Nivîsar

Siyaset û hest

Ev demeke ko hikûmeta AK partî li Tirkiya hewil dide ko gavekê ji bo careserkirina pirsa kurdî bavêje. Di serî de vê hewildanê hêviyên baş di nav kurdan û dêmokratên Tirk de peydakir,  lê di nav hêzên rikber û nijadperestan de nerihetiyk û gomanên mezin peyda kir.

Qelsiya vê hewildanê di serî de nezelalbûna wê bû ko hişt piştgîriya aliyan jê re ne xurt û zelal be, û  helwesta partiyên rikber (CHP) û (MHP) ya tund û şovînî, hişt ko liva hikûmetê sist bibe û bi şûnde gavan bajêje û navê Kurd ji ser vê hewildana xwe rakirû xêzên sor yên xwe diyar kirin (piştî ko leşkeran ev xêz diyar kirin), weke ko nabe dewleta ûnîter yan jî destûr bê guhertin…

Bê goman armanca hikûmetê ji vê gavê ew e ko şer raweste û dawî PKK çek deyne, loma ji kurdan  yên ko dikarin bandora xwe li pirsê bikin Ocelan, PKK û DTP ne, lê her yek ji wan bi awayekî cuda diaxive, ta ko Ocelan di axavtina xwe ya dawî de dibêje ko DTP nizane çi dike, û dibêje ko pirsa parçebûnê ya ko car caran ji devê hin DTP yan dertê ne di ciyê xwe de ye û xelet e..PKK jî û DTP jî her çi dibêjin jî lê ew bi xwe li hêviya nexşa rê ya Ocelan in..Bi vî awayî însiyatîf di destê Îmralî  de ye û ew ên din pasîv in..Ev jî qelsiyeke mezin e, ji ber ko bi rê ve birina siyaseta kurd di vê demê de pêwîst e ko bi belavkirina rolan ve bê kirin..Ne bi tenê alîgirên PKK lê herweha hêzên din yên kurdan jî xwedî rol in di vê qonqxê de, lê pêwîstî bi hevkarî û kordînasyonê heye..

 Her çiqasî basa modêlên çareseriyê tê kirin, lê bi gomana min wê modêla tirkan be ya ko bibe bingihê( çareseriyê!) ew jî ne weke tu modêlan e!!..Ev modêl di baweriya min de wê li ser bingihê ko Tirk bi insyatîva xwe û ne di bin zora kurdan û xebata wan de hinek guhertinên di warê kultûrî de bikin (TV,ziman,perwerda bi kurdî…..hwd)..Ev jî ji lawazbûna hikûmetê li himber mêntalîta inkarê, û ji tirsa ko pirs ji bin kontrolê derkeve tê..Lê bi ser ko ev gavên han pir hindikin jî lê ji aliyê nijadperestan ve bi tundî şer tê kirin ji ber ko ew dibêjin ko bingihê dewleta Tirk dikeve metirsiyê û gava diwem êdî parçebûn e..Ev yek ta radeyeke mezin rast e, loma ji aliyê Kurd tê xwestin ko karê hikûmetê di vî warî de asan bike, û ev yek di destê Îmralî û PKK de ye..Bi gotineke din hikûmet di vê demê de nikare bi PKK yan jî bi Îmralî re rûne lê bi rihetî dikare bi DTP re rûne ji ber ko bingehekî siyasî-qanûnî jê re heye..DTP partiyeke lêgal ko di perlemana tirkî de xwedî nûner e û nûnertiya parçekî ber bi çav ji miletê Kurd dike..Loma DTP dikare roleke girîng bileyze di vê qonaxê de..Lê mixabin hîna DTP bi eşkere dibêje hikûmetê ko edrês Îmralî ye û bi vî rengî AK partî xwe bi tenê li meydanê dibîne li himber (MHP) û (CHP)…îmralî û PKK divê ko misyona DTP ya îro baş nas bikin û ji wan re asan bikin..Ji xwe DTP li gor her kesî li Tirkiyê berdevkê PKK ye, û bi vî awayî dikare rola navcîtiyê bi nehênî di navbera PKK û hikûmetê de bilîze…

Qonaxa îro ew e ko Kurd alîkar bin ko eniya nijadperestan (MHP) (CHP) hilweşînin..Ev pir girîng e, yanî gerek e piştgîriya Erdoxan bê kirin, lê herweha wê ne bi erzanî be..Li Kurdistana Bakur wê çareserî gav bi gav be û mumkin e ko ne weke ko tê goman kirin ko wê şer hikûmetê neçar bike ko li ser masê bi kurdan re rûne..

 Bi sedê salan e ko Kurd doza mafê xwe dikin û xwîna xwe dirjînin, û ya ko em îro dibînin encama wê ye..Her çiqasî dewlet bibêje ko muxatebê wê nîne, lê Kurd muxateb in..îro herêm pir hatiye guhertin..Kurdistana Başûr bi serxwebûna xwe ya siyasî û pitrola xwe ve, û Iraqa nû di bin destê Emrîka de ko hevalbendê Tirkan e, û hewildanên tirkya ko bibe hêzekî bi hisab li herêmê û pirosêsa ketina Yekîtiya Ewrûpa, ev hemî faktorê alîkar in ko guhertn li Tirkya bibin û di serî de çareserkirina pirsa Kurdî, ji ber ko bê hêminî ne mumkin e ko Tirkya bigihe armancên xwe..

 çekê PKK garantiya kurdan e loma zû bi zû divê ev çek neyê danîn..Îro paxav ji wan tê kirin bi vî çekî..Lê PKK jî divê ko rewşa nû li herêmê baş binirxîne, bi taybetî Kurdistana Başûr û rola Emrîka ..Bi her gaveke ji aliyê hikûmetê ve PKK dikare û gerek e bersivên erênî bide..Ya girîng di vê qonaxê de hilweşandina enî û mêjiyê nijadperestan e..Xwestinên Kurdan yên dûr û nêzîk wê her bimînin..Hikûmeta AKP îro bêyî kurdan lê ji bo kurdan dixwaze hinek gavan bavêje..Wilo xuya ye ko qonax bi qonqx wê pirs çareser bibe..Di her qonaxekê de rolek û erkekî cuda ji kurdan re heye..Di vê qonqxê de şikandina siyaseta inkarê ya sedê salan li pêş e..Têgihiştina rewşa her qonqxekê ji kurdan re pir girîng e yan na Kurd dikarin hinek firsendan winda bikin û ezmûna filestîniyan li ber çav e.. Bila Kurd bi siyaset û zanebûn di vê prosêsê de cî bigrin ne bi hest û xweziyan…

 

Kamîran Haco

20-9-2009

Back to top button