurdan ve jî taybetî Kurdên Bakur ve baş bête nirxandin. Kurdistana Başûr di çareseriya pirsgirêka pirsa Kurd li Tirkiye rolek mezin dileyeze. Taybetî serokê Kurdistanê di vê derbarê de ji serî pê de peyamên vekirî dide. Barzanî bi helwesta xwe dilê Kurdan rihet dike û baweriyek mezin dide gelên Kurdistanê.
Ji xwe dema mirov di vê derbarê de ditinên piraniya siyasetmedar û rewşenbîrên Kurdên Bakur dinêre daxwaziyên wan di vê konaxê de wek daxuyaniyên serokê Kurdistanê ne. Yanî bi awayek tiştên Barzanî di derbarê vekirina demokratî de gotîn, dîtina Kurdên bakur e jî. Vêca hukumeta Tirkî vê yekê çewe dinirxînê û digihe çi encaman ew pirsek dine. Lê peyamên Barzanî ji bo di derbarê pirsa kurd de perspektifa hukumeta Tirkiye berfireh bike şanseke mezine.
Herweha Tirkiye her demî bi siyaseta xwe, xwestiye di navbera Kurdan de nakokiyan peyda bike. Heta gelek Kurdên bakûr, bi hinek minasebetan ev tirsa xwe vekirî anine ziman. Lê peyama serokê Kurdistanê bi awayekî bersiva vê yekê jî ye.
15.10.2009
Dara Bilek