Tirkiye li ser durêyanekiye
Yekem Tirkiye, dikare vê guhertina ku mecbûr bûye bike, bi cesaret rêve bibe û di gavin xwe de xwedî istiqrar be. Dê hingê Tirkiye bi awayekî wek welat xwe pêşve bibe, mezintir bibe û jiyana civakî bi hemi awayî pêşdetir herê û biguhere. Ji bo vê yekê kifşe ku gerek Tirkiye çi bike. Tirkiye dive di nav xwe de hinek guhertinên radikal çike, pirsa Kurd çareser bike ,demokrasiyê berfireh bike û bi van guhertinan ve girêdayî di aliyê darayî de jî xwe bigihine radeyek bilind û misteva jiyana gelên xwe baştir bike. Mercên Tirkiye tirê derbas dibe, pêkanîna van tiştan ne gelek hesaniye. Astengên mezin di pêşîya van guhertinan de hene . Ev guhertin di rojekî du rojan de çênabin, ev di nav pêvajoyekî de çêdibin û li gora gavên bine avêtin û gora guhertinên bêne kirin ev pêvajo direj dibe .
Li Tirkiye gelek dezgehên dewletê hene ku astengên mezin di rêya demokratbûna Tirkiye û pêşdebirina civatê de çêdikin. Di sere van dezgehan de leşker tên. Rewşa leşkeran baş tê zanîn,hêja li tirkiye nisbetek zeyf ji gel baweriyak mezin li leşkeran heye. Dadwerî û sistema dadweriyê astengek bingehiye û bi nave adaletê astengek mezine û bingehek ya sistema kevneperestiyê ye. Partiyên wek CHP-ê û MHP-ê astengin. Herweha gelek partiyên din yên bê hêz hene ku li himber guhertinan disekinin ew jî astengin. Ji bilî van dezgehên bingehîn gelek rêxistin û komele hene dije wan guhertinanin û di vê pêvajoyê de naxwzin tu pêşveçûn li Tirkiye çêbin. Naxwazin Tirkiye ber bi demokrasiyê ve û civatek modern ve biçe. Dema mirov van hemiya tîne ba hev astenga herî mezin zihniyeta piraniya millet e. Îro hikumet dema van guhertinan bike dive van astengan hemiyê gav bi gav ji hole rake û guhertina statûquya van dezgehan dest kar bike. Dema di vê de bikaribe gavên baş bavêje, dê ew guhertinên pêvajoyê dayîn pêşiya Tirkiye bêne kirin.
Kurtahî dema ev pêvajo bête nirxandin gerek mirov rewşa civakî ya Tirkiye zihniyeta miletê Tirkiye baş bizanibe û li gora vê ji bo cureyê guhertina xwedî helwest be. Tu guhertinên bingehîn yên civakî û siyasî bi hesanî çênabin. Gelek zehmetî têne kirin û her guhertinek bedelek xwe heye. Ji bo tirkiye heyîna xwe berdewam bike û di nav cîhana hemdem û pêşketî de cihê xwe bistine, û di herêmê de bibe welatek pêşketî û xwedî hêz gerek hukumet gavên bi cesaret bavêje û herkesên vê guhertinê bixwazin pişgiriya hukumetê bike. Bê goman taybetî dema Kurd vê pişgiriyê dikin gerek gelek hesas hereket bikin û berjewendiyên xwe yen neteweyî bêxin di nawenda helwestên xwe de.
Rêya duyem li pêşiya Tirkiye kifşe. Ev pêvajo ser nekevê yan jî li gora daxwaziyên van dezgehên ku dibin asteng dawî bibe. Dê rewşa heyî xirabtir bibe, hêza herî xort her wê leşkerbin, kemalist ji bo jiyana xwe ya siyasî ya li ser inkar û imha miletên din hatî avakirin berdewam bike, dê taybetî dadwerî bi navê adaletê di bin xizmeta ne adaletiyê û xovitiyê de be û sistema tenga kevneperet hêjî ber tenk tir bikin. Ew zihniyeta ku li Tirkiye herkes tirk be, di hemî rengê jiyanê de berdewam be. Dê cardin Tirkiye bête guhertin. Lê ev yek bibe guhertina Tirkiye ya dawî. Ew kirasê teng dê biqete û di rastiyê dê Tirkiye parce bibe û kesek nizanê dê pêşeroja vî welatî çikas tarî be. Dema sistema sosyalist têk çûyî kesekî bawer nedikir ku dehan dewlet ji Rusya peydabibin yan jî welatên wek Yogoslavya li ser hev nemîne. Îro li cihanî pêvajoyek nûjen ji bo gelek welatan û taybetî ji bo welatên Rojhilata Navîn destpêkiriye. Tirkiye ji bo van guhertina avise. Pêvajoya îro li Tirkiye destpê kirî ev pêvajoye. Di rojên û mehên heta salên pêşiya me de, emê hemî çêtir tê bigin ku ev pêvajo çikas girîng e. Lê vê carê divê di mejî û zîhniyeta gelê Tirkiye şoreşek çêbe û ew zihniyeta qirêj û teng bête guhertin. Guhertina vê zihniyetê dê bibe zemînê herî erênî ji bo avêtina gavin pêş û ji bo avakirina demokrasiyê.
30.09.2009
Dara Bilek